|
Ji bo azadkirina
xwendekarên binçavkirî tekoşînê bikin!
Hêzên Komara Îslamî ya Îranê di
16’ê Serrmawezê, Roja Xwendekaran, êrîşê dikin ser zanîngehên Tehran û hejmarek
zaf ji zanîngehên bajarên din ên Îranê û bi dehan kes ji xwendekarên zanîngehên
han binavç dikin.
Gazîkirin, gefxwerin û girtina
xwendekaran bi armanca tirsandin û bergirtin ji pêkanîna civînên giştî di
zanîngehên welat de, berî Roja Xwendekaran di 07’ê Çileya Pêşîn de, bi girtina
xwendekarên çepgir dest pê kir û di rojên 07 – 09.12.2007’an de, êrîşa han
gihîşte qasa herî zêde. Lê serbarê girtina berfireh a xwendekaran û tundkirina
zirûfa ewlehî di zanîngehan de, xwendekar ne tenê netirsiyan, belku li hember
êrîşên hêzên rejîmê de berxwedan ji xwe nîşan dan.
Her çend ku navendên tepeserkirinê
ên rejîma Komara Îslamî ya Îranê gellek hewl dan ku pêşî lidarxistina meşa
xwendekaran di roja 09.12.2007’an de bigirin, lê xwendekarên zanîngehan serbarê
hebûna bîr û rayên cuda, di vê rojê de bi beşdariya berçav a xwe di
xwenîşandanên han de, hevpêwendî û hogiriya xwe ji bo xebat li dijî neyarên
azadiyê nîşan dan.
Hêzên rejîma Komara Îslamî ya Îranê
di roja xwendekaran de, êrîşê dikin ser xwendekarên çepgir ku dixwestin li
hember kuleja Teknîkî a zanîngeha Tehranê de kom bibin û di encam de pitir ji 30
kes ji xwendekaran binçav dikin. Ev xwendekar û girtiyên din niha li girtîgeha
rejîmê de di bin zext û givaşê de ne û ji hebûna mafê pêwendî tevî malbat û
parêzvanên xwe bê par in.
Li gor hejmarek zaf ji raporan,
Wezareta Ewlekarî a rejîmê ji bo hejmarek ji xwendekarên çepgir û çalakên bizava
xwendekarî ku di serdemê Serok Komariya Ehmedînejad de di zanîngehan de hatine
derxistin, girûpa lêpirsîna taybetî diyarî kiriye. Ew daxwazên xwendekarên girtî
ji kesên din cuda bikin.
Rojnameya “Kêyhan” çend xwendekarên
Kurd ku di roja 09.12.2007’an de ji bo xwendekaran axivî bûn û piştevanî ji
daxwazên neteweya Kurd di Îranê de kiribûn, bi cudahîxwaz û ser bi neyaran binav
kiriye û rê ji bo tepeserkirina wan xweş kiriye.
Rejîma Komara Îslamî ya Îranê bi
xistina zaxt û givaşan bo ser xwendekarên girtî û îşkencekirina wan dixwaze ku
zirûfekî ewlehî di zanîngehên welat de bide sepandin.
Birêveçûna rê û resma Roja
Xwendekaran di bervara 07.12.2007’an de, li zanîngehên Tehran û bajarên din ên
Îranê de, nîşaneya vê çendê ye ku hêj zanîngeh zindî ye û rejîm heta bi
tepserkirin, girtin û kuştina xwendekaran jî nikare nerazîbûna xwendekaran
bifetisîne.
Civîna Roja Xwendekaran, ji bo
desthilatdaran eşkere kir ku cehdên wan ji bo tepserkirin û pêkanîna dijberiyan
di nava xwendekaran de, bê çine ye û xwendekar bi dirûşmên “Hevgirtin, xebat û
serkevtin” emegdar in û li hember zulm û zordariyê û ji bo bidestveanîna
azadiyê, yekgirtî xebatê dikin.
Em hevdeng tevî hêzên din ên
azadîxwaz, serbarê mehkûmkirina êrîşên Komara Îslamî ya Îranê bo ser zanîngehan,
daxwazê gişt azadîxwazan dikin ku bi awayekî hevgirtî ji bo azadîkirina bilez a
xwendekarên girtî, hewl û tekoşînê bikin.
Partiya Demokrat a Kurdistana
Îranê
Rêxistina Yekîtiya Fedayiyên Gelê
Îranê
Rêxistina Yekîtiya Gelên Îranê –
Piranî
Komeleya Zehmetkêş ên Kurdistana
Îranê |