|
Xortên neteweya Kurd!
Kurdistaniyên bi şan û şeref!
Hukmê kuştin, teror û tirsandina
xortên neteweya me îcar ji Rojhilat ve rabûye. Vê carê li hember peyvê de hukmê
gule û sêdarê bi ser rojnamevan û çalakên sivîl ên Kurd hatiye dayîn.
Roja sêşem, 17.07.2007’an,
dadgeheke rejîma totalîter û azadîkuj a Komara Îslamî ya Îranê li Sine, di
biryareke ne adîlane û dîktatorane de, biryara îdamê ji bo rojnamevan Ednan
Hesenpûr û çalakê sivîl Hîwa Botîmar de kiriye.
Diyare eva ne cara yekemîn e ku
hukmê bi vî awayî li ser xortên neteweya Kurd li Rojhilatê Kurdistanê tê dayîn.
Ji dema serkar hatina Meleyan heya niha hukmê îdam û daliqandinê bi ser hezaran
xûşk û birayên me di vê parçeyê Kurdistanê de hatiye sepandin û li ser wan
hatiye cîbicîkirin.
Ev cinayet û serberedayînên
desthilata hakim di nav Îranê de xwe negirtiye, belkî sînorên wî welatî
bezandiye û komek rêberên navdar û sedan xebatkarên Kurd li derveyî tixûbên
Îranê bi biryara berpirsiyarên mezin û bilind ên Komara Îslamî teror kiriye.
Derkirina biryara îdamê ji bo
rojnamevan û çalakên sivîl ku tenê çeka destê wan pênûs û peyv e, ji aliyekê
hov û dirindeyiya bêrade ya rejîmê dide xuyakirin û ji aliyê din ve guhnedan û
ne parastina biryarnameyên li pey hev ên Komîsyona Mafên Mirovan ya Rêxistina
Neteweyên Yekbûyî e ku dehan caran Komara Îslamî derheq binpêkirina mafên
mirovan şermezar kiriye.
Sepandina hukmê îdamê li ser
biryarên li Rojhilatê Kurdistanê, rewşa wekî hev a jiyana xortên neteweya me li
hemû Kurdistana bin destê dîktator û desthilatdarên serberedayî û çarenivîsa
hevbeş ya me nîşan dide.
Lewra, em nûnerên ew partî û
rêxistinên Kurdî û Kurdistanî yên ku ev daxuyaniya hevbeş wajo (îmza) kirine,
serbarê mehkûm û şermezarkirina tund ya biryara bêdadgeh a Komara Îslamî, em
daxwaza betalkirina her çiqas zû ya vî kumî û serbestberdana Ednan Hesenpûr û
Wahid Botîmar û hemû girtiyên din ên siyasî dikin.
Em ji hemû kom û komeleyên
navneteweyî weke: Konseya Ewlekariya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, Parlemana
Ewropayê, Rêxistina Efûya Navneteweyî, Rêxistina Parêzvan a Mafên Mirovan,
Civata Cîhanî ya Qelem(PEN) û tev rêxistin û saziyên mirovhez dixwazin ku bi
hemû awayekî mumkin Komara Îslamî a Îranê ji bo hilgirtina vî hukmî û
serbestberdana Ednan Hesenpûr û Wahid Botîmar bixe bin zext û givaşê.
Em di xem û nigeraniya malbat û
ezîzên Ednan û Wahid de, şirîk û hevxem in.
21.07.2007
Partiya
Demokrat a Kurdistana Îranê
-
Saziya Xebat a Kurdistana Îranê
-
Partiya Sosyalîst a Kurdistanê – PSK
-
Rêkevtina Demokratîk ya Kurd li Sûriyê – Wifaq
-
Partiya Pêşverû ya Demokrat a Kurd li Sûriyê
-
Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyê
-
Partiya Azadiya Kurd li Sûriyê
-
Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê – El Partî
-
Partiya Welatparêzên Demokrat ên Kurdistanê - PWD
-
Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê
-
Partiya Azadiya Kurdistanê – PAK
Partiya Demokrat a Kurdistanê – PDK Bakûr |