Destpêk    Nûçe    Siyasî    Raman    Hevpeyvîn    Belge    Civakî    Çand    Têkilî

     فارسی     کوردی

Bername Û Pêrewa Hundirîn Ya Partiya Demokrat A Kurdistana Îranê

(Pejirandiya Kongireya Sêzdehem)

 

 

 

 

Hejmara nû ya Agirî

Agirî rojnameya panzdehrojî ya siyasî, çandî û giştî ye.

Rêberên Şehîd

Pêşewa Qazî Mihemed

Dr. Ebdulrehman Qasimlo

Dr. Sadiq Şerefkendî

 

Daxuyaniya Deftera Siyasî Ya PDK Îranê Derheq Dawîhatina Yazdehemîn Civîna Komîteya Navendî

 

Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, hilbijartiya Kongireya Sêzdehem a partiyê, seet 9’ê sibêdeya roja yekşem, 27’ê Çileya Paşîn a 2008’an, yazdehemîn Pilînom(civîn)a xwe bi beşdariya pirraniya endamên eslî, cihgir, û ravêjkar ên Komîteya Navendî pêk anî û piştî 3 rojan karê berdewam, seet 19:30’ê êvariya roja sêşem, 29.01.2008’an, bi serkevtin ve dawî bi karê xwe anî.

Bernameya karê yazdehemîn civîna Komîteya Navendî bi rawestandina deqîqeyek bêdengî bo rêzgirtin ji canê paqij yê şehîdan dest pê kir.

Piştre rêzdar Mistefa Hicrî, xêrhatina beşdarên komcivînê kir û destûra karê civînê xiste ber nêrîn û dîtina beşdarên civînê û piştî pejirandinê, beşa yekem a bernameya xebatên pilînomê ku pêk hatibû ji baseke siyasî li ser rewşa niha a siyaseta navneteweyî, Rojhilata Navîn, Îran û Kurdistanê û nemaze pirsên têkildar bi doza Kurd hatin pêşkêşkirin.

Rêzdar Hicrî di basa xwe de qala encama hewl û bizavên navdewletî li dor pirojeya çekên Etomî a Îranê û berdewambûna rejîmê li ser domandina pirojeya han û bersivnedana wê bi daxwazên navneteweyî bi armanca sekinandina meyandin û zaxkirina Uraniyûmê kir. Di vê derbarê de, Sekreterê Giştî yê PDK Îranê, îşare bi cehd û hewldanên dîplomatîk ên welatên 5+1 û Rêxistina Navneteweyî a Vejena Etomê û Konseya Ewlekarî a Rêxistina Neteweyên Yekbûyî kir. Rapora han tevî analîzkirin û dahûrandina rewşa Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Îraq û hikûmetên Ereb ên herêmê, qala vê rastiyê jî kiribû ku welatên 5+1 di civîna dawîn a xwe de, roja 23’ê Çileya Paşîn a 2008’an li ser biryarekê li hev kirin ku rengê vê hindê dide cezayên giran û tund ên aborî li ser Îranê pêşniyar neke û di heman hal de, nermînîşandaneke zêdetir ji aliyê Komara Îslamî a Îranê ve li dor gotûbêj bi Amerîkayê re tê xuyakirin, hemû nîşane wisan didin xuyakirin ku Amerîka di kurtdem de hinek îmtiyazan bide Îranê heya bikare projeyên xwe di herêmê de pêşde bibe.

Komcivînê piştî bas li ser beşeke din ji raporê ku analîzek bû li ser berxwedana qehremanane a xelkê Îranê û bi taybet xelkê Kurdistanê û serkut û çewsandina bêrehmane a wan, piştgiriya xwe ji berxwedan û tevgera mafxwaziya xelkê Îranê, nemaze hereket û tevgerên nerazîvûnê ên xwendekaran da xuyakirin û êrêîşa hêzên kirêgirtî ên rejîmê bo ser zanîngeha Tehranê û zanîngehên din ên Îranê û tepeserkirina xwendekaran mehkûm û şermezar kir.

Beşeke din a vê basa siyasî ji bo behs û peyivîn li ser alîkarî û hevxebat tevî hêzên siyasî ên Kurdistana Îranê bi armanca gihîştin bi ji hev nêzîkbûna wan hêz û partiyan, hatibû terxankirin. Komcivîna Komîteya Navendî a PDK Îranê hewl û xebatên Polîtbîroya partiyê ên pêwendîdar bi vê yekê bilind û hêja nirxand, hesiband û domandin bi diyalog û gotûbêjê bona ji hev nêzîkbûnê tevî ew partî û aliyane bi gaveke pîroz û erkeke neteweyî zanî.

Her di vê demê de, civîna Komîteya Navendî a PDK Îranê, hevnavbûna PDK Îranê û aliyê cudabûyê ji partiyê bi kosp û astengeke sereke zanî û li ser vê baweriyê bû ku guherîna wî nav û diyarîkirina naveke din ji aliyê wan ve, dikare ji bo pêkanîna pêwendiya navbera wan du aliyane û di bi encam de armanca pêşdebirina projeya li hev nêzîkbûnê, hevkarî û hevbendiyê alîkarek baş be.

Beşeke din a programa kar û xebatên civînê ji bo kongireya çardehem a partiyê hatibû terxankirin. Piştî baseke berfireh û tevalî û guhertina dîtin û nêrînan li ser vê mijarê, komcivîna Komîteya Navendî çawaniya amadekarî ji bo pêkanîna kongireyê diyarî kir û çendîn şand ji bo qedandin û derbazkirina erkên kongirê destnîşan kir.

Beşeke din a karê civînê taybet bi kar û têkoşîna partiyê û rêveberiya organên partiyê bû. Di wê beşa bernameyê de jî, beşdarên komcivînê aliyên wê basê şirove kirin û nêrîn û dîtinên xwe ji bo çêtir bicîgehandina erkên hizbî, kêmasî û çawaniya kêmkirina wan, xistin rojevê.

Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

Deftera Siyasî

30.01.2008

10.11.1386

 

.:: wê rûpelê ji hevalek xwe re bişînin ::.

 

Emaila xwe:

 

Emaila hevalê/a we: 

 

 

Destpêk  |  Nûçe  |  Siyasî  |  Raman  |  Hevpeyvîn  |  Belge  |  Civakî  |  Çand  |  Têkilî

Malpera navendî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

 Sêşem, 16’ê Rezbera 1387’ê Rojî