Destpêk    Nûçe    Siyasî    Raman    Hevpeyvîn    Belge    Civakî    Çand    Têkilî

     فارسی     کوردی

Bername Û Pêrewa Hundirîn Ya Partiya Demokrat A Kurdistana Îranê

(Pejirandiya Kongireya Sêzdehem)

 

 

 

 

Hejmara nû ya Agirî

Agirî rojnameya panzdehrojî ya siyasî, çandî û giştî ye.

Rêberên Şehîd

Pêşewa Qazî Mihemed

Dr. Ebdulrehman Qasimlo

Dr. Sadiq Şerefkendî

 

Daxuyaniya Çapemeniyê: Partiya Demokrat Ya Kurdistana Îranê, Bikaranîna Mayînên Dijî Kesî Qedexe Dike

 

PDK Îranê, peymana emegnasî a Saziya Bangewaziya “Geneva Call”ê îmza kir. Bi wajokirina peymannameya han, PDK Îranê weke yekemîn partiya Îranî û Rojhilata Kurdistanê, li dijî bikaranîna mayînên dijî kesî(AD) gav avêt. Roja çarşem 05.12.200’an, Sekreterê Giştî yê partiyê, birêz Mistefa Hicrî, di rê û resmeke fermî de li hola dîrokî a Alabamayê di navenda Kantona “Genev”ê de, peymana Bangewaziya “Geneva

Call”ê,   wajo kir.

 Li gor gotina xatûna Elîzabêt Dêkrî, Seroka Bangewaziya “Geneva Call”ê, wajokirina Peymana Emegnasiya Bangewaziya “Geneva Call”ê, ji aliyê PDK Îranê ve di yekemîn salvegera konvansiyona Otawayê de, nîşaneya emegdariya PDK Îranê, ji bo xebata xwe a derheq mafê mirovan û neteweya Kurd di Kurdistana Îranê de ye. Her wiha eyankerê emegdariya PDK Îranê derheq jiyana xelkê sivîl û bêsûç di pêvajoya xebata xwe de ye.

 Sekreterê Giştî ê PDK Îranê di rê û resma wajokirian peymana bangewaziya “Geneva Call”ê de, got :”Neteweya Kurd bi sedema mayînên dijî kesî, tûşî zirarên herî zêde ên canî û aborî bûye”. PDK Îranê, bikaranîna mayînên dijî kesî ku encama wan, tenê kuştin û birîndarbûna xelkê bêsûç e, bi kiryarekî nemirovî dihesibîne û bi tundî mehkûm dike.

 Komara Îslamî a Îranê, di heyamê desthilatdariya xwe de bi sepandina şer li dijî neteweya Kurd, bi çandina mayînan, bi taybetî mayînên dijî kesî bûye sebebê kuştin û birîndarbûna hezaran kes ji xelkê Kurdistanê, nemaze bi sedema çandina mayînên dijî kesî, li ser sînoran, di heyamê 15 salên borî de, bi egera hatin û çûna xelkê, hejmarek zaf ji xelkê sivîl ê Kurdistanê, jin û zarok û heta pez û malatên xelkê Kurd, bûne goriyên mayînên çandî.

 Endambûna PDK Îranê di vê peymannameyê de, tenê soz û peymanek nine ji bo pêşerojê, belku nîşaneya seh bi berbirsiyarîkirina vê partiyê li hember can û malê hevwelatiyan û jîngeha Kurdistanê ye.

 PDK Îranê gazî gişt saziyên Kurd û Îranî dike ku bibin endamê vê peymannameyê û ji vê rêyê ve rejîma Komara Îslamî a Îranê bixin bin zext û givaşên navneteweyî da ku mayînên dijî kesî bikar neînin.

 Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, 35’emîn saziya xebatkar a nedewletî û yekemîn rêxistina Îranî û Kurdistanî ye ku peymannameya han wajo dike.

 Bangewaiza “Geneva Call”ê ji bo wan zasî û partiyên nedewletî ye ku di pêxema armancên xwe ên siyasî de şerên çekdarî dikin yan xwediyê hêzên çekdarî ne û nikarin konvansiyona Otawa’yê wajo bikin, lê hevhêl e tevî konvansiyona Otawa’yê.

 Peymannameya Otawa di sala 1997’an de, ji aliyê 122 welatên endam ên Neteweyên Yekbûyî ve li bajarê Otawa ya Kanadayê bi armanca xebat li dijî mayînên dijî kesî hatiye wajokirin. lê Komara Îslamî a Îranê hêj peymannameya han îmze nekiriye.

 

.:: wê rûpelê ji hevalek xwe re bişînin ::.

 

Emaila xwe:

 

Emaila hevalê/a we: 

 

 

Destpêk  |  Nûçe  |  Siyasî  |  Raman  |  Hevpeyvîn  |  Belge  |  Civakî  |  Çand  |  Têkilî

Malpera navendî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

 Sêşem, 16’ê Rezbera 1387’ê Rojî