|
Li gora edetê herdemî,
PDK Îranê, di roja 2’yê Rêbendana hemû salekê de, vê bîranînê pîroz dike.
Partiya Demokrat ku rêrewê Komara Kurdistanê û Pêşewayê mezin yê Kurd Qazî
Mihemedê Şehîd e, bi serbilindî ve xwe bi rêvîngê wê rêyê dizane û bona
bicîgihandina hêvî û xweziyên Komara canemerg a Kurdistanê bi berdewamî dixebite.
Neteweya Kurd limêj dem e û gellek beriya Komara Kurdistanê û ji bo
bidestveanîna mafê neteweyî, azadî û nehêlana stem û zordariyê li ser neteweya
xwe bêrawestan û cangorîtî xebat kiriye û di vê rêyê de gellek rêberên leheng û
qehreman ên Kurdan hebûne ku jiyana xwe ji dest dane û şehîd bûne, pirr caran
welatê me li her rexekê ve kavil û wêran kirine û hatiye şewitandin û jin û
zarokên me Kurdan hatine qirkirin. Hemû ew serpêhatî û bîranîn û tev xebata han
ji bo me Kurdan cihê rûmet û serbilindiyê ye, lê Komara Kurdistanê bi hinek
cudahiyan ve ku tevî serhildanên berê û desthilatdariya Kurd hebûye, bi tevahî
biferq e. Li vir ne ez dikarim basa hemû wan xalên bihêz û lawaz bikim ku Komara
Kurdistanê hebûn, ne derfeta wê jî ye, lê tenê ez dê qala hinek cudahiyan di vê
komarê de bikim. Ji ber ku bi rastî Komara Kurdistanê veguhertinek bû di dîroka
xebata gelê Kurd ji bo bidestxistina mafê neteweyî û rizgarbûn di bin barê
kedxwarî û zordariyê de, herwiha veguhertinek bû li şekl û awayê desthilatdariya
Kurd li wî cihî ku desthilat di dest de bûye. Yek ji wan taybetmendiyên ku
Komara Kurdistanê hebû, eva bû ku desthilatdarî di bin destê takekesekê, serok
eşîr yan rêberekî olî de derket û bû hikûmeteke nûjen ku dem û dezgeh û sazî jê
re ava bûn. 11 meh demeke pirr kurt e bona vê yekê ku em bikaribin dadweriyeke
temam û kemilî li ser Komara Kurdistanê bikin, lê her di wan yanzdeh heyvan de,
komek sazî û dezgehên demokratîk hatin avakirin ku di sîstema derbasbûyiya
desthilatdariya Kurdî de bênimûne bûn, mafê wekhev ji bo tev takekesên civakê
yek ji wan bidestxistiyên dîrokî bû. Di serdemkê de ku Komara Kurdistanê pêk
hat, serbarê vê yekê ku pêkhateya civakê pêkhateyeke erşîrî bû û nêrîn û ramanên
paremî û paşverû bi ser civaka Kurdî de zal û serdest bûn. Di wê civakê de
girîngiya herî kêm ji jinan û ciwanan re dihat dayîn, lê Komara Kurdistanê ew du
tex û qat di nava civaka Kurdistanê de zindî û mezin kirin. Ji bo ku ew du çîn û
qat bi agahî û hişyariya xwe di xizmeta tevgera kurd de bibin, her di wî serdemî
de, rêxistina Yekîtiya Ciwanên Demokrat û Yekîtiya Jinên Demokrat ên Kurdistanê
hatin avakirin. Ji wê çendê balkêştir eva bû ku Pêşewayê nemir serbarê vê yekê
ku bi xwe mirovekî oldar bû, lê bona vê çendê wî daxwaz kir ku berî her kesî
hevser û keçên wî biçin û di rêxistina Yekîtiya Jinan de beşdariyê bikin, ji bo
ku heke ew kar li gor bîr û ramana hinek kesan eyb, ar û îradek dihat hesibandin,
ew tilisme were şikandin û gel bihê handan ku rêz û hurmetê ji jinan û ciwanan
bigirin. Ji wê demê virde heta niha, her bi pêrewî ji rênîşaniyên Komara
Kurdistanê û Pêşewa Qazî Mihemed, PDK Îranê, Yekîtiya Ciwanan û Yekîtiya Jinan
her di destpêkê de ava kirine û heta niha jî rêve dibe. Serbarê ew kosp û
astengên ku hatine ser rêya Partiya Demokrat, ew du rêxistin jî rastî evraz û
nişîvan hatiye, lê serbarê vê çendê niha jî wekî du hêzên xwedî karî û şiyan ên
PDK Îranê û baskeke xurt û bihêz yê PDK Îranê ne, herwiha jin û ciwan hêzên
alîkar ên tevgerê û pêşdeçûna bizava kurd di her çar parçeyên Kurdistanê de ne.
