 |
Ligel hemû pirsgirêk
û arîşeyên ku li encama maytêkirinên welatên biyanî di Îraqê de hatine pêş,
partî û rêxistinên Kurdistana Îraqê tevî hebûna hemû pirsgirêkên han, ji cîhanê
re dane zanîn ku federalîzm dikare bersiva tev pirsgirêkên siyasî, çandî û
kulturî, aborî û civakî di welatên pirneteweyî de be. Di demekê de ku gelên
belengaz ên Îraqê êxsîrê xurttirîn arîşeyên siyasî, civakî û aborî ên niha ne,
gelê |
|
Kurd bi
mifahwergirtin ji sîstema federalîzmê, Herêma Kurdistanê ku xwediyê qasek ji
aramî û ewlehiya siyasî, civakî û aborî ye, weke mînakeke serkevtî ji sîstema
federalîzmê di Rojhilata Navîn de nîşan daye.
Hêj cihwarên topbarana Komara Îslamî di herêma çiyayê Qendîlê de jinav neçûne,
rejîma Turkiyê bi mihaneya hebûna hêzên PKK’ê bi êrîş û bicîkirina hêzên xwe di
sînorên Bakûra Îraqê de, dixwaze sîstema federal a di Herêma Kurdistanê de ji
holê rake.
Du welatên cîran ên Herêma Kurdistanê yanî Îran û Turkiye di demekê de ji
avabûna sîstema federalîzmê di Kurdistana Îraqê de hêrs bûne û ji her rêyekê ve
dest avêtine darêtina asteng û komployan bona jinavbirina wê mînaka
birêvebirinawelat, ku bi xwe tevî gellek pirsgirêkên ku li encama siyasetên wan
ên tepeserkerane û desthilatdariya take neteweyekê hatine holê, berbirû ne.
Desthilatdarên du dewletên şovînîst ên Îran û Turkiyê parvekirina desthilata
siyasî bi liberçavgirtina wekheviya neteweyî di wan welatan de, weke parçebûna
welat mêze dikin û bi mihaneya parastina yekîtiya welat hovtirîn cinayetên dijî
mirovî li dijî şoreşvanên wekhevxwaz ên neteweyên welatên xwe dimeşînin. Nahê
haşakirin ku sîstema federalîzm a di welatê Îraqê de, weke strî û bilyeyekê di
çavê şovînîstên Turkiye û Îranê de ye û wan çavê dîtina wê tune ye û her roj bi
hêcetên cur bi cur û bi armanca jinavbirina Herêma Federal a Kurdistanê, gefan
ji wan dixwen.
Desthilatdarên kevneperest ên Îranê baş dizanin ku heke desthilata siyasî ji
destê girûpekê de were der û di nava gelên Kurd, Turk, Belûç, Ereb, Turkmen û
Fars de, were parvekirin û her yek ji wan çarenivîsa xwe bidestve bigire, tu
cihek ji bo tepeserkirin û tevxwaziya wan namîne. Desthilatdarên Turkiye û Îranê
hêj naxwazin îtirafê bi hebûna neteweyên cur bi cur di welatên xwe de bikin çi
bigihîje vê çendê ku sîstemên federalî di welatên xwe de bipejirînin.
Kongireya Neteweyên Îrana Federal ku daxwaza parvekirina desthilata siyasî di
Îranê de û avakirina sîstemeke federalî, sekolar û demokratîk û dûr ji apartayda
neteweyî, olî û zaneyendî di wî welatê de dike, li ser vê baweriyê ye ku sîstema
han dikare neteweyên cur bi cur ên welatê Îranê ji bo jiyana aştiyane li dor hev
bicivîne û berevajî yekîtiyên bi zorî, delîveya parastina yekîtiya wî welatî li
cem wan pêk bîne.
Di qonaxên cur bi cur ên dîroka Îranê de û bi şahidiya wê, ewên ku dibin sedema
parçekirina welatê Îranê, her ew rejîmên tepeserker û alîgirên nezan ên wan bûne
ku ji bo man û parastina desthilata siyasî a xwe, siyaseta perçiqandinê li dijî
neteweyên wî welatê bikar anîne.
Êrîşa hêzên Turkiye û Îranê bo nava axa welatê Îraqê, tevî vê çendê ku biryara
wê ji aliyê Parlemanekê ve ku piraniya nûnerê wê alîgirên ferq û cudahîdanan
neteweyî ne, li dijî yasa û azînên navneteweyî ye. Êrîşên han hêjayî
mehkûmkirinê ne û hewcehî destbikarbûna bilezgîn a navendên navneteweyî ye.
Kongireya
Neteweyên Îrana Federal
18.10.2007 |