|
bi şan û şeref û birûmet a vê
koma
xebatkarên gelê me û asûdebûna riha nemir a wan e û ji aliyê din ve jî bo careke
din nîşandana kerb û bêzarî ji teror û terorîzmê ye.
Xûşk û birayên rêzdar!
15
salan berî niho hevalê xebatkar û mandînenas Dr. Sadiq Şerefkendî ji bo
encamdana erk û xebatên siyasî û partiyê sefera Ewropayê kir. Piştî çend rojan
gihîştin bo Ewropayê, bi armanca beşdarîkirin di Kongireya Enternasyonala
Sosyalîst bi serokatiya Şanda nûneriya PDK Îrqanê sefera welatê Almanya kir û li
bajarê Berlînê beşdarî di wê Kongireyê de kir û gotara PDK Îranê pêşkêş kir û bi
awayekî çeleng di bas û nîqaşên Kongireya han beşdarî kir. Piştî bi dawîhatina
Kongireya ES, li gor bernameyeke diyarîkirî, êvariya roja 17’ê Îlona 1992’an, bi
merema bîr û ra guhertin û gotûbêj li ser rewşa siyasî a Îranê tevî nûnerên
beşek ji partî û rêxistinên Opozîsyona Îranê li xwaringeha Mîkonos a Berlînê li
hev civiyan.
Li pey demeke kurt ji pêkhatina
civîna wan, terorîstên rejîma Komara Îslamî a Îranê ku ji cihê civînê hesiyabûn,
xwe gihîjandin wir û gellek hov û bêrehmane ew dan ber êrîşa çekên xwe û bi vê
kiryara terorîstî, careke din şanda PDK Îranê ku pêkhatibû ji Dr. Seîd
Şerefkendî, Sekreterê Giştî yê Partiyê û Fetah Ebdulî, endamê Komîteya Navendî û
nûnerê partiyê ê wê demê li derveyî welêt, Humayûn Erdelan, nûnerê partiyê li
Almaniya û Nûrî Dêhkurdî, kesayetiyê siyasî û dostê qedîmî yê partiyê hatin
şehîdkirin.
Bi vî awayî rejîmê cinayeteke din
derheq Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê û gelê azadîxwaz ê Kurd û hemû ew
kesên ku li seranserî dinyayê dilê wan ji bo azadî, demokrasî û biha û nirxên
mirovahiyê dikute, afirand û rêberên rejîma Komara Îslamî a Îranê jî ku biryara
ew tawana mezin dabûn, rûpelek reş a din bi dîroka tejî şermezarî û riswabûna
xwe zêde kirin û bi encamdana vê cinayetê careke din ketin ber kerb û kîn û
bêzariya civata navneteweyî.
Gelê Kurd û PDK Îranê hêşta birîna
bikul û jan û şehîdkirina rêberê me yê navdar Dr. Qasimlo, Sekreterê Giştî yê
PDK Îranê û hevalên wî bi destê terorîstên Komara Îslamî a Îranê li bajarê
Viyenê derman nekiribû, xeberê nexweş û dilêş yê vê bûyera samdar gihîşt me û
gelê Kurd careke din tazîdar kir. Diyare rejîma Komara Îslamî a Îranê ji dîrokê
ebretê wernagire û nizane PDK Îranê di dîroka tejî serbilindî a xwe de, rastî
dehan bûyer û qewimînên wiha hatiye û li hember van hewl û bizavên dijminên gelê
Kurd de qahîm û mikumtir xebata azadîxwaziya gelê Kurd didomîne.
Dîroka tejî rûmet a partiya me jî ev
rastiye selimandiye ku piştî şehîdkirina Pêşewa Qazî Mihemed û Dr. Qasimlo bi çi
awayekê xebatkarên PDK Îranê di çepera hêvî û xweziyên wan ên serfirazane
parêzvanî kirin. Piştî şehîdkirina Dr. Seîd jî rêberiya PDK Îranê û Kadro û
Pêşmergeyên qehreman û gernas ên partiyê bi piştgiriya civatên xelkê Kurdistanê
ji rejîma Komara Îslamî a Îranê re selimandin, di vê kiryarê de jî weke hemî
kirinên xwe ên din şaş û xelet in û nikarin qameta bilind û biheybet a PDK Îranê
biçemînin.
Xûşk û birayên rêzdar!