Cihêtiyeke din a ku em di wî serdemî de dibînin, eva ye ku di dema
desthilatdariya hikûmetên herêmî ên Kurd ên beriya Komara Kurdistanê, pirr caran
em mêze dikin ku desthilatdareke herêmekê hergav êrîş kiriye ser desthilatdariya
deverên cîranê xwe, her çiqas Kurd jî be. Di dîrokê de em şahidê dehan komkujî,
şewitandin û qirkirinên Kurdan bi dest serok eîşran in, bi destê desthilatdariya
Kurd, ji bo dagirkirina ax û berfirehkirina desthilata xwe di herêmê de, lê
berçavî û fenomeneke nû ku Komara Kurdistanê anî holê, sîstemeke taze ku
guhertineke mezin di xebata neteweyî a gelê Kurd de bû, ew jî eva bû ku Komara
Kurdistanê ne tenê her çavê temahê nebire beşên din ên Kurdistanê, belkî Komara
Kurdistanê bû destkevteke neteweyî û dîrokî ji bo hemû gelê Kurd. Me dît ku
birayên me li parçeyên din yên Kurdistanê, rû kirne Komara Kurdistanê û weke
serbazekî Kurd amadeyî fîdakarî û cangorîkirinê bona parêzvanîkirin ji ax û
destkevtiya Komara Kurdistanê bûn. Lewra fidakariya Barzaniyan bi serokatiya
Mela Mistefayê nemir li bîra me naçe, her wiha ew Efserên şoreşvan ku di
Kurdistana Îraqê de, bona beşdarîkirin di Komara Kurdistanê de û perwerde û
elimandina Arteşa Kurdistanê hatin wir û di vê rêyê de jî jiyana xwe ji dest dan.
Yan em xuya dikin ku di dirêjahiya dîorkê de, herdem di navbera desthilatdarên
Kurd û neteweyên din ku li herêmên Kurdan de jiyan kirine, yan cîranên Kurdan
bûne, şer, pevçûn û dijminatî bi awayekî bêwestan berdewam bûye, lê Komara
Kurdistanê û Pêşewayê hizirtîj û zana yê Kurd, rêya demokratîk û hemdem ji bo
çareserkirina pirsgirêkan tevî der û cînarên Kurd di Kurdistanê de, nemaze
Turkên Azerbaycanê, payda kir. Lewre ew bû sebebê vê çendê ku li batî ew du
netewe, wekî berê bi hev re şer bikin û bixwazin bi qirkirina fîzîkî hevdu ji
ortê rakin û axa hev li yekdu pak bikin, Komara Kurdistanê lihevkirineke
birayane û demokratîk tevî Hikûmeta Neteweyî a Azerbaycanê girê da, bi vî awayî
ku li wan cihên ku Kurd û Azerî tebayî hev bi têkelî û bihev re dijîn, li her
dera ku yek ji wan netewane di pirraniyê de bû, rêvebirinê digire dest xwe û yên
din jî li gora nifûs di rêvebirina desthilatê de beşdar dibin. Di vê derbarê de
bû ku hemû deb û edet û tev çand, kultur û hunereke kêmneteweyan, di herêma
Kurdistanê de hatibû parastin, hemû kesekî mafê vê yekê hebû, tev ol û mesebekê,
gişt zimanekê heq hebû ku huner, kultur û deb û edetên xwe pêşde bibe û di vê
derheqê de nehatiye dîtin, tu belge û dukomentek di ber dest de nine ku
neteweyekê weke nûnerê gelekê gazinde kiribe û rexne girtibe an doz vekiribe. Bi
vî awayî em dibînin di navbera du neteweyên Kurd û Azerî de ku di derbasbûyî de
gêre, kêşe û pevçûnên zaf û şer û kuştin hebûn, di tevahiya wê demê de
biratiyeke xurt di navbeyna wan du gelan de hakim bû. Ya balkêş eva ye ku piştî
62 salan ku bi ser vê bûyerê de derbas dibe, niha jî hinek ji Komonîstên kilasîk
li Îranê û her wiha hinek ji Îraniyên Şovenîst û alîgirên Komara Îslamî a Îranê,
neteweyên Îranê ji vê yekê ditirsînin ku mafê neteweyî û desthilata neteweyan bi
ser deverên xwe di şeklê otonomî yan federalîzmê de, dê bibe sedema nifşkujiyê û
xelk dê berbine canê hev û dê hevdu bikujin. Evana ew kes in ku niha jî piştî
derbasbûna 62 salan ji wê bûyerê, ewa ku dikeve û tê mêjiyê wan, tenê rêçareya
kuştin, birrîn, şewitandin û wêrankirinê ye. Di halekê de du hikûmetên herêmî
yên Azerbaycan û Kurdistanê, 62 salan beriya niha, ew pirs bi awayekî demokratîk
çareser kirin.
