Destpêk    Nûçe    Siyasî    Raman    Hevpeyvîn    Belge    Civakî    Çand    Têkilî

     فارسی     کوردی

Bername Û Pêrewa Hundirîn Ya Partiya Demokrat A Kurdistana Îranê

(Pejirandiya Kongireya Sêzdehem)

 

 

 

 

Hejmara nû ya Agirî

Agirî rojnameya panzdehrojî ya siyasî, çandî û giştî ye.

Rêberên Şehîd

Pêşewa Qazî Mihemed

Dr. Ebdulrehman Qasimlo

Dr. Sadiq Şerefkendî

 

Deftera Siyasî Ya PDK Îranê Bona Koça Dawî Ya Mehmet Uzun Sersaxî Da Gelê Kurd

 

Em pê hesiyan ku mixabin Mehmet Uzun, wêjevan û romannivîsê navdar yê Kurd roja pênşem, 11.10.2007’an, bi sedema nexweşiya penceşêrê li bajarê Amedê cû ser dilovaniya xwe.

Meytê wî nemirî roja şemî, 13.102007’an bi beşdariya dehan hezar kesan li bajarê Amedê hate veşartin.

 

Mehmet Uzun endamekî çeleng ê PEN’a navneteweyî û Yekîtiya Nivîskarên Swêdê bû. Sala 2001’an xelateke mezin ya wêjeyî a wî welatî stand û sala 2005’an jî ji aliyê Wezareta Çandê a Hikûmeta Herêma Kurdistanê hate xelatkirin.

Mehmet Uzun gellek pirtûk nivîsandine ku piraniya wan bi zimanê Kurdî ne û nivîsarên wî bi yek ji pirtûkên herî dewlemend û xurt ên romanên Kurdî û deqên wêjeyî di zarava Kurmanciya Jorîn ya zimanê Kurdî tên hesibandin.

Bêguman ji destçûna nivîskarekî xwedî şiyan û karîn wekî Mehmet Uzun xisareke mezin ji bo ziman û edebyata Kurdî bû.

Deftera Siyasî ya PDK Îranê tevî xuyakirina xem û kovanên xwe bon ji destçûna nemir Mehmet Uzun, behî û serxweşiya xwe ji malbata wî a qedirgiran, rewşenbîr û nivîskarên Kurd û hemû neteweya Kurd dike.

 

Deftera Siyasî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

14.10.2007

 

.:: wê rûpelê ji hevalek xwe re bişînin ::.

 

Emaila xwe:

 

Emaila hevalê/a we: 

 

 

Destpêk  |  Nûçe  |  Siyasî  |  Raman  |  Hevpeyvîn  |  Belge  |  Civakî  |  Çand  |  Têkilî

Malpera navendî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

 Yekşem, 16’ê Pûşpera 1387’ê Rojî