Destpêk    Nûçe    Siyasî    Raman    Hevpeyvîn    Belge    Civakî    Çand    Têkilî

     فارسی     کوردی

Bername Û Pêrewa Hundirîn Ya Partiya Demokrat A Kurdistana Îranê

(Pejirandiya Kongireya Sêzdehem)

 

 

 

 

Hejmara nû ya Agirî

Agirî rojnameya panzdehrojî ya siyasî, çandî û giştî ye.

Rêberên Şehîd

Pêşewa Qazî Mihemed

Dr. Ebdulrehman Qasimlo

Dr. Sadiq Şerefkendî

 

Peyama Serkreterê Giştî Yê PDK Îranê, Bi Boneya Cejna 25’ê Gelawêjê, 52’mîn Salvegera Avakirina Partiyê

 

Hevwelatiyên hêja!

Civatên xelkê mafxwaz yê Kurdistanê!

Kadro û Pêşmergeyên gel û partiyê!

Endam û alîgirên xebatkar ên Partiya Demokrat!

Malbatên serbilind yên Şehîdan û girtiyên gernas yên siyasî!

25’ê Gelawêja 1324 (16.08.1945)’an, yek ji rojên

nemir ên dîroka tejî evraz û nişîv ya neteweya me ye, di wê roja ji bîr nekirî û pir rûmet de, Partiya Demokrat ya Kurdistanê, li ser destê rêberê navdar û leheng Pêşewa Qazî Mihemed û li ser bingehên rêxistinî yên Komeleya Vejiyana Kurd (J-k) hate avakirin û ji vê rêyê ve bizava neteweyî – demokratîk ya Kurdistanê gaveke bilind û girîng ji bo bidestveanîna maf û azadiyên xelkê mafxwaz yê Kurdistanê avêt.

Di wê çaxê dîrokî de ne tenê Kurdistan, belkî seranserê Îranê û bigire herêma Rojhilata Navîn jî di bîr û baweriyên kevn û sava û paşverû de nuqim bibû û hin sîstemên zordar û kevneperest çarenivîsa gelan bidestve girtibû, yekem partiya modern û nûjen a Kurd hate holê û bidestveanîna mafê neteweyî, demokrasî û vegerandina serweriyê ji bo gel û xebat bona zeliqandin, selimandina wekheviya jin û mêran di civak û malbatê de bi eşkere aniye nava bername û piratîka xwe.

Partiya Demokrat a Kurdistanê, yekemîn partiya Kurdistanî bû ku pêwîstiya organîzasyonekê ji bo pêşdebirina xebata neteweyî ya Kurd fêm kir. Damezrandina Yekîtiya Ciwanan û Yekîtiya Jinên Demokrat ên Kurdistanê di şeş deheyan berî niha de nîşaneya lêzanîn û pêşdîtina avakerên partiya pêşeng ya gelê Kurd bû.

Çend mehan piştî avakirina partiyê û bi sedema pêkhatina guhertinên bingehîn di astên hundirîn, herêmî û navneteweyî de, rêberên Partiya Demokrat li gor hewcehiyeke dîrokî di 2’ê Rêbendana 1324’an a Rojî de, yekemîn Komara demokratîk a Kurd di dîroka Kurdistanê de ava kir. Komarek demokratîk ku xewn, hêvî û xweziyên Kurdî bi rast vegerand û di heyamê nêzîk bi 11 heyvan desthilata nîştimanî a komarê de, azadiya raderbirîn û çapemeniyê, parastina ewlekariya neteweyî a Kurd, hildana ala sê reng ya Kurdistanê û xebat ji bo demokrasî û piştgirî û hevpêwendiya gelên zulmjêkirî û bindest yên Rojhilata Navîn kire bi usûl û pirensîpeke neguher ya partiyê û tevgera neteweyî – demokratîk a Kurdistanê û niha jî rêvîngên rêya azadiya Kurdistanê di wê çarçoveya mirovanî û demokratîk de rêve diçin.

