|
Hêzên
ewlekariyê Hîwa Botîmar bi armanca girtina birayê wî, Hadî Botîmar girtiye û ji
malbata wî re ragehandine ku heya demekê Hadî xwe radestî ewlekariya Komara
Îslamî neke, Hîwa nahê serbestberdan. Hadî Botîmar bo derbazbûn ji çengê Komara
Îslamî pena bo Îngilîstanê biriye. Biryara îdamkirina Ednan Hesenpûr û Hîwa
Botîmar di Dadgeha bajarê Sine de hatiye erêkirin û hêzên ewlekariyê erêkirina
biryara îdama Ednan Hesenpûr ji parêzer û malbata wî re îlan kirine. Niha
Hesenpûr û Botîmar nêzîkî mirinê ne û jiyana wan di tirs û xeterê de ye. Heke ji
bo betalkirin û berlêgirtin ji birêveçûna biryara îdamê û rizgarkirina canê wan
ji tirs û gefa mirinê gavên bilez nehên avêtin, Komara Îslamî dê karesateke
mirovahiyê ya qerebûnekirî bi ser xelkê me de bisepîne.
Mehkûmkirina Hesenpûr û Botîmar
binpêkirina tund ya mafên mirovan û mînakeke eşkere ya cinayeta dewletî ye.
Komara Îslamî bi derkirina hikmê daliqandinê ji bo Hesenpûr û Botîmar birayara
kuştina 2 mirovên sivîl û bêtawan daye ku niha di girtîxaneya rejîmê de hatine
hepskirin û ji bilî tebat û berxwedaniya dîlîtiyê, îşkence û zîndanê çi karek ji
destê wan nahê. Du mirovên ku li derveyî girtîxaneyê jî, cuda ji penabirin ji bo
hizr, raman û pênûsê xwe bona xuyakirina nerazîbûnê li dijî dîktatorî û
azadîkujiya rêberên hikûmetê rêyeke din tu nebûn.
Mehkûmkirina van du kesane bi îdamê
di doma wê pêla serkut û çewisandinê de ye ku ji çend mehan berî niha ve dest pê
kiriye. Di vê pêla serkut û tepeserkirinê de, çalak û xebatkarên tevgera jinan
li cezayên giran ên girtîgehê mehkûm bûn, çalakên bizava xwendekarî, endamên
Şêwra Navendî ya “Deftera Tehkîm Wehdet”ê û berpirsiyarên “Deftera Doreyî ya
Tehkîm”ê hatin girtin û rojnameya Hem Mîhen hatiye daxistin û
nûçegihaniya “ILNA”yê hatiye qedexekirin. Hevdem tevî vê kiryara serkutker de,
makîna îdamkirina rejîmê yê ketiye kar. Hesenpûr û Botîmar rehînên Komara Îslmaî
ne. Ew goriyên azadîkujî û komployên qirêj û mirar ên dîktatoriya hikûmetê bona
derbasbûn ji qeyran û kirîza civakî û doza Etomî ne. Kirîzek ku her bixwe pêk
anîne.
Komara Îslamî ev du xortên biwêr û
azadîxwaz ên welatê me bi îdamê mehkûm kirine, heya jin, mamosta, çalak û
xebatkarên mafên neteweyî, bizava karkerî û xwendekarî bitirsînin. Hesenpûr û
Botîmar bi îdamê mehkûm kirine heta dengê azadîxwaziya rojnamevan û rewşenbîrên
Kurd bifetisîne û xebata demokratîk ya neteweyên niştecih ên Îranê ji bo
bidestveanîna mafê wekhev û adîlane û dawîanîn bi ferq û cudahîdananê tepeser
bike. Hesenpûr û Botîmar bi cezayê îdamê mehkûm kirine heta berxwdaniya karker,
jin û xwendekarên ku niha di girtîxaneyê de ne û li ser bîr ramanên mirovî û
mafên destpêkî û bingehîn yên xwe biîsrar in û tekezê dikin û ji bo xuyakirina
nerazîbûnê dest yê dane gireva birçîbûnê, têk bişkînin.
