Destpêk    Nûçe    Siyasî    Raman    Hevpeyvîn    Belge    Civakî    Çand    Têkilî

     فارسی     کوردی

Bername Û Pêrewa Hundirîn Ya Partiya Demokrat A Kurdistana Îranê

(Pejirandiya Kongireya Sêzdehem)

 

 

 

 

Hejmara nû ya Agirî

Agirî rojnameya panzdehrojî ya siyasî, çandî û giştî ye.

Rêberên Şehîd

Pêşewa Qazî Mihemed

Dr. Ebdulrehman Qasimlo

Dr. Sadiq Şerefkendî

 

Daxuyaniya Defetera Siyasî A PDK Îranê Derheq Biryara Serbestberdana Terorîstê Komara Îslamî, Kazim Darabî, Ji Aliyê Dadgeha Almaniya

 

“Serbestberdana bikûjên Dr. Şerefkendî û hevalên wî binpêkirina nirxên mirovahiyê ye”

Roja 17’ê Îlona 1992’an, Sekreterê Giştî yê PDK Îranê, Dr. Sadiq Şerefkendî, Fetah Ebdulî, endamê Komîteya Navendî û berpirsiyarê wê demê yê têkiliyên partiyê li derveyî welat, Humayon Erdelan Kadroê Partiyê û berpirsiyarê pêwendiyên PDK Îranê li Almaniyayê tevî dostekî partiyê bi navê Norî Dêhkurdî, akinciyê Almaniya, li xweringeha Mîkonosê li bajarê Berlînê bi fermana berpirsiyarên herî bilind ên

 Komara Îslamî a Îranê û li gor komployeke di pêşde darêtî de hatin terorkirin.
Dadgehek ku ji bo vekolîn li ser tawana bikujan li Berlînê pêk hat, di roja 10’ê Nîsana 1997’an, yek ji bikujên bi navê Kazim Darabî yê Îranî bi cezayê girtîgehê yê heta hetayî mehkûm kir. Lê niha dadgeha Almaniya mijûl e û dixwaze ku wî terorîstî ku di terorkirina 4 xebatkarên siyasî de dest hebûye, serbest berde.
Hêceta dezgeha dad a Almanyayê ji bo vê serbestberdanê eva ye ku li gor qanûna wî welatî, ew biyaniyên ku di girtîgehên Almaniyayê de hatine hepskirin, bi mercekê ku 2 ji 3’ê a heyamê hukmê wan bi dawî hatibe, dikare radestî welatên xwe werin kirin, ji bo ku dema mayî a cezayê girtîgehê di zîndanên welatê xwe de biqedînin.
Eva di halekê de ye ku Kazim Darabî û tawanbarên din ên vê dosyayê, her wekî kesên din ên bi vî awayî ku bi femana rejîma Komara Îslamî a Îranê li derve an li hundirê Îranê wan tawanan dimeşînin, ji aliyê wê rejîmê ve ne tenê her bi gunehkar û sûçdar nahên hesibandin û nahên zîndanîkirin, belkî wekî wan kesan hisab ji wan re tê kirin ku erk û wezîfeyeke diyarîkirî ên xwe birêve birine û bi vê boneyê tên teşwîq û xelatkirin û pileyên bilind ên berpirsiyariyê bi wan tê sipartin.
Di vê derheqê de em îlan dikin:
Her çend serbestberdana Darabî wekî mohreyekî biçûk yê terorîzma Komara Îslamî a Îranê tiştekê ji girîngiya encama Dadgeha Mîkonosê li dor terorîstbûna wê rejîmê kêm nake, her di wê demê de me jêve ye ev karê dewleta Almanya û dezgeha dadê a vî welatî berevajî îdeayên wan derheq xebat li dijî terorîzmê ye.
Her wiha em nigeranê vê yekê ne ku ev karê hikûmeta Almaniyayê encama danûstandin û tevn û besta nepenî bi rejîma Komara Îslamî a Îranê re be, ku ev yeke dibe bêhurmetîkirin bi malbatên wan şehîdan û her wiha tev azadîxwazên Îranê ye ku dijî siyaseta terorîstî a Komara Îslamî û li destê serkut, pelçiqandin û terora vê rejîmê bêzar û mandî bûne.
Lewra em daxwazê dikin ku dewleta Almanya û dezgeha dad a wî welatî ji serbestberdana berwext a vî bikujî xwe biparêze û bi vî awayî alîkariyê bidin xebat û berxwedanê li hember terorîzma dewleta rejîma komara Îslamî a Îranê û piştgiriya hemû azadîxwazên dijî terorê di wî welatî de.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Deftera Siyasî
28.10.2007

 

.:: wê rûpelê ji hevalek xwe re bişînin ::.

 

Emaila xwe:

 

Emaila hevalê/a we: 

 

 

Destpêk  |  Nûçe  |  Siyasî  |  Raman  |  Hevpeyvîn  |  Belge  |  Civakî  |  Çand  |  Têkilî

Malpera navendî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

 Yekşem, 30’ê Pûşpera 1387’ê Rojî