Bi hiloşandina Komara canemerg ya Kurdistanê û lidarvakirina Serok Komarê wê, Partiya Demokrat ya Kurdistanê û tevgera neteweyî – demokratîk a Kurdistanê kete ser durûya çokdadan û berxwedanê. Rêvîngên wefadar û biemeg yên Pêşewa bi rûmet û serfirazî ve rêya berxwedaniyê dane ber xwe û di hemû wî hemayî de heta niha, her demekê pêwîst bûye ji bo bilindragirtina alaya demokrat ji pêşkêşkirina canê xwe dirêxî û kêmasî nekirine. Lewra em mêze dikin di rewşeke wilo de ku rejîma Mihemed Riza Şah, Îranê bi girava aram û rejîma xwe a dîktator bi Cendirmeya Xelîca Fars dihesiband, xebatkarên serhildana bi şan û şeref a salên 46-47’an ya Rojî xew ji çavê dîktatoriya Paşatiyê prand û ew rastî seliman ku dîktatorî û serberedayî Kelek sist û lerizî ye û li hember ruhiya şoreşvanî de tê lerizîn. Lewra rejîmê hemû şiyan û karîna xwe bona serkutkirina xebatkarên Kurd bikar anî û xwîna rêberên wê serhildanê rêt û bi sedan kes ji endamên nepenî yên partiyê li bajar û gundên Kurdistanê xistin girtîxaneyên xwe ên reş û bixof de.

Di wan salên giran û dijwar de, rêberê navdar – Dr. Ebdulrehman Qasimlo – serkêşiya xebata neteweyî-demokratîk ya Kurdistanê bidestve girt û careke din asoya xebata neteweya me geş û ronahîtir û rêvîngên rêya azadiyê berdewamtir û xicatên xelkê Kurdistanê biîsrartir hatin çeper û qada xebat û berxwedanê.

Şoreşa gelên Îranê di Rêbendana sala 1357’an de, hêviyeke nû xiste nav dilê civatên xelkê Kurdistanê, lê mixabin bidestxistiyên wê şoreşê ji hêla Melayan ve hatin talankirin û wan bi agir û hesin bersiva xwestekên aştîxwazane yên Kurdan dan û Kurdistan bi awayên herî hov û dirindane kete ber êrîşa Pasdarên tarîtî û nezaniyê û bi vî awayî bersiva NA bi daxwazên berheq ên neteweya Kurd hate dayîn, neteweya me jî ji bo xebat û berevanî ji man û heyîna xwe, li cihê teslîmbûn bi kevneperestiyê rêya berxwedaniya çekdarî hilbijart û bo demekê jî rê neda ku rejîm û dar û destekên wê bi asûde û rihetî li ser axa zevtkirî a Kurdistanê bimîne.

Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê, li doma xebata birûmet ya xwe de, gellek evraz û nişîv û karesat bi xwe ve dîtine, lê ewa cihê rûmet û şanaziya wê partiya pêşeng e, bêrawestiyan, mandînenasî û berdewamî di xebat û tekoşînê de ye. Bêguman terorkirina rêberên leheng yên partiya me Şehîd Dr. Ebdulrehman Qasimlo û Dr. Şerefkendî û dehan Kadroyên rêberiyê ji aliyê terorîstên rejîma mirovkuj ya Komara Îslamî ya Îranê ve, derbeyeke giran û dijwar ji bo tev rêvîngên maf û azadiyên xelkê Kurdistanê bû. Lê ji ber ku Partiya Demokrat mektebeke modern û pêşverû ji bo perwerde û elimandina Rêber, Kadro, Pêşmerge û endamên wê yên jêhatî bûye, ji dest dayîna rêberên mezin, şehîdbûna hezaran Kadro û Pêşmergeyan, îdam, girtin û qirkirina sedan kes ji endamên nepenî yên partiyê nekariye li ser rêya domandina xebata wê partiyê astengan pêk bîne. Ewa ku di vê derbarê de jî cihê kêfxweşî û rûmetê ye, ew e ku neteweya me qedr û qîmeta rêberên xebatkar û mandînenas ên xwe dizane û fîdakariyên wan ji bîr nake. Daxistina dikan û bazara piraniya bajarên Kurdistanê û temirandina çirayan di şeva 22’ê Pûşpera îsal, salvegera terorkirina rêberê aştîxwaz û micid yê gelê me – nemir Dr. Ebdulrehman Qasimlo – nîşaneya wê rastiyê ne ku rêya wan rêberên mezin her kesk û berdewam e û ew di biheşta bîr û ramanên neteweya xwe de her zindî ne.

