Destpêk    Nûçe    Siyasî    Raman    Hevpeyvîn    Belge    Civakî    Çand    Têkilî

     فارسی     کوردی

Bername Û Pêrewa Hundirîn Ya Partiya Demokrat A Kurdistana Îranê

(Pejirandiya Kongireya Sêzdehem)

 

 

 

 

Hejmara nû ya Agirî

Agirî rojnameya panzdehrojî ya siyasî, çandî û giştî ye.

Rêberên Şehîd

Pêşewa Qazî Mihemed

Dr. Ebdulrehman Qasimlo

Dr. Sadiq Şerefkendî

 

12 Partiyên Kurdistanê Êrîşên Îranê Derheq Hikûmet Û Zahmetkêşên Kurdistanê Şermezar Kirin

 

Ev du hefte ye, Komara Îslamî a Îranê, bi hêcet û bihaneya ku hinek dijberên wê li ser tixûban hene, hêzeke mezin aniye ser sînor. Her wisa Supaha Pasdarên Îranê, daxuyaniyek belav kiriye û têda gefa gundiyên ser sînor xwariye.

 Di belavoka Supaha Pasdaran da, ji gundiyan tê xwastinê, ji bona ku nekevin ber topbaran û katyoşabaran û bombebarana hewayî, mal û zeviyên xwe bi cî bihêlin. Paş gefxwarina hanê, Komara Îslamî a Îranê, di 23’ê meha Tebaxa sala 2007’an da dest bi topbaran û bombebarankirina Herêmên Xinêre Lolan, Qendîl, Başmax û çend heremên din yên li ser tixûbê kiriye. Di encama topbaran û bombebarana han da, hinek xelkê gundan neçar mane, ku mal û zeviyên xwe bi cî bihêlin. Gellek zirarên malî heta ziyanê canî li gundiyan ketiye.

 

Ev cara yekê nine ku gundiyên li ser tixûbên Kurdistanê dikevine ber êrîşa dijminên neteweya me. Komara Îslamî di sala 1992’an da jî, bi top û katyoşayan êrîş kiribû ser herêma tixûbên Qendîlê. Ji ber êrîşa han gellek gundiyên vê herêmê avare û derbeder bûn. Rejîma BeeS jî di dema desthilatdariya xwe da, hezaran gundên Kurdistanê wêran kir û dehan hezar kes jî bûne qurbanên Enfalan.

 

Komara Îslamî a Îranê, bi vê karê xwe ya dijîmirovî, nîşan da ku qîma xwe tenê alozkirina tenahiya Îraqê bi piştgirîkirina terorîstan ve, nayne. Destê xwe di kar û barên vî welatî da verdide. Ji aliyê din Komara Îslamî a Îranê bi êrîşa xwe ya leşkerî û topbaranê va, dijberiya xwe derheq Kurdên hêla dinê ya sînoran eşkere dike û dibe sedema şewitandina wan zevî û baxan, ku gundiyan paş ruxana rejîma Saddam, bi keda xwe avadan kiri bûn. Zêvî û baxên li ser sînorê carekê dinê bi alava çekên rejîma Komara Îslamî ve têne şewitandinê.

 

Em êrîşa han ya neheq mehkûm dikin û hemderdiya xwe pêşkêşê gundiyên vê herêmê dikin. Em ji Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, ji welatên demokrat, ji rêxistin û saziyên mirovdost, ji hemû azadîxwazên cîhanê daxwaz dikin ku li hemberê êrîşa hanê bêdeng nebin, zext bikine li ser rejîma Îslamî a Îranê, daku hêzên êrîşker û cinayetkar ên xwe ji tixûban bikşîne û dev jê topbarana herêma han berde.

 

26.08.2007

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Partiya Sosyalîsta Kurdistan-PSK

Partiya Demokrata Kurdistanê-PDK (Bakur)

Partî Demokratê Kurd Li Sûriyê (Elpartî)

Partiya Pêşverûya Demokrat a Kurd Li Surî

Partiya Yêkitî Demokratê ya Kurd Li Sûriyê

Partiya Welatparêzên Demokratên Kurdistan-PWD

Partiya Azadî ya Kurd Li Sûriyê

Partiya Yekîtiya Kurd Li Sûriyê

Rêkevtina Demokrat a Kurd li Sûriyê

Partiya Azadiya Kurdistanê-PAK

Rêxistina Xebata Kurdistana Îranê

 

.:: wê rûpelê ji hevalek xwe re bişînin ::.

 

Emaila xwe:

 

Emaila hevalê/a we: 

 

 

Destpêk  |  Nûçe  |  Siyasî  |  Raman  |  Hevpeyvîn  |  Belge  |  Civakî  |  Çand  |  Têkilî

Malpera navendî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

 Yekşem, 30’ê Pûşpera 1387’ê Rojî