Rêber û xebatkarê navdar ê gelê me,
Dr. Sadiq(Seîd) Şerefkendî xwediyê gellek taybetmendî, şiyan û karîn ên bêmînak
bû, her ew karîn jî bû ku piştî şehîdbûna rêberê me yê mezin, pir zû nîşan da
xebatkarekî xwedî karîn yê Partiya Demokrat û diyariyekî jêhatî yê Dr. Qasimlo û
rêberekî bilîmet yê gelê Kurd e. Her eva jî bû rejîma terorîstperwer a Komara
Îslamî a Îranê bi danîna vê kompiloya terorîstî şehîd kir.
Hevalên qedirgiran!
Baskirin li ser jiyan û xebata
rêberekî navdarê Kurd derfeteke zêdetir dixwaze, lê di vê bibîranîna pîroz de,
ez bi hewce dizanim bi kurtî qala jiyan û xebat û tekoşîna vî şehîdê mezin
bikin.
Rêberê xebatkarê yê partiya me Dr.
Seîd sala 1316’an a Rojî(1937) ji malbateke şoreşvan û welatparêz ya Kurd li
gundê Terexe a Bokanê ji dayîk bûye. Dema ku hêj zarok bû, bavê wî koça dawiyê
kir û ji nazkirinên bav bêpar bûye. Lewra serperiştîkirin û xwedîkirina wî
ketiye ser milê birayê mezin yê wî, Mamosta Ebdulrehman Şerefkendî naskirî bi
Mamosta Hejar, kesayetiyê navdar û helbestvanê mezin yê Kurd.
Xwendina destpêkî heta qetandina
qonaxa dîplomeyê li bajarên Bokan, Mehebad û Tewrêzê derbas kiriye. Piştre ji bo
domandina xwendinê çûye “Danişsera”ya Bilind a Tehranê û sala 1338’an Lîseya
Kîmiyayê wergirtiye. Li pey kutakirina xwendinê, vegeriyaye Kurdistanê û li
bajarên Mehebad û Urmiyê erkê pîroz yê dersbêjî(Mamostayî)yê bûye. Bi sedema
zanayî, jêhatîbûn, xweştevîbûn û hesta welatparêziyê ve ji aliyê dezgeh û
navendên sîxor û ajanên rejîma Paşatî ya Mihemedriza Şah ve tevî çend kes ji
hevbîrên wî ji bo bajarên Erak û Kerecê hatin dûrxistin.
Sala 1351(1972)’an ji bo domandin bi
xwendina bilind karî ji borseya Wezareta “ulûm” (Zanistê) mifahê bistîne û biçe
welatê Fransayê.
Sala 1352(1978)’an, ji rêya rêberê
zana yê gelê Kurd Dr. Qasimlo tevî armanc û siyasetên PDK Îranê nasyar dibe û
xebata xwe a siyasî bi partiyê re dest pê dike. Piştî wergirtina Doktorayê, sala
1355(1976)’an vegeriyaye Tehranê û bû mamostayê Zanîngehê.
Dr. Seîd serbarê erkê mamostayiya
zanîngehê, tevî xwendekar û mamostayên zanîngehê û welatparêzên Kurd pêwendiya
siyasî û rêxistinî pêk aniye û bi Dr. Qasimlo re jî têkiliyek berdewam û ser û
ber pêk aniye. Piştî serkevtina Şoreşa Gelên Îranê, Dr. Şerefkendî wekî
tekoşerekî demokrat û kesayetiyekî naskirî yê siyasî di nav Kurdên Tehranê
rolek berçav lîst. Bi sedema jêhatîbûna wî, sala 1980’an bû Ravêjkarê Komîteya
Navendî a PDK Îranê û ji wê demê heya dema şehîdbûnê bi awayekî jêhatî erk û
wezîfeyên partiyê birêve bir û pileyên siyasî û rêxistinî yên partiyê yek li pey
yekê bi serkevtî derbas kirin. Bi taybet dû şehîdbûna Dr. Qasimloyê nemir erkê
xwe bi rûmet û serbilindî meşand.
Herwekî min bas kir, Dr. Seîd
xwediyê gellek xislet û taybetmendiyên bilind bû, liv û riftarên jêhatî hebû. Di
kar û xebatên partiyê de rêberekî zana û jêhatî û xwedî şiyan bû, rêberekî bi
bername û mandînenas û bêrawestan bû. Tevî hemû cure diyardeyên kirêt ên siyasî
û rêxistinî ku derbeyê ji pirensîpên partiyê bigehîne, xebat û berxwedanî dikir.
