Destpêk    Nûçe    Siyasî    Raman    Hevpeyvîn    Belge    Civakî    Çand    Têkilî

     فارسی     کوردی

Bername Û Pêrewa Hundirîn Ya Partiya Demokrat A Kurdistana Îranê

(Pejirandiya Kongireya Sêzdehem)

 

 

 

 

Hejmara nû ya Agirî

Agirî rojnameya panzdehrojî ya siyasî, çandî û giştî ye.

Rêberên Şehîd

Pêşewa Qazî Mihemed

Dr. Ebdulrehman Qasimlo

Dr. Sadiq Şerefkendî

 

Mela Ebdula Hesenzade Û Bernameya Wî Ji Bo Partiyê!

 

Bi  dehan caran axavtinên Mela Ebdula piştî cudabûna wî ji Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê li dijî rêberiya wê partiyê di gellek rojname, kovar û malperên înternetê de belav bûye û rojane pir kes dibihîse û dixwîne. Ser û binê wan gotinan jî vedigere bo qenaet pêkirina xelkê bi vê çendê ku ev veqetiyane wî nekiriye, belkî aliyên din ew cudabûn bi ser wan de sepandî ye! Heke xelkê Kurdistanê jî

gotinên wî napejirînin, eva vedigere ser asta hişyarî û zanayiya xelkê.

 Partiya Demokrat jî hez nekiriye dema xwe ji bo bersivandina van gotinan xisar û bitelifîne. Lê eva ku navhatî gellek nerihet dike û wekî pirsên din  ên xelkê, ji wan re bersiv tune ye careke din roja 01.09.2007’án, di civînekê li welatê Swêdê de tîne berbas.

 Ew dibêje:

 “... Demekê ez dibêjim ku amade me hemû karîn û şiyana xwe çi kêm û çi zêde bixim xizmeta partî û rêberiya partiyê, bi vê mercê ku partiyê ji bo kar û xebatê bername hebe. Renge ji min bipirsin başe çima heta tu bixwe sekreterê partiyê bûyî, bernameyê te tune bûn?

 Di bersiva vê pirsa îtimalî de ji we re dibêjim, 3 mehên din digihîje nêzîk 3 salan ku bernameya min ji bo pêkanîna guhertinan di partiyê de Komîteya Navendî pejirandiye neku min pêşniyar kiribe. Lê divêt kî bernameyan cî bi cî bike, siyasî Nîzamî! Siyasî Nîzamî li destê de, kî bû, li destê wan de bû( di bin berpirsiyariya aliyê din de bû). Wan nedixwest tu gihertinek bihê kiri n, partî pêş dikeve, ji ber ku dixwestin bibêjin bi hebûna Ebdula Hesenzade ew partî mirî ye”.

 Ev bersiva Mela Ebdula ji bo vê pirsa gel çunkî wî bi xwe jî qanih nake, bêguman xelk jî bi vê bersiva wî qanih nine, ew jî ji ber vê sedema sade ye ku:

 Heke bernameyek ji aliyê Sekreter ve tê pêşniyarkirin  û goya Komîteya Navendî jî dipejirîne, çawa ye ku endamekî Komîteya Navendî ku berpirsiyarê Komîsyoneke partiyê ye, wê bernamê birêve nabe? Heke ev gotine rast e, çima Sekreter û Komîteya Navendî ew kes ceza nekirin û kesekî din li cihê navhatî nedidanîn heta bernameya rêzdar Sekreterê Partiyê rêve bibe, piraktîze bike? Aqibet, ew çi Sekreter û Komîteya Navendiyek e ku kesek bernameyê wan dihiloşîne û rêve nabe?

 Malpera “Kurdistanukurd”

 Berevajî van gotinên Mela Ebdula, em dibêjin ku Mela Ebdula di tevahiya dema Sekreterbûna xwe de ew qas di nav hûrekarên partiyê de xendiqîbû ku eger zanîbe bername jî çi ye, çi wextek ji bo wî karî li dest de nemabû.

 Heke ne wisa ye, bila Mela Ebdula niha ew bernameya ku îdea dike wê demê hatiye pejirandin û kesekê/î nedîtiye biweşîne ku him xelk û him tev endamên wê demê ên rêberiya partiyê wê bernameyê bibînin.

 Xa heke bernameyeke baş jî bibe, em dikarin mifahê jê bistînin.

 Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

 Sekretariya

 08.09.2007

 

.:: wê rûpelê ji hevalek xwe re bişînin ::.

 

Emaila xwe:

 

Emaila hevalê/a we: 

 

 

Destpêk  |  Nûçe  |  Siyasî  |  Raman  |  Hevpeyvîn  |  Belge  |  Civakî  |  Çand  |  Têkilî

Malpera navendî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

 Duşem, 18’ê Xermanana 1387’ê Rojî