|
xwe
berbijar bikin, kiriye ji bervar 05.01.2008’an heta 11.01.2008’ê vê mehê derfet
heye xwe ji bo vê meremê navnivîs bikin.
Bêguman hilbijartina demokratîk bi armanca pêkanîna rewş û delîveya jêhatî ji bo
birêvebirina kar û barên welat, yek ji bingehên sereke ên demokrasiyê ye û
beşdarî di hilbijartineke wisa de, erk û wezîfeya tev tak û welatiyekê ye ku di
xema berbipêşveçûna civaka xwe de ye.
Lê
pirsyara sereke eva ye, gelo Komara Îslamî, sîstemeke demokratîk e heta
hilbijartinên demokratîk rêve bibe? Gelo dengder dikarin deng bi berendamê/a
cihê hitbar û dilxwazê/a xwe bidin? Gelo nûnerên Parlemanê li gorî yasayê li
pejirandina ew qanûnên ku di xizmeta pêşveçûna civakê de ne, serbest û azad in?
Ceribîna binav hilbijartinên derbasbûyî ên rejîmê, selimandiye ku di hemû binav
hilbijartinan de û yek ji wan di binav hilbijartinên Meclîsa Şêwra Îslamî de, di
navbera tev daxwazkarên berbijariyê de, tenê çend kesekî/e dilxwazên rejîmê
kêrhatûbûna wan tê erêkirin û yên din bi hêcet û mihaneyên neqanûnî, kêrhatîbûna
wan tê betalkirin, redkirin û piştre rê ji xelkê re tê dayîn di nav wan çend
kesên dilxwazên rejîmê de, deng ji kesekê yan hin kesan bidin û di rewşeke wisan
de jî eşkere ye, hilbijartin êdî di naverok û kakila xwe de betal û vala dibe,
ji ber ku kesê/a bi rûyekî hilbijartî, hilbijartiyê/a desthilatê ye, nek
bijartiyê/a hevwelatiyan. Lewra me dîtiye ku di van çend salên dawiyê de ew şano
û bazare li rewneqê ketiye û xelkê zana, hişyar ê Îran û Kurdistanê di
hilbijartineke wilo de beşdariyê nakin. Heke çi herdem piştî hemû
hilbijartinekê, rejîm îlan dike ku piraniya xelkê di hilbijartinê de beşdarî
kiriye û bi vê boneyê jî, rejîm binav spas û pêzanîna xelkê dike. Lê hem rejîm û
hem xelk jî baş dizanin ku ew gotinene propagandayên pûç û bênaverok in.
Lewra
ji niha ve, ron û eşkere ye, encama şanoya binav hilbijartina Meclîsa Şêwra
Îslamî, nikare cuda ji encama binav hilbijartinên berê ên rejîmê be. Her loma,
xelkê azadîxwaz yê Îranê bi giştî û xelkê hişiyar yê Kurdistanê bi taybetî, li
ser sindoqên binav hilbijartinekê hazir nabin ku bi çavê xwe rojane, şahîdê
serkut û çewsandina xwendekar, kedkar, mamosta, jin, ciwan û bi giştî tev çîn û
texên civakê ne ku bi guneh û tawana xebat ji bo mafên herî destpêkî ên xwe,
bêhurmetî bi wan tê kirin û tên girtin, îşkence û heta îdamkirin û binav nûnerên
xelkê jî di Meclîsê de, peyvekê li ser wan hemû zulm û stemkariyane bas nakin.
Xuya û aşkera ye piraniya xelkê naçin bo ser sindoqeke wisa ku sindoqa rewayî û
berheqîdan bi rejîmekê ye ku tu cure rewayiyek nemaye û di bîr û raya giştî a
cîhanê de, bi rejîma herî azadîkuj a vî serdemî hatiye binavkirin.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, hevdeng tevî gişt azadîxwazên Îran û
Kurdistanê, daxwazê ji xelkê mafxwaz yê Îranê û civatên şoreşger ên xelkê
Kurdistanê dike, wekî berê, bi beşdarînekirina berfireh a xwe di wê şanosaziyê
de, careke din NA’yeke din a xurt û agirîn bibêjin Komara Îslamî û ji bîr
û raya giştî a xelkê cîhanê re biselimînin ku ji wê rejîmê bêzar in, nefretê
dikin û berheqiyê jêre nadin û çi din bi pîlan û fend û fêlên wê rejîmê naxapin
û bi vî awayî erkê xwe di vê dema hestyar ji bo azadiyê encam bidin, bicî
bigehînin.
Serkeve xebata rewa û berheq a neteweyên pêkîner ên Îranê ji bo demokrsî û mafê
neteweyî!
Mirin
û neman ji bo rejîma azadîkuj a Komara Îslamî a Îranê!
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Deftera Siyasî
13’ê Berfanbara 1386’an
3’ê Çileya Pêşîn a 2008’an |