Li dijî bê usûlî û serberedayî û derfetperestiyê bû. Ji mirovên şoreşvan û bi
bîr û bawer û xebatkar re hez dikir. Hem di gotin û hem di kiryarê de rûçikekî
demokrat û Kadroyekî payebilind yê PDK Îranê bû. Li piraniya organên partiyê de
cî destê Dr. Seîd xuye bû. Di Radyo, Rêxistina nepenî û weşanên partiyê de û
aqibet di pêwendiyên navneteweyî de Dr. Şerefkendî nîşan da ku rêberekî mezin û
bi şiyan yê partiya me û kesayetiyekî xwedan helwest e.
Xebatkarê din yê vê bûyerê kekê
Fetah Ebdulî, endamê Komîteya Navendî û nûnerê wê demê ê PDK Îranê li derveyî
welêt bû. Kek Fetah yek ji Kadroyên çeleng ê partiyê bû, her ji destpêka xebata
siyasî a xwe di refên partiya me de, heta pileya Komîteya Navendî bi serkevtî
bihurand û erk û wezîfeyên şoreşgerî ên xwe birêve biriye.
Di berpirsiyariya xwe a dawî jî ku
nûnerê partiyê li derveyî welêt bû, bi awayekî jêhatî xizmet bi armancên partiya
me a xebatkar kir.
Şehîdê din ê me, kekê Humayûn
Erdelan, nûnerê PDK Îranê li welatê Almanya bû. Kek Humayûn wekî rewşenbîrekî bi
bîr û bawer û di xizmeta armancên neteweyî ên gelê Kurd bû û erkên siyasî û
wd...yên partiyê dimeşand.
Goriyên din ên bûyera Mîkonosê,
birêz Nûrî Dêhkurdî xebatkarê rêya azadî û demokrasiyê û dostê dêrîn yê partiya
me bû ku beşek zaf ji temenê xwe di pêxema xebat ji bo wan armancan de terxan
kiribû û aqibet di wê rêyê de jî jiyana xwe ji dest da.
Şehîdbûna xebatkarekî navdar û
rêberekî leheng wekî Dr. Seîd û desteyek ji xebatkarên partiya me ji bo tevgera
rizgarîxwaziya Kurd bi giştî û nemaze PDK Îranê û malbatên wan ên welatparêz
ziyan û xisareke mezin û jibîrnekirî ye. Ev kiryara terorîstî bi qasekê dilêş bû
ku civata navneteweyî hejand. Lewra ji hêla kom û komeleyên siyasî û mirovhez ve
hate şermezarkirin û daxwaza vekolîn û lêpirsîn li ser awayê vê kiryara
terorîstî û herwiha cezakirina tawanbarên vê cinayetê ji dewleta Almanya û
dezgeh û saziyên ewlekarî û dadê ên wî welatî kirin.
Polîsê Almanya jî bi lezginî dest da
tekoşînê û di demeke kurt de karî bikujên cinayeta terorîstî a Mîkonosê binçav
bike. Piştî zêdetir ji 3 sal û nîvan vekolîn li ser sûçbaran, Dezgeha Dadê a
Almanyayê gihîşt vê encamê ku terorîst ji aliyê rêberên rejîma Komara Îslamî a
Îranê ve hatine sipartin ku vê cinayetê encam bidin. Biryara Dadgeha Federal a
Almanyayê û encama lêkolînan di 23’ê Nîsana 1997’an hate îlankirin û li
seranserê cîhanê deng veda. Li pey ev biryara Dadgeha Dadê a Almanyayê, dewleta
Almanyayê, Amerîka û her wiha Yekîtiya Ewropayê di civîna Civatên Wezîran de ku
di 29.04.1997’an li Lokzamborgê hate lidarxistin, ev tawana rêberên rejîma
Îslamî a Îranê hate mehkûmkirin. Piraniya wan welatan balyozên xwe ji Îranê
vexwendin û pêwendiyên xwe ên dîplomasiyê bi Îranê re ji bo demekê sekinandin.
Xûşk û birayên qedirgiran!
