|
dikim.
Îro roja rêzgirtin ji wan xebatkaraên Kurdistanê ye ku jiyana xwe ji bo azadî û
rizgariya gelê xwe danîne.
Ew şoreşvanên ku bi bîr û bawer, hizr, zanist û karîna xwe ji bo xizmetkirin bi
gelê xwe terxan kirine û di hemû warên xebatê de amade ne. Bi dengê xwe, bi çeka
xwe û bi pênûsa xwe li hember dujminên gelê xwe de sekinîne.
Roja rêzgirtin ji egîdên leheng ên Kurdistanê ye, yên ku Kurdistan li ser pêyên
wê ragirtine û çepera xebatê bi avedanî hêştine. Xevna neyar û dujminên gelê
Kurdistanê bona ji holêrakirina navê Kurd û Kurdistanê betal kirine.
Îro cejna destkevtên Pêşmergeyên Kurdistanê ye.
Hevrêyên hêja!
Pêşmergeyên qehreman ên Kurdistanê!
Di serdemê zêrîn ê Komara Kurdistanê û piştî damezrandina Hêza Neteweyî a
Kurdistanê, erkê wê hêzê parêzvanî ji Komara Kurdistanê bû. Kurdan ji berê ve
navê pîroz yê Pêşmerge ji bo mirovên netirs û cangorî bikar birine. Ji wê roja
ku navê Pêşmerge di wêjeya şoreşgerane a gelê me de, bû kultur, nasname, sembola
xweragirî, berevanî û cangorîtiyê, Pêşmerge bû baskê bihêz yê gel.
Yekemîn xebata çekdarane a hêza gel, destbiserdegirtina axirîn nîşaneya hikûmeta
zordar a Paşayetî, anku şarewaniya Mehabadê ye, her li wê êrîşê de bû ku yekemîn
şehîd pêşkêşê bargeha xelkê Kurdistanê hate kirin. Gava han, gavek giring di
bizava rizgarîxwaziya gelê Kurd di Kurdistana Îranê de bû. Wan da selimandin ku
vîn û îradeya bihêz û rêxistî a wan dikare desthilata sepandî û zalim jinav bibe
û parêzvaniyê ji maf û azadiyên xelkê Kurdistanê bike.
Ji wê demê heya niha, zêdetirî şêst sal ji xebata behreq û berdewam a hêza
Pêşmergeyên Kurdistanê bi rêberiya PDK Îranê, derbas dibe. Temenekî dirêj û
xwedî destkevtên mezin e.
Hêza Pêşmerge li Komara Kurdistanê de, parêzvanê wê Komarê bû û di pêxema
armancên Komarê de cangorîtî kirin. Hêza Pêşmerge Desthilata Mihemedriza Şah
anîbû lerizînê. Li şoreşa gelên Îranê de axirîn şûnwarê rejîma Şah jinav birin û
ji bo parêzgarîkirin ji destkevtên xelkê Kurdistanê, li hember rejîma
kevneperest a Melayan sekinîn û caş û pasdar bi çokda anîn. Xebat û cangorîtî
kirin, lê çepera xebatê bicih nehêlan.
Ji bo rêzgirtin ji xebat û cangorîtiya hêza Pêşmergeyên Kurdistanê, Komîteya
Navendî a PDK Îranê di pilînoma duyem a piştî kongireya şeşem, biryar da ku roja
26’ê Sermawezê weke roja Pêşmerge were binavkirin û li 26’ê Sermaweza sala
1363’ê Rojî, yekemîn cejna Pêşmerge bi awayekî fermî hate lidarxistin.
Ji demê ve, hemû salekê xelkê Kurdistanê û PDK Îranê di vê rojê de, rêz û
pêzanînê ji hewl û tekoşîna egîdên xwe ên xebatkar digirin û li hember fîdakarî,
xweragirî û cangorîtiya wan bi emegdariyê ve serê xwe diçemînin.
Îro di demekê de rêz ji xebata Pêşmerge tê girtin ku destkevtên wan ji hemû
demekê zêdetir û berçavrtir in. Pêşmergeyên Kurdistanê li doma xebata bêrawestan
a xwe de, bala bîr û raya giştî a cîhanê, kom û civatên mirovdost û hetanî
beşeke berbiçav ji hikûmetên demokrat ên cîhanê bo maf û daxwaziyên xelkê
Kurdistanê rakişandine. Xebata tevlî fîdakarî a Pêşmerge, dujminên gelê Kurd ji
vê çendê têgihandin ku gelê Kurd bi serkut û tepeserkirinê teslîm nabe û egîdên
wî gelî hemû demekê amade ne ku parêzvaniyê ji hebûn û mafên xwe bikin.
Rohn û eşkere ye ku em nikarin di rê û resmeke wiha de, xebat û tekoşîna
Pêşmerge binirxînin, lê em dê rêz û hurmetê jê bigirin, çunku hewl û xebata wan
destkevt û encamên girîing ji bo gelê Kurd lişûn de bûne. Bila ew şanaziyê bikin
ku partiya wan mezintirîn û bibawertirîn, xwedî rêxistinek tekûz, dîplomasî û
pêwendiyeke berfireh û ragihandineke bihêz û nûjen e ku evana hemû di encama
xebata wan de bidest hatine.
Hevalên hêja!
Dema ku em ji dujminê sereke yê hêza Pêşmerge anku Komara Îslamî ya Îranê
dinihêrin, bi rohnî ji me re eyan dibe ku ew rejîme niha zêdetir ji hemû demeke
din lawaz û bêhêztir û ketiye ber zext, gazin û lomeyên cîhana nûjen.
Rejîma Komara Îslamî bi hewlên xwe derheq terorîzma navnedewletî, maytêkirin û
çêkirina arîşeyan di kar û barên welatên cîran, binpêkirina mafê mirovan,
kiryarên dijî mirovî û fîdakirina berjewendiyên gelên Îranê, hewlê bona
bidestveanîna çekên Etomî dide. Eva di demekê de ye ku ew rejîme ji hemû demekê
zêdetir di bin zext û givaşa navneteweyî de ye.
Em dizanin ku Komara Îslamî bi pawankirina desthilatê, bi meşandina serkut,
tepeserkirin û gefxwerin li hember her bizaveke azadîxwazane kariye ku hiloşîna
xwe paşde bixe, lê ev çende nikare li hemebr îradeya gelên Îranê de dom bike û
direng yan zû mehkûm e bi jinavçûnê.
Pêşeroja xebata hêza Pêşmergeyên Kurdistanê ji bo azadiyê rohn û eşkeretir ji
hemû demekê ye.
Bihiloşe rejîma kevneperest a Komara Îslamî ya Îranê!
Bijî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, avakerê Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê!
Silav li Pêşmerge, baskê bihêz yê gel!
Serkeve bizava neteweyî – demokratîk a gelê Kurd bi rêberiya PDK Îranê
Partiya Demokrat a
Kurdistana Îranê
Komîsyona Siyasî – Nizamî
26.09.1386
17.12.2007 |