Destpêk    Nûçe    Siyasî    Raman    Hevpeyvîn    Belge    Civakî    Çand    Têkilî

     فارسی     کوردی

Bername Û Pêrewa Hundirîn Ya Partiya Demokrat A Kurdistana Îranê

(Pejirandiya Kongireya Sêzdehem)

 

 

 

 

Hejmara nû ya Agirî

Agirî rojnameya panzdehrojî ya siyasî, çandî û giştî ye.

Rêberên Şehîd

Pêşewa Qazî Mihemed

Dr. Ebdulrehman Qasimlo

Dr. Sadiq Şerefkendî

 

Kongireya Neteweyên Îrana Federal: “Em Hilbijartinên Nimayişî Ên Meclîsa Şewra Îslamî A Heştem Baykut Dikin”

 

Ewa ku di Komara Îslamî a Îranê de binav hilbijartin tê binavkirin, di rastî de tevî hemû usûl û azînên herî destpêkî ên bingehên hilbijartinek azad, adilane, rastîn û realîte dijberî hebûne û vê rejîmê tu demekê derfet û firsenda beşdariya serbest û hilbijartina azad ji gel, partî û kesayetiyên siyasî re nedaye. Heke çi di sazûmana Komara Îslamî a Îranê de, pêkanîna partî û rêxistinên siyasî ji bo neteweyên

Îranê bi tevahî qedexe ye.

Înkarkirin û binpêkirina maf û hiqûqên gelên Îranê di warê hilbijartinan de, hertim yek ji taybetmendiyên berçav ên rejîma Komara Îslamî û ji bingehên îdeolojîkî, olî û rêbazên wê bûye û qanûna bingehîn a vê sîstemê jî tevî Xwedêyî hesibandina vê rejîmê û şidandin û pêdandina “Welayeta Mutleqe a Feqîh” û Konseya Parêzvana(Şewra Nobedar) û gellek mekanîzm û berteskkirinên din, bi kiryar hemû hilbijartinek di vê sîstemê de ji naverok û kakila xwe vala û pûç kiriye.

  Berbijar berî vê çendê ku bigihîjin qonaxa hilbijartinê, ji aliyê Konseya Parêzvan û rejîma desthilatdar, di pêş de carekê hatine hilbijartin û divêt xelk deng bidin hilbijêrên wan, lewra hilbijartin di çarçoveya vê hikûmetê de nimayîşek e û bi tevahî bêwate û pûç in.  Ewa ku di Komara Îslamî a Îranê de binav hilbijartin tê binavkirin, di rastî de tevî hemû usûl û azînên herî destpêkî ên bingehên hilbijartinek azad, adilane, rastîn û realîte dijberî hebûne û vê rejîmê tu demekê derfet û firsenda beşdariya serbest û hilbijartina azad ji gel, partî û kesayetiyên siyasî re nedaye. Heke çi di sazûmana Komara Îslamî a Îranê de, pêkanîna partî û rêxistinên siyasî ji bo neteweyên Îranê bi tevahî qedexe ye.

Di rastî de, hilbijartina gerra heştem a Meclîsa Şêwra Îslamî heta tevî pîvanên bi tevahî antî/nedemokratîk ên vê rejîmê jî nahê nirxandin. Vê carê bi mifahwergirtina berfireh ji mekanîzma betalkirina kêrhatîbûna berendaman, heta reformîstên hikûmetî û xizmetkarên heta niha ên vê rejîmê û ew kesên xweyî yên ku hin ji wan heya duh rêveber û karbidest jî bûn, bi temamî ji ortê hatine rakirin. Vê carê jî heta berî Şêwra Nobdar, Şandên rêvebir ên Wezareta Hundir ketine meydanê û tu şik û gumanek nehêlane ku li çûna hemûyan, ji bilî wan bi xwe ji bo vê binav hilbijartinê dê pêşgîriyê bikin ku ev kare careke din bû sedema şerşorî û riswabûna wan di seranserê cîhanê de.

