|
Dewleta Turk hinek çalakiyên PKK’ê
ji xwe ra kiriye hêcet û mihane û xwe amade dike ku operasyoneka serbazî di axa
Kurdistana Başûrê da çê bike.
Partiya Dad û Pêşveçunê (AKP) jî, ji
bona vê armanca kirêt, ji Meclîsa Turkiyê daxwaz dike, ku desthilatdarî bidine
hikûmetê, daku leşker bişînine Kurdistana Başûrê.
Ji bona bîr û raya giştî eyan e ku
armanca dewleta Turk, ne binke û baregehên PKK’ê li Kurdistana Başûr e. Armanca
serekî ya dewleta Turk, pêşîgirtina geşkirina Ezmûna Kurdistanê ye.
Generalên Turk gellek caran
ragihandine û gotine ku “Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser asayişa netewî ya
Turkiyê xeter e.” Li gor bîr û baweriya generalên Turk û karbidestên dewleta
Turk, dema Kurdan çarenivîsa xwe bi xwe diyar bikin, dibine xeterek li ser
Turkiyê!. Ku diyarîkirina mafê çarenivîsê yek ji mafên serekî ya mirovan e û
Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî daxwaz û îradeya Kurdên Başûr e.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne tenê
daxwaz û îradeya Kurdên Başûr e, ew her usa di Îraqa Federal da zaminê aramî û
aşitiyê ye. Hikûmeta Herêma Kurdistanê tenê destkevta gelê Kurd nine, destkevta
hemû hêzên aşitî û azadîxwazên navçeyê ye. Ji bo vê yekê her operasyona leşkerî
û her destêverdana dewletên cîran, ne tenê lêdan û lawazkirina Hikûmeta Herêma
Kurdistanê ye, her usa lêdana hêzên aşitîxwaz û azadîxwaz ên navçeyê ye.
Dewleta Turkiyê di wan 25 salên
dawiyê da, di axa Kurdistana Başûr de, 24 caran operasyona leşkerî çê kiriye. Lê
belê tu caran negihîştiye armanca xwe. Bê guman vê carê jî nagihîje. Operasyona
leşkeriya Turkiyê rewşa siyasî ya navçeyê aloztir dike ku îro Navçeya Rojhilata
Navîn hewcedarî aramî û asayiş e, ne alozî û tevlihevî.
Guman têda nine ku bandora alozbûna
rewşa siyasî ya Rojhilata Navîn, li ser siyaseta cîhanê heye. Ji bona vê yekê;
Em partiyên Kurd û Kurdistanî ji
Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, ji Dewletên Yekbûyî ya Amerîka, ji Peymana NATO, ji
Yekîtiya Ewropa, ji dezgeh û saziyên mafên mirovan yên navnetewî daxwaz dikin,
ku pêşiya operasyona leşkeriya dewleta Turk bigrin;
Em Partiyên Kurd û Kurdistanî ji
hêzên demokrat û aşitîxwazên Turk dixwazin ku dengê xwe dijî şerxwaziya dewleta
Turk bilind bikin, bibine alîkar û piştgirê Hikumeta Herêma Kurdistanê;
Her di vê demê de, em ji PKK’ê
dixwazin ku guhê xwe bide bangawaza Serokê Herêma Kurdistanê, birêz Mesud
Barzanî û kar û çalakiyên xwe wisa rê bixe, ku nebe hêcetek destê dagirkerên
Kurdistanê.
Em partiyên Kurd û Kurdistanî
radigihinin, ku dijî her cure desttevardana dewletên dagirker in di kar û barên
hundir ên Kurdistana Başûrê da.
Navên partiyên îmzakirî:
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Partiya Sosyalîsta Kurdistan-PSK
Partiya Demokrata Kurdistanê-PDK Bakur
Partî Demokratê Kurd Li Sûriyê (El partî)
Partiya Pêşverûya Demokratîk a Kurd Li Surî
Partiya Yêkitî Demokratê ya Kurd Li Sûriyê
Partiya Welatparêzên Demokratên Kurdistan-PWD
Partiya Azadî ya Kurd Li Sûriyê
Partiya Yekîtiya Kurd Li Sûriyê
Rêkevtina Demokrat a Kurd li Sûriyê
Partiya Azadiya Kurdistanê-PAK
Rêxistina Xebata Kurdistana Îranê |