|
vedigerînin. Bi
liberçavgirtina wê rastiyê ku di heyamê salên borî de, Turkiyê çendîn caran ji
bo wê meremê êrîşî ser axa Kurdistanê kiriye û hemû carê di operasiyon û êrîşên
leşkerî ên xwe de rastî têkçûnê hatiye û negihîştiye tu encamekê. Niha bas ji
dubarebûna vê ceribîna şikestxwarî dike.
Ev hêcet û mihanegirtina Turkiyê çi şik û gumanekê nahêle ku armanca sereke ji
wê êrîşê têkdan û tevlihevkirina rewşa siyasî a Herêma Kurdistanê ye ku take
herêma aram û biewle di Îraqê de ye. Dewletên desthilatdar ên deverê ku
Kurdistanê bi ser wan de hatiye parvekirin, nikarin Hikûmeta Herêma Kurdistanê
li hev tixûbiya xwe tab bikin û li pey pîlan û kompiloyan digerin ji bo ku vê
destkevta gelê Kurd ji nav bibin, lewra jî dewleta Sûriyê bi awayekî fermî û
Komara Îslamî a Îranê bi awayekê ne fermî piştgiriya wê êrîşê kirin û pejirandin.
PDK Îranê her ji destpêkê ve Hikûmeta Herêma Kurdistanê wekî destkevta siyasî û
neteweyî a hemû gelê Kurd li her derekê bin û yek ji wan Kurdên Îranê
hesibandiye û dê bizane û êrîşa leşkerî a Turkiyê û meşandina her cure
kompiloyeke neyarên gelê Kurd bi merema zirargihandin bi wê bidestxistiyê mehkûm
û şermezar dike.
Em li ser vê baweriyê ne ku êrîş, şer û tund û tûjî nikare gelê Kurd rastî
têkçûnê bîne û wan neçar bike ku dest ji daxwazên rewa û berheq ên xwe berdin.
Ceribînên sedsalên derbazbûyî vê rastiyê diselimînin. Lewra çêtir eva ye ku ji
bo çareserkirina wan arîşe û pirsgirêkan, rêya diyalog û gotûbêjên dostane
bigrin pêşberî xwe ku encamên pirr baştir dê dişûn de hebin.
Partiya Demokrat
ya Kurdistana Îranê
Deftera Siyasî
23.10.2007
01.08.1386 |