Destpêk    Nûçe    Siyasî    Raman    Hevpeyvîn    Belge    Civakî    Çand    Têkilî

     فارسی     کوردی

Bername Û Pêrewa Hundirîn Ya Partiya Demokrat A Kurdistana Îranê

(Pejirandiya Kongireya Sêzdehem)

 

 

 

 

Hejmara nû ya Agirî

Agirî rojnameya panzdehrojî ya siyasî, çandî û giştî ye.

Rêberên Şehîd

Pêşewa Qazî Mihemed

Dr. Ebdulrehman Qasimlo

Dr. Sadiq Şerefkendî

 

Peyama Deftera Siyasî A PDK Îranê Ji Bo Kongireya Çaremîn A YCDK Îranê

 

Birêz Desteya Birêveber ya Yekîtiya Ciwanên Demokart ên Kurdistana Îranê!

 Rêzdar nûnerên Kongireya çaremîn ya YCDK Îranê!

 Mêvanên hêja!

 Em bona lidarxistina çaremîn Kongireya we ku nîşaneyeke din ji hewl û tekoşîna we ji bo pêşdebirina demokrasiyê di nava rêxistina

 we de ye, ke yfxweş in. Bi vê boneyê ve, em pîrozbahiyê xwe ên herî germ pêşkêşî we dikin û hêvî dikin we Kongireyeke serkevtî hebe.

 Gelî birêzan!

 Yekîtiya Ciwanên Demokrat ên Kurdistana Îranê, yek ji diyariyên neteweyî ên Komara xweştivî ya Kurdistanê ye û xwediyê dîrokeke geş û birûmet û serbilindî ye. Di qonaxa nû ya xebatê de jî ku li pey hatin serkara rejîma Komara Îsalmî a Îranê dest pê dike, Yekîtiya Ciwanan di xebata çiya û bajar de alahilgirê xebat û berxwedaniyê li dijî çewisandin û stem û zordariya neteweyî bûye, hejmarek berbiçav ji endam û alîgirên wê rêbaza birûmet û şan û şeref canê xwe bext kirine, yan di girtîxaneyên biyom ên rejîmê de hatine hepskirin. Niha jî di çepera zanîngeh û xwendingehan heta şeqam û rêgehên bajaran de em şahîdê fîdakarî û çalakiya ciwanan in.

 Li derve û xerîbiyê, li nav dilê Kurdistanê, li girtîxaneyan û bi giştî li her cihekê ciwanekî/ê Kurd heye, hebe, tevger û berxwedanî li dijî rejîma dijberê ciwanan ya Komara Îslamî, ber bi pêşdeçûnê de ye.

 Ciwanên bihest û şoreşvan ên gelê me li derveyî welat, niha wekî hêzek çeleng û xuya di hemû warên siyasî, çandî, hunerî û xebata sivîl û medenî de bi awayekî hêja û jêhatî erkên neteweyê û welatparêzî ên xwe dimeşînin û di nava kom û komeleyên siyasî û sivîl yên navneteweyî de ê bûne zimanhalê neteweya Kurd. Her ev hewl û tekoşîna wan ya berbiçav jî bû ku sala berê Yekîtiya Ciwanên Demokrat ên Kurdistana Îranê weke endamê Rêxistina Enternasyonala Sosyalîs a Ciwanan hate wergirtin û serbiliniyeke din ji bo ciwanên bihest û welatparêz ên gelê me û tevgera rizgarîxwazane ya Kurd tomar kir. Em çavnihêriya vê çendê dikin ku rêberiya hilbijartî a Kongireya Çarem a Yekîtiya we, zêdetir ji vê çendê hewl û bizavê bide bona ku di kom û komeleyên navneteweyî û yekîtiyên ciwanên dinê yên cîhanê weke endam bihê wergirtin heta delîveya xebat û çalakiyên wê berfirehtir bibe.

  Ciwanên xebatkar!

 Hûn baş dizanin ku rejîma Komara Îslamî ya Îranê ku di hemû warekê ve welatê me tûşî rojreşî û xem û kovanan kiriye, ciwanên bihest û welatparêz yên me rastî kişandina madeyên bêhişker û dehan diyarde û derdên kirêt û biyom ên civakî kirine. Yan kom kom ciwanan dişîne navendên perwerdehiyê ên deste û taqimên teorîstî û wan dike goriyên siyasetên dijî mirovî ên xwe. Di vê navberê de rewşa ciwanên Kurd li Kurdistana Îranê ji cihên din yên Îranê xirabtir e û roj bo rojê ber bi alozî û nebaşiya bêtir diçe.

 Ji bo rizgarkirina wan ciwanan, take rê xebat û dijberî tevî rejîmê ye. Bona vê meremê hewce ye rêberiya nû ya YCDK Îranê, her çiqas zêdetir ciwanên Kurdistana Îranê di bin çetra xwe de kom bike heta bona vê xebat û berxwedaniyê hêz û şiyaneke bêtir bidest bixe. Di heman hal de daxwaza me ji ciwanên Kurd evaye ku tevlî yekîtiya xwe, YCDK Îranê bibin û bi vî awayî hêz û şiyan û karîna xwe a takekesî bixin ser hev, heta bikaribin bi hiloşandina Komara Îslamî ya Îranê û avakirina hikûmeteke nû ku hevdem vîn û îradeya tev takekesên civaka Kurdewarî û nemaze ciwanan be û çi din em şahîdê vê rojreşî û bêpariya ciwanên xwe nebin.

 Hevalên qedirbilind!

 Bi vî awayî di vê Kongireyê de erk û wezîfeyên girîng yê ketine ser milên  we ne, bi liberçavgirtina ceribîna xebat û tekoşîna we û bi taybet bûyerên piştî Kongireya sêyem, pêwîst e bi dahûrandin û şirovekirineke hûr û tevalî ji bo domandina xebat û tekoşîna pêşerojê mekanîzman diyarî  bikin ku yekrêzriya her çiqas bêtir ya yekîtiya we misoger bike û ew çavnihêrî bihê cî ku hûn û gelê Kurd meraqa wê dikim.

 Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê her wekî berê digel hest bi berpirsiyarkirinê her cure alîkarî û piştgiriyek pêşkêşî Yekîtiya Ciwanên Demokrat ên Kurdistana Îranê kiriye, bi taybet piştî Kongireya sêzdehem a xwe de bi kiryar meydana zêdetir ji bo kar û çelengiya ciwanan di rêvebirina kar û barên partiyê de di hemû astekê de pêk aniye, niha şûn de jî careke din li ser piştevanî ji Yekîtiya we tekezê dike û bi hêviyeke geş ji pêşeroja xebata we ya pîzor û  rûmetdar dinêre.

Serkevtî be Kongireya Çarem ya YCDK Îranê

Bihiloşe  rejîma kevneperest ya Komara Îslamî a Îranê

Serkeve xebata hevbeş a neteweyên Îranê ji bo pêkanîna Îraneke demokratîk û federal

Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

Deftera Siyasî

04.08.2007

13.05.1386

 

.:: wê rûpelê ji hevalek xwe re bişînin ::.

 

Emaila xwe:

 

Emaila hevalê/a we: 

 

 

Destpêk  |  Nûçe  |  Siyasî  |  Raman  |  Hevpeyvîn  |  Belge  |  Civakî  |  Çand  |  Têkilî

Malpera navendî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

 Duşem, 15’ê Rezbera 1387’ê Rojî