|
Êvariya roja sêşem, 14’ê Tebaxa
2007’an, di encama çend teqînên rêzokî yên xurt de li gundên Tel Uzêr û Şêx
Xidir ên qezaya Şêxan ya Başûrê Kurdistanê, zêdetir ji 500 kes ji Kurdên Êzidî
ên wê deverê şehîd û birîndar bûn û her wiha ziyan û xisareke berfireh a madî jê
çûbû. Her di wê deverê de berê jî di meha Nîsanê de, 23 kes ji birayên me yên
Êzidî ji aliyê terorîstan ve bi awayekî bikom hatin kuştin.
Ev êrîşên terorîstî yên ku li
herêmên Êzidî akincî yên Başûrê Kurdistanê diqewimin, ji bilî wan armancên giştî
ku terorîst li Îraq û Başûrê Kurdistanê de dişopînin, xwediyê armancên taybet û
diyarîkirî ên xwe ne. Bi gotineke din ev êrîşene bi armanca jînosayda Kurd û
asîmîlekirina nejadî û bi merema derkirina keç û xortên resen ên neteweya Kurd
li ser axa bav û kalên me dimeşe.
Şik û guman di vê çendê de tune ye
ku diyarîkirina wê armanca dijî Kurd û roganîzekirina van tawanên mezin, bi
piştgirî û xerca dewletên dagirker ên Kurdistanê û dijminên maf û azadiyên
neteweya Kurd e.
Kuştin û terorkirina bi tak û bikom
a xortên gelê me di herêmên veqetiyayî ên Başûrê Kurdistanê, zêdetir ji her
demekê, hewcehyî lezkirinê di vegerandina wan deverane bo bin desthilatdariya
Hikûmeta Herêma Kurdistanê û tekezkirinê li ser cîbicîkirina madeya 140’ê ya
Destûra Herdemî ya dewleta Îraqa Federal derdixe holê. Her wiha ji bo
betalkirina pîlan û komployên dijminên Kurd û Kurdistanê û kurtkirina destê reş
yê terorîstan û parastina wan deverane bi giştî û nemaze deverên xwîşk û birayên
me yên Êzidî, pêwîstî bi gav û biryarên lezgîn li Serokatî û Hikûmeta Herêma
Kurdistanê heye.
Em ev 12 partiyên Kurdî û Kurdistanî
yên wajo kerên vê daxuyaniyê, gellek bi tundî komkujiya li dijî xwîşka û birayên
me ên Êzidî, ev xortên resen yên neteweya Kurd, mehkûm û şermezar dikin, di xema
Şehîd û birîndarbûna goriyên vê rêze tawanê de xwe bi şirîk û hevxemê malbat û
kes û karên wan dizanin û di kûrahiya dil de behî û sersaxiyê pêşkêşî wan dikin.
Di heman demê de jî em ji bo listûgirtina her erk û wezîfeyekê ku ji xem û
xisarên wê bûyerê kêm bike, amadebûna xwe îlan dikin.
16.08.2007
-
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
-
Saziya Xebat a Kurdistana Îranê
-
Partiya Sosyalîst a Kurdistanê – PSK
-
Rêkevtina Demokratîk ya Kurd li Sûriyê – Wifaq
-
Partiya Demokrat ya Kurdistanê – PDK Bakûr
-
Partiya Pêşverû ya Demokrat a Kurd li Sûriyê
-
Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê
-
Partiya Azadiya Kurd li Sûriyê
-
Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê – El Partî
-
Partiya Welatparêzên Demokrat ên Kurdistanê - PWD
-
Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê
-
Partiya Azadiya Kurdistanê - PAK |