Heke em bifikirin ku 62 salan berî niha ku xelkê çand û ramaneke din hebû, di wî
serdemî de, hikûmeteke nû û modern a hemdem çawa karî fikr, bîr û ramana xwe
biguherîne û çawa şiya seha nasyonalîstî a xelkê xurt û berfireh bike. Ji bilî
vê çendê ku di wê demê de hejmareke berçav rojname hatin çapkirin ku xizmet bi
jordeçûna zanyarî û hissa neteweyî a xelkê dikirin, heta di vê derheqê de xelk
jî ku pirranî nexwendewar bû, di civaka wê demê a Kurdewarî de nehatin
jibîrkirin. Ji bo jordebirina seha neteweyî a xelkê, Şano hate xurtkirin û
geşandin. Şano ku beşek ji hunera naskirî a cîhanê ye, renge di wî serdemî de bi
kêmî pûte û girîngî jê re dihat dayîn. Lê di wê demê de şano û şanogerî dest pê
kir û Dayîka Nîştiman yek ji wan tiyartoyan bû ku di wî çaxî de, li hemû cihên
ku hikûmeta Kurd serdest bû, dihate nîşandan û xelk li dora xwe kom dikir û derd,
kul û kederên xelkê bi zimanê şanoyê dida xuyakirin. Lê mixabin, dijminên gelê
Kurd, bi taybet Hikûmeta Pehlewî weke hikûmeteke dîktator û paşverû ku nedikarî
pêkhatina desthilateke demokratîk di parek ji welat de tab bike û rewa nedizanî,
êrîş kire ser wê komarê û di rastî da komar canemerg bû. Pêşewa Qazî Mihemed û
hevalên wî yên wefadar hatin îdamkirin, şehîd bûn û bûne goriyên neteweya xwe.
Her çiqas emrê wê komarê kin û kurt bû, lê ew ders, ebret û şîretên ku Komarê ji
me re bicî hêlane, ew wane û ezmûnên zaf in ku dikaribe rênîşana herî baş be ji
bo domandina xebatê heta gihîştin bi hêvî û xweziyên me. Lewra jî piştî ew ders
û fêrbûnane ye ku partiya komarê, partiya pêkîner a komarê, Pêşewayê mezin û
qedirbilind ê komarê, Şehîd Qazî Mihemed, Sekreterê PDK Îranê her çiqas zû li
hembêza me derêxistin, lê partiya wî, partiya avakerê komarê, her di çepera
xebat û berxwedanê de maye. Her çiqas di hemû heyamê wan 62 salan de, di bin
derbên dijminên dil bi kîn û kerb ên neteweya Kurd de bûye û fidakarî û bihayên
herî mezin jê re daye, bona vê yekê ku rêbaza komarê û PDK her wilo bilind û
zindî bimîne ku ew xebat û berxwedane ji bo me keç û xortên Komarê cihê rûmet û
serfiraziyê ye. Partiya Demokrat ku piştî Pêşewa rêberên xwe ên herî mezin di vê
çeper û meydanê de ji dest dane û gorî kirine, lê berevajî xwestek, daxwaz û
xweziyên dijminan, berxwedaniya xwe her didomîne. Me pê nexweş e ku 62 sal piştî
Hikûmeta Komarê, niha jî Hikûmetên dîktator desthilatdariya xwe bi ser gelê Kurd
de dimeşînin, helbet ji bilî parçeyeke Kurdistanê. Di Îranê de ku Komara
Kurdistanê pêk hat, niha piştî 62 salan, hikûmetek desthilatdar e ku di warê
raman û fikirînê de û ji 62 salan berî niha ve gellek zêdetir paşde vegeriya ye.
