|
Sibêdeya roja yekşem,
16.12.2007’an, balafirên şerker ên dewleta Turkiyê di êrîşekê de, hejmarek ji
gundên başûrê Kurdistanê topbaran kirin.
Di encama êrîşa han de, hejmarek ji
hevwelatiyên sivîl ên Kurd ku di nava wan de jin û zarok jî dihatin dîtin,
jiyana xwe ji dest dan.
Her wiha akinciyên deverên han, ji
tirsa domandina êrîşan, bi neçarî berbi bajar û bajarokên derdorê koçber bûne.
Destdirêjiyên dewleta Turkiyê bo
ser axa Herêma Kurdistanê bê tu belge û di rastiyê de, binpêkirina usûl û azînên
navneteweyî tê hesibandin.
Partiya Karkerên Kurdistanê(PKK) jî
tenê hêcetek e û armanca sereke a dewleta Turkiyê tenê û tenê dijberîkirin tevî
maf û azadiyên neteweya Kurd û vîna xelkê Başûrê Kurdistanê ye ku li gor yasaya
bingehîn a dewleta federal ya Îraqê, xwediyê herêmek otonom in.
Her di vê derheqê de jî kiryarên
han, xêncî alozkirina deverê, tu arîşe û û pirsgirêkekê ji bo tu kesê çareser
nake.
Eva ku di vê bûyerê de ji bo me û
xelkê Bşûrê Kurdistanê cihê keser û her wiha cihê pirsiyarê ye, izndana dewleta
Amerîkayê ye ji bo operasiyona han. Çunku niha jî erkê parastina sînorên esmanî
û erdî ên Îraqê, listûyê hêzên hevalbendan e ku Amerîka serokatiya wan dike.
Em weke partiyên Kurd û Kurdistanî
di vê daxuyaniya hevbeş de, êrîş û destdirêjiyên dewleta Turk bo ser axa Herêma
Kurdistanê mehkûm dikin. Her wiha em hevxemiya xwe tevî malbatanê şehîdan,
birîndaran û kesên ku zirar gihîştiye wan, eyan dikin û daxwazê ji Konbseya
Ewlekarî ya Saziya Neteweyên Hevgirtî, Yekîtiya Ewropayê û kom û civatên
navneteweyî dikin ku li hember êrîşên dewletên Turkiye û Îranê bo ser herêmek ku
weke beşek ji Îraqê de tê hesibandin, bêdeng nebin û bi eşkere pêşiyê jê
bigirin.
Partiya Demokrat A Kurdistana Îranê
Partiya Sosyalîs A Kurdistanê(PSK)
Partiya Yekîtiya Kurd Li
Sûriyê(Yekîtî)
Rêxistina Xebata Kurdistana Îranê
Rêkevtina Demokrat A Kurd Li
Sûriyê(Wefaq)
Paritya Pêşverû Ya Demokrat A Kurd
Li Sûriyê
Partiya Demokrat A Kurdistanê(PDK –
Bakûr)
Partiya Yekîtiya Demokratîk A Kurd
Li Sûriyê
Partiya Welatparêzên Kurdistanê(PWD)
Partiya Demokratîk A Kurd Li
Sûriyê(El Partî)
Partiya Azadiya Kurd Li Sûriyê
Partiya Azdiya Kurdistanê |