 |
Em pê hesiyan ku
mixabin Profesor Ordîxanê Celîl, yek ji kesayetiyên herî mezin yên zanistî ê
Kurd, roja 21.10.2007’an di temenê 75 saliyê de li bajarê Lenîngrada Rûsyayê çû
ser dilovaniya xwe û termê wî roja çarşem, 24.10.2007’an di rê û resmeke taybet
her li wî bajarî hate veşartin.
Nêzîk 60 berhemên Ordîxanê Celîl bi Kurdî belav bûne ku bi zimanên |
|
Turkî, Swêdî,
Fransayî, Almnî û Rûsî hatine wergerandin. Ji bilî wan, gellek berhemên
çapnekirî ên din yên Ordîxanê Celîl di arşîva wî de bicî mane.
Ordîxanê Celîl, endamê Yekîtiya Nivîskarên Rûsyayê, Yekîtiya Nivîskarên Kurd,
Enistîtuya Kurdî ya Parîsê, endamê Rûmetê yê Akademiya Zanyarî ya Îraqê, Serokê
Saziya Kurd li Lenîngeradê û Profesorê çand û wêjeya Kurdî li zanîngeha
Lenîngradê bû.
PDK Îranê bi vê boneyê behî û serxweşiyê ji malbata Ordîxan û malbata mezin ya
Celîliyan û civaka nivîskar û wêjewanên Kurd dike
Partiya Demokrat
ya Kurdistana Îranê
Deftera Siyasî
25.10.2007
03.08.1386 |