Serbarê vê çendê ku guhertinên mezin û kûr di vê midehê de li cîhanê çê bûne, di
beşeke zaf a cîhanê de, demokrasî, mafê mirovan û federalîzm û herwiha mafê
wekhev yê takekes û girûpan cihê xwe girtine, lê di Îranê de niha jî baskirin li
pirsa neteweyî weke sûç û tawaneke mezin tê hesibandin. Em di serdemekê de ne ku
mixabin niha di Îranê de dest û pêyên xelkê jêve dikin. Niha jî di girtîxaneyên
Komara Îslamî de, xwendekarên Kurd, xebatkar û rojnamevan di bin îşkenceyê de
tên kuştin. Çend rojan berî niha em şahid bûn ku xebatkarekî Xwendekar yê Kurd
li bajarê Sine, Îbrahîm Lutfulahî di bin îşkenceya kirêgirtiyên Komara Îslamî de
hate şehîdkirin. Niha ku em bona rêzgirtin ji bibîranîna Komara Kurdistanê li
vir civiyane, rojnamegerê Kurd, Ednan Hesenpûr li benda sepandina biryara îdamê
bi ser xwe de ye, bi guneha vê çendê ku rojnamevanekî Kurd e. Eva çarenivîsek e
ku ne tenê her gelê Kurd li Kurdistana Îranê, belkî hemû neteweyên Îranê pê re
berbirû ne. Di halekê de îro roj bi rojê welatên pêşverû ên cîhanê, îdamkirinê
mehkûm dikin û di qanûnên xwe de radikin, di Komara Îslamî a Îranê de, di sala
2007’an de, hejmara îdamkirinan du qat zêdetirî sala 2006’an bûye û di nava
kesên daliqandî de zarokên 15 û 16 salî jî hebûne.
Îro bêhurmetîkirina herî mezin û zêde bi Jinan tê kirin. destkevta ciwanên kurd
û neteweyên din ên Îranê, nemaze gelê Kurd, ji Komara Îslamî, vê hikûmeta
paşverû, îtiyad, bêhêvîtî, betalî û bêkarî û rojreşî bûye, lê serbarê wan hemû
derd û arîşane, hêvî gellek bihêz e. Ji ber ku Komara Îslamî a Îranê bi van tund
û tûjî û afirandina rewşa dijwar û tepeserker heta niha nekariye dengê
azadîxwaziya ciwanên Kurd li Kurdistanê bêdeng bike û bifetisîne. Her çiqas tund
û tûjî zêde dibe, dengê azadîxwaziya ciwanên Kurd û neteweyên din ên Îranê
bilindtir dibe. Jinên Îran û Kurdistanê, bidestxistinên siyasî ên xwe ku bi
xwîna xwe bi destve anîne, çi din ji dest nadin û Komara Îslamî a Îranê nikare
vê yekê ji dest û çengê wan derbixe. Rewşa han ji bo kedkar, mamosta, mamostayên
zanîngehan û hemû çîn û texên civaka Îranê û Kurdewarî her wisan e.
