|
Di heyama 40 salên borî de, 130
welat ji 192 welatên endamê Neteweyên Yekbûyî qanûna fermana îdamê rakirine.
Koma Cîhanî li dijî cezaya îdamê, pêşniyarbiryarek ji bo bas û biryardanê di
civîna roja 10’ê Çiriya Pêşîn a 2007’an, bi armanca qedexekirina yasaya hukmê
îdamê di hemû welatên cîhanê de pêşkêşî Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên
Yekbûyî kiriye.
Li sala 2006’an, di 25 welatan de,
biryara îdamê birêve çûye ku 11 ji sedê a wan îdaman tenê li 6 welatan hatiye
meşandin, ji wan welatan Çîn û Îran di serî de ne. Di navbera sala 2006 û
2007’an, hejmara îdaman li Îranê ji çend salên bihurî zêdetir bûn. Li gorî
serhejmariyên fermî, tenê di sala 2006’an, aliyê kêm 215 kes hatine îdamkirin.
Her niha dehan girtiyên siyasî û
civakî di reşçalên Komara Îslamî a Îranê de ne ku li benda birêveçûna hukmê
îdamê ne. Ji wan kesan em dikarin basa rojnamevanên Kurd, Ednan Hesenpûr û Hîwa
Botîmar bikin ku tenê bi tawana Kurdbûnê û berevanî li mafê azadiya raderbirînê
ji meha Tîrmeha vere biryara îdamê bi ser wan hatiye birrîn.
Di Roja Cîhanî a li dijî cezayê
îdamê, em tevî hevdengî bi hemû rêxistin û kesayetiyan re ji bo rakirina hukmê
îdam û daliqandinê, bala civata navneteweyî, rêxistinên mafê mirovan, Neteweyên
Yekbûyî û Konseya Ewropayê bo aliyê rewşa dijwar û bixof a mafê mirovan li Îran
û Kurdistanê dikişînin û em daxwaz dikin ku bi zext û givaşxistin bo ser wê
hikûmetê, pêşiya îdamê yan kuştinên enqest ên dewlet bigire.
Partiya Demokrat a Kurdistana
Îranê – Bîroya Derveyî Welat
Parîs – 09.10.2007
|