Hevdembûna derkirina biryar îdama
rojnamevanên Kurd tevî nimayîşkirina îtirafên televîzyonî, serkut û
tepeserkirina çalakên tevgera jinan, kedkaran û girtin û binçavkirina bikom ya
xwendekaran nîşaneya êrîşa sîstematîk û pilanrêtî û seranserî ya rejîmê li dijî
cudabîr û azadîxwazan e. Nîşaneya vê yekê ye ku hikûmetê hevdem navendên
tevgerên nerazîbûnê yê kirine armanc û dixwaze bi zora serkut û çewisandinê
pêşiya pêwendiya seranserî ya tevgerên nerazîbûnê bigire. Derkirina hukmên îdam,
revandina çalakên karkerî û awayê liv û lebata wan tevî xwendekaran dide
xuyakirin ku hikûmet yê ketiye tengasiyê û ji ber xurtbûna hesta tirsê dest yê
daye tolhildanê û pêkanîna tirs û xofê di girtîxaneyan û derdora wan. Her çiqas
rewşa niha ya opozîsyon û hikûmetê li gor sala 1988’an bi tevahî biferq e, lê
divêt em hişyar bin û keys û derfetê nedin rejîmê ku ji bo serkevtin bi ser
rezîlî û rûreşiya xwe de, kul û kîna karesata neteweyî û kuştina bikom ya
girtiyên siyasî di vî welatî de nû bike û di bêdengiyê de xebatkarên rêya
azadiyê bide bin darê îdam û daliqandinê.
Bona ku bela û felaketek wisa
dubare nebe, nabe em ji bo xuyakirina nerazîbûn û protestokirin li hember
biryara îdamê dereng bikin û rabiwestin. Heke her îro em ji bo serbestberdana
girtiyan berxwedaniya giştî organîze nekin, sibê pir dereng e. Ji ber ku ev
kare parastina mafên mirovan û berevanî ji mirovahiyê ye. Eger azadîxwaz bi
bersivdana bi vê erk û wezîfeyê de, bi yekdeng û yekîtiyê bixebitin, di hêzek
wiha de beşdar in ku bikarin paşdekişiyanê bi êrîşên dîktatoriyê bikin û
betalkirina biryara îdamê û serbetsberdana girtiyên siyasî bi ser rejîmê de
bisepînin.
Hêzên azadîxwaz!
Werin em bi hev re alîkariyê didin
hev û bi hevgirtin û yekîtiyê berevaniyê ji çalakên xwendekarî, jinan, karkeran
û xebatkarên mafê neteweyî bikin. Werin ji bo betalkirina biryara îdamê hevdeng
bin û nehêlin Ednan Hesenpûr û Hîwa Botîmar biçin bin darê îdamê û ji wan kesan
ku dixwazin bi şikandina pênûsan û birîna zimanan, temenê rejîmê dirêj bikin,
netirstir bin.
Em tev hêzên azadîxwaz û
pêşketinxwaz ên welat ji bo hevahengî di rêxistin û organîzekirina karzar ya
bibandor di xebat li dijî serberedayiyê, berevanî ji azadkirina girtiyên siyasî
û berlêgirtin ji îdama Ednan Hesenpûr û Hîwa Botîmar de gazî dikin.
Em ji hemû organ û parêzvanên mafên
mirovan, partî û rêxistinên azadîxwaz û kom û komeleyên navneteweyî dixwazin
serbarê mehkûmkirina birayar îdamê, bi awayê bibandor û pêwîst piştgiriyê ji
xebata xelkê Îranê ji bo berçavgirtina mafên mirovan, betalkirina biryarên îdamê
û serbestberdana girtiyên siyasî bikin.
Partiya Demokrat ya Kurdistana
Îranê
Komele – Rêxistina Şoreşvan ya
Zehmetkêşên Kurdistana Îranê
Rêxistina Fedayiyên Gelê Îranê
Rêxistina Fedayiyên Gelê
Îranê(Ekseriyet/Piranî) |