Pirseke din ku hêviya me ji pêşerojê re zêdetir dike, eva ye ku guhertin û
reform bi ser cîhanê de hatine, sîstemeke paşverû bi bîr û ramanên xwe ên
paşdemayî weke Komara Îslamî a Îranê di dunyaya îro de nahê qebûlkirin. Xelkê
bêzar û mandî, xelkê hişyar û zana çi din taba sîstemên dîktator nakin, lewra em
temaşe dikin ku Komara Îslamî a Îranê, evro ne di asta hundirê welat de
piştevaniyeke wilo maye û ne di asta derve de tu kes û aliyek weke caran
piştgiriya wê rejîmê nake. Lê ji hemûyan girîngtir eva ye ku heke li Kurdistana
Îranê, li ser axa Komara Kurdistanê, dîktatoriya reş û paremayî carê hikûmetê
dike û desthilatdariya xwe dimeşîne. Heke li welatê Turkiyê xwîşk û birayên me
niha jî di bin awayên cur bi cur ên cudahîdanan, stem, serkut û çewisandinan de
ne, heke li Sûriyê jî her ew sitem û zordarî tê meşandin û bi awayekî hov û
dirindane tevî xwîşk û birayên me tevdigerin, lê bi kêfxweşî ve di beşeke din a
Kurdistanê de, Kurd gihîştine desthilatê, her çend ew desthilat, desthilata
temam ya Kurdî bi ser hemû axa Kurd de nine, xwşîk û birayên me di Kurdistana
Îraqê de, kêrhatî vê çendê ne ku mafê wan yê neteweyî, azadî, jiyan û
derbaskirinek gellek çêtir ji ya ku niha hene, hebin. Lê pêvajoyek li wê para
Kurdistanê dest pê kiriye ku ber bi pêşve diçe û em hêvîdar in bi bîr û ramana
jîr û zanayane a rêberên wê desthilatê û xelkê şiyar yê Kurdistana Îraqê, ew
desthilat roj li pey rojê xurttir bibe.
Xwîşk û birayên hêja, serbarê vê çendê ku derd, em xem û dijwariyên hevwelatiyên
me di hemû parçeyên Kurdistanê de fam dikin, seh bi êş û azarên wan dikin, yên
ku di girtîxaneyan de ne, yên ku di bin îşkenceyan de ne, ên ku bêhurmetî bi wan
tê kirin û yên ku di girtîxaneyan de tên îdamkirin, em der û elemên wan fêm
dikin û li vir em rêz û silavan ji wan re dişînin û ji wan re dibêjin her bijîn
bona vê xebat û berxwedana qehremanane ku we li dijî dikûmeta herî hov, paşverû
û gemar girtiye pêşberî xwe. Her di wê demê de, em rojên dîrokî û serkevtinên
xwe jî cejn digirin û pîroz dikin. Eva nîşana zindîbûna me neteweya Kurd e,
nîşana vê çendê ye ku derd û xem me bi çokde naînin û rojên dîrokî ji bîra me
naçin. Ew leheng û egîdên ku di vê rêya serbilindiya neteweya xwe de jiyana xwe
bext kirine, ji aliyê me her ezîz û xweştevî ne, em rêzê ji wan digirin û her
wiha bi vê boneyê ve, em pîrozbahiyê ji hemû neteweya Kurd dikin ku destkevta
hikûmeta Komara Kurdistanê bidestxistiya hemûyan e. Spas û pêzanîn ji wan kesan
re jî ku vê rojê pîroz dikin, hemû salekê Kurd li cihekê ku hene, xerîbî û
koçberiyê li Ewropa û Amerîkayê wê roja dîrokî bibîr tînin. Bi taybetî spas ji
wan ciwanan re ku di heyamê hefteya borî de, di bin rewşa tund û tûj û dijwar a
bindestiya Komara Îslamî de, li her kûçe, tax, gund, çiya, bajar û rê û rêgehekê
ku ji wan re derfet pêk hatiye, cejna neteweyî a 2’yê Rêbendanê bibîr anîn,
pîroz kirin û Komara Îslamî a Îranê tevî hemû berhevkariyan bona serkut û
tepeserkirinê nekarî ye pêşiya vê liv û tevgera mirovî û neteweyî bigire. Her
wiha spas û pêzanîn ji wan kesan re ku di rojên pêşiya me de, bi hinceta 2’yê
Rêbendanê cejn û şahiyan lidar dixin û rêz ji vê roja dîrokî digirin.
Spas ji bo we ezîz û xweşteviyan, xwîşk û birayên me ên hêja ku beşdarî şahiya
me bûne, Careke din Cejna 2’yê Rêbendanê ji we tev ezîzan, ji hemû gelê Kurd li
her cihekê dijîn, pîroz be. |