Rejîma Komara Îslamî a Îranê piştî
derbasbûna 28 salan ji desthilata reş û gemar a xwe de, nekarî ye ku daxwaziyên
siyasî û sivîl ên neteweyên Îranê dabîn bike. Ji bo mana desthilata xwe a
dîktator, li ser siyaseta çewisandin û tund û dijwariyê berdewam e. Bi taybet
piştî hatine ser kara Mehmûd Ehmedînejad bi tevahî ji bo serkuta hemû dengeke
demokrasîxwazane û hemû hewl û bizaveke şoreşvanî û welatparêzane pêleke din ji
girtin, îşkence û îdaman dest pê kiriye û girtîxane ji azadîxwaz, rojnamevan û
çalakên xebata sivîl tejî kirine. Herwiha rejîm di warê aborî ve jî rastî kirîz
û pirsgirêkên kûr bûye û giranî, bêkarî û betalî, qendelî û riziyoka îdarî û
civakî yê bûye beşek din ji vê qeyranê.
Di siyaseta navdewletî de jî bi
sedema neparastina yasayan û liberçavnegirtina rêsayên navneteweyî û
çaresernekirina projekta Etomî û alîkarî bi terorîzma navdewletî re û polîtîka
maytêkirin û destavêtin di nav kar û barên welatan de, bi tevahî di nav û kom û
komeleyên siyasî û navneteweyî de munzewî bûye û bawerî û hitbara xwe li cem
welatên pêşverû û mirovdost ji dest daye.
Hevalên hêja!
Em di çaxekê de 15 saliya şehîdbûna
rêberê mezin yê partiya xwe Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên wî bibîr tînin ku di
seranserê cîhanê de û nemaze li Rojhilata Navîn xebateke tund û dijwar li dijî
terorîzm û dîktatoriyê didome û rojane sedan kes dibin goriyên destê teorîzmê.
Eva di demekê de ye ku niha basê vê
çendê tê kirin ku Dezgeha Dad a Almanya dixwaze çend kes ji bikujên cinayeta
Mîkonosê di dawiya îsal de serbest berde û bişînin welatên wan. Em bawer in ku
kiryareke wiha ji bilî bêhurmet bi nirx û û pirensîpên mirovahiyê û binpêkirina
mafên mirovan tu peyameke din di dû de tune, lewra em daxwaz dikin ku rê û
derfeta serbestberdana van tawanbarane nehê dayîn û hewl û xebata vê yekê jî
were dan ku rêberên rejîma teror û tawanê a Komara Îslamî a Îranê jî wekî
biryarderên vê cinayeta terorîstî di dadgeheke navneteweyî de bi cezayên xwe
bigihîjin.
Beşdarên rêzdar!
Di rastî de bibîranîna Dr.
Şerefkendî û hevalên wî ên nemir, tenê yadek nine ku di roja 17’ê Îlonê de were
rêzgirtin. Belkî bîranîn û serpêhatiyên wan hevgav di nav dilê tev Kurdek
welatparêz de zindî ne. Xebat û tekoşîna tejî destkevt û serfirazî, exlaq û
sincê bilind yê şoreşvanî yê wan, rêbaza herdem zindî ya wan sermeşq û mînakek
bêwêne a xebata me ye û em şanazî û rûmetê bi wan dikin.
Her wekî em mêze dikin gelê
xebatkar yê Kurdistanê û keç û xortên wefadar ên neteweya Kurd û gişt hogirên
azadî û demokrasiyê jî li seranserî dinyayê bîranîna rêberê nemir ê gelê me rêz
digirin û xwegorîkirina wan bilind dinirxînin. Her di wê demê de jî kerb û
bêzariya xwe ji terorîzmê û rêberên rejîma Komara Îslamî a Îranê wekî
biryarderên cinayeta Mîkonosê û sedan kiryarên din ên terorîstî didin xuyakirin
û şermezar dikin.
Di 15’hemîn salvegera şehîdbûna
rêberê zana Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên nemir Fetah Ebdulî, Humayon Erdelan û
Nûrî Dêhkurdî, careke din em tevî canê paqij ê wan soz û peymanê nû dikin heta
bidestveanîna armancên wan û gihîştina gelê Kurd bi mafên berheq ên xwe xebat û
rêbaza wan a pîroz didomînin û ala armancên wan her bilind û geş radigirin.
Silav li canê paqij yê Dr. Seîd
û hevalên wî
Bihiloşe rejîma terorîstperwer a
Komara Îslamî a Îranê
Serkeve xebata gelên Îranê ji bo
anîne serkara sîstemeke demokratîk û federal di Îranê de
Di dawiyê de careke din bona
beşdariya we rêzdaran di vê rê û resmê spas dikim. |