Hevalên rêzdar!

Xelkê gernas û mafxwaz yê Kurdistanê!

Komara Îslamî ya Îranê zevtker û binpêkerê maf û azadiyên xelkê Kurdistanê û tev gelên bindest yên Îranê, di asta navneteweyî de, wekî rejîmeke serberedayî, qeyransaz û binpêkerê qanûn û peymanên navneteweyî hatiye naskirin û di refa herî pêş a wan rejîman de ye ku çi cure nirx û bihayekê bi pirensîp û yasayên navneteweyî nade û yê bûye rejîmeke serberdayî û hewildaneke berfireh bona çêkirina çekên Etomî dest pê kiriye û eşkere ye, çekdarbûna wê rejîmê bi wan çekên kavilker, dikare çi karesatekê ji bo cîhana pêşketî û mirovahiyê biafirîne.

Ew rejîme di asta herêmî de, hewildan û xebatên xwe ji bo destavêtin di nav kar û barên hundirîn ên welatên Rojhilata Navîn de bileztir kiriye, Li Asyaya Navîn, Efxanistan, Pakistan û Keş,îrê heta digihîje Îraq, Lubnan, Yemen, Filistîn û Behreynê bi eşkere û li ber çavê xelkê cîhanê ve alîkariyê dide girûpên terorîstî. Ev kar û kiryarên rejîmlê yê bûye sedema vê çendê ku welatên herêma Rojhilata Navîn bêtir ji caran seh bi tirs û xofê ji wê rejîmê bikin û bikevine fikra çêkirina cemsera dijberî wê rejîma dîktator.

Di asta navxweyî de jî û nemaze di van çend mehên dawiyê de, rejîma azadîkuj a Komara Îslamî ya Îranê li seranserê Îranê bi giştî û bi taybet li Kurdistanê, serkutkirinek sîstematîk yê daye destpêkirin û di wê serkut û çewisandina dijî mirovane de, jin, mamsota (dersbêj), xwendekar, karker û rojnamevan yê kirine nîşane û armanc. Xuya û aşkera ye ku vê pêla nû ya serkut û tepeserkirinan, nîşaneyek ji bo herifandina rewa û berheqiya vê rejîma serberedayî ye û sîgnalek ji bo guhertinên kûr ên siyasî di civaka Îranê de ye.

Hevwelatiyên hêja!

Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê, partiya pêşeng a tevgera neteweyî-demokratîk ya Kurdistanê, li ser vê baweriyê ye ji bo bersivdan bi wan guhertinên girîng ên hundirîn, herêmî û navneteweyî, herwiha ji bo rizgarkirina bilez a neteweyên bindest yên Îranê di bin çengê wê rejîmê de, hewce ye em di 3 waran de hewl û xebatên xwe berfireh bikin:

A) Di asta Kurdistanê de, pêwîst e partî û rêxistinên Kurdistanê zêdetir ji caran di diyalogeke avaker bi merema gihîştin bi platformeke demokratîk ji bo pêşeroja Kurdistanê, bi dûr ji her terze metodeke propagandeyî beşdariyê bikin.

B) Di asta neteweyên bindest ên Îranê de, hewce ye Kongireya Neteweyên Îrana Federal çelengtir bihê kirin û bikare bi awayekî piratîkî xebata neteweyî a gelên bindest piraktîze bike û bibe sedema balkişandina navendên biryardanê û di encamê de bibe yek ji kolekeyên sereke ên bedel û alternatîva Komara Îslamî ya Îranê.

