Peyama Pîrozbahiya Deftera Siyasî A PDK Îranê Bi Hinceta Endambûna YCDK Îranê Li
“IUSY”yê
Ji bo Yekîtiya Ciwanên Demokrat ên
Kurdistana Îranê!
Tevî silav û hurmetan!
Bi hinceta wergirtina YCDK Îranê
weke endamê fermî û xwedî deng di Saziya Navneteweyî a Ciwanên Sosyalîst de, em
pîrozbahiyê ji we dikin û pêşveçûna zêdetir a we di asta navneteweyî de, hêvî
dikin.
Bêşik û guman çalakiyên berçav û
jêhatî ên we keç û xortên
neteweyame ya bindest, ji bo me
hemûyan cihê rûmet û şanaziyê ye, ciwanên bêpar û şoreşvan ên welatê me jî her
çavnihêriya vê çendê ji we dikin.