C) Di asta seranserî de, lazim e diyalog û gotûbêjeke avakerdi navbera hemû partî û rêxistinên siyasî ên Opozîsyona Komara îslamî de dest pê bike û hemû bi dûr ji çarçoveya teng û bertesk ên îdeolojîkî, bona çêkirina eniyeke demokratîk ya nîştimanê hewlan bidin û wekî bedel û alternatîva sereke ya Komara Îslamî a Îranê ji bîr û raya giştî û cîhanê re binasînin. Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê bi fermî nasîna hemû maf û azadiyên xelkê Kurdistanê û neteweyên dinê yên bindest ên Îranê ji bo pêkanîna her çiqas bileztir ya wê eniyê bi kolekeyeke qahîm dizane û ji bo tev alîkarî û hevpêwendiyeke piratîkî amade ye.

Me ji bo alîkarî û hevpêwendiyê di wan sê astan de gellek xebatên hêja meşandine û niha şûn de jî xwe di vê rêyê de bi berpirsiyar dizanin û di vê derheqê de em ji bo diyalog û gotûbêjê û guhartian bîr û rayan her destek hevkariyê bi germî digivişînin.

Xelkê xebatkar yê Kurdistanê!

Bi hewce dizanim di vê roja dîrokî e careke din li ser çend pirensîpên neguher ên Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê tekezê bikim:

1. Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê di hemû astan û bi giştî di derbarê doza rewa û berheq ya Kurd de, bawerî bi aştî û gotûbêja avaker heye û herdem xwe pêbend bi wan pirensîpên şaristanî dizane.

2. Partiya Demokrat weke partiyeke demokratîk ya neteweyî bona gihîştin bi armancên bilind ên mirovanî û neteweyî ên xwe ji hemû awayên xebatê wekî: xebata rêxistinî, dîplomatîk, ragihandin û heta xebata çekdarî weke aleva dawîn ya xebatê, di demên pêwîst de mifahê distîne.

3. Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê, gelên bindest yên Îranê bi hevalbendîn stratejîk ên xwe dizane û li ser pêwendiya kûr û berfireh a navbera wan gelên bindest tekezê dike.

4. Partiya Demokrat ya Kurdistanê, bi serxwebûna biryardanê, xweparastin ji destavêtin di nav kar û barên hundir yê hêzan li ser rêz û hurmeta dualî û alîkariya dostane îsrar û tekezê dike.

5. Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê, tevî pêvajoya demokratîzasyona Rojhilata Navîn hevgav e, ji ber ku tenê cihgirbûna demokrasiyê di wê herêmê de dikaribe azadiya gelên bindest û yek ji wan gelê Kurd ewle û garantî bike.

6. Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê bi parastina mafên mirovan pêbend dizane û xwe di eniya dijî terorîzm û kevneperestiyê de dibîne.

DI dawiyê de, bi boneya 62’hemîn salvegera damezrandina Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê ve, silavên emegnasiyê ji bo hemû wan xebatkaran dişînim ku heta bo rojekê jî bûye, di refa xebatkarên wê partiya tejî rûmet û serbilindî xebitîne û xebat û tekoşîna wan yê bûye sebeba vê çendê ku partiya wan serbarê hemû pîlan û komployên qirêj ên dijmin û neyaran, her wisa xweştevî û cihê bawerî û hitbara civatên xelkê Kurdistanê bimîne. Em ji wna re dibêjin, silav ji bo fîdakarî, mandîbûn û xebat û tekoşîna we.

 

Silav li xelkê Kurdistanê, piştevanên herdem yê Partiya Demokrat ya Kurdistan

Silav li malbatên serfiraz ên Şehîdan û hemû girtiyên berxweder û qehreman yên siyasî

Silav li kêmendamên partiyê, şehîdên zindîê ên xebatê

Silav li Pêşmergeyên çavnetirs ên gel û partiyê, alahilgirên maf û azadiyên xelkê Kurdistanê

Pîroz be 25’ê Gelawêjê, 62’hemîn salvegera damezrandina partiya pêşeng ya gelê Kurd, Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

 

.:: wê rûpelê ji hevalek xwe re bişînin ::.

 

Emaila xwe:

 

Emaila hevalê/a we: 

 

 

Destpêk  |  Nûçe  |  Siyasî  |  Raman  |  Hevpeyvîn  |  Belge  |  Civakî  |  Çand  |  Têkilî

Malpera navendî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

 Înî, 4’ê Gelawêja 1387’ê Rojî