 Em şahidê redkirina kêrhatîbûna komek ji berbijaran ji aliyê Konseya Parêzvan in ku di rastî de bi xwe beşek ji desthilata “istiswabî” ne (ku jêhatîbûna endamên Şêwra Nobedar bi xwe jî rewayî, berheqî û dilxwaziya xelkê tune ye) û kiryarek wilo yê bûye siyasetek giştî a desthilatdarên Îranê ku ji tu kesê ne veşartî ye. Lewra çaxekê ku rejîmeke wiha bi nîşandana naveroka paşverû û kevneperestane û binpêkirina xwestek û daxwazên herî bingehîn û sereke ên neteweyê  Îranê, ji bilî serkut, çewisandin û îdamê çi rêyeke din negirtiye pêşberî xwe, heta rehm û dilovaniyê bi heval û şirîkên xwe jî nake, divêt mirov bizane û hişyar be û nakeve nava wê leyîz û telika rejîmeke wisa dijî mirovî û bi awayekî şiyar pîlan û nexşeyên biyom û pîs ên wê bi baykuta hilbijartinan, vala bike.

 Pêvajoya redkirina kêrhatîbûnan, rewşeke taybet pêk aniye û yê bûye sedem heta ew partî û kesayetiyên ku li tavahiya jiyê Komara Îslamî di nimayîşên binav hilbijartinan de jî beşdarî dikirin, derbarê beşdarîkirin di hilbijartina meclîsa heştem de bi eşkere gumanên xwe bînin ziman û bi vî awayî eniya herî berfireh a baykuta hilbijartinê di dîroka Komara Îslamî de pêk bihê.

 Baykuteke wiha yek ji awayên zindî û ektîv ên xebat û berxwedana sivîl e ku bêguman rêveçûna micid a wê, desthilat aniye lerizînê û dê neçar bi paşdekêşanên yek li pey hev bi qazancê xelkê Îranê bike. Divêt peropagandeyên derewîn ên dezgehên sîstema stemkar a desthilatdar werin kifş û eşkerekirin û bi beşdarînekirin di hilbijartinan de, bersiva req û redkirinê bidin dewleta “padiganî”(leşkerî) heya nekarin ji vê hilbijartinê bona nîşandana qebûliyeta xwe, mifaha nebaş a propagandeyî bistîne. Herçiqas ku xelkê Îranê bi tevahî ji vê yekê agahdar in ku çûn bo ser sindoqên dengdanê tê wateya dana rewa û berheqiyeke wisa ku rejîm bi xurtî hewcedarê vê ye.

 Hevwelatiyên hêja ên Îranî, hûn bi yeqîn dizanin ku gihîştina nûneran bi meclîsa heştem wekî gerrên berê ku bandoreke erênî li ser jiyan û çarenivîsa gelên Îranê nabe, loma divêt em bi baykutkirina hilbijartinê, xebat û bêfermaniya sivîl a xwe li dijî van desthilatdarên gemar ji raya giştî a cîhanê re bidin xuyakirin, hetanî bibe destpêkek ji bo kemilîna xebat di vê pêvajoyê de û bi berfirehkirina nerazîbûnan, em derbek qahîm û xurt li peykerê dewleta leşkerî – ewlekarî a Welayeta Mutleqe a Feqîh bixin. Hûn piştrast bin ku ev çeka aştîxwazane di çarçoveya xebata sivîl, çi di asta hundir û di asta navneteweyî de, dê gellek bibandor be û encama wê jî dê bi qazancê gelên Îranê be.

 Kongireya Neteweyên Îrana Federal, hevgav tevî hêzên din ên demokratîk û azadîxwaz û hevkariya hemû Îraniyên nava girtîgehê, serbarê baykuta vê hilbijartina nimayîşî, hawara heqxwaziya neteweyên deredesthilat û bindest li Îranê bigehînine guhê raya giştî a cîhanê. Em hemû Îranî bi hev re dest di nav destê hevdu, dikarin bi baykutkirina vê hilbijartina nedemokratîk, rejîma leşkerî û fend û dekên derewîn ên wê riswa û şermezar bikin û desthilata stemkar, zordar û fêlbaz ku ne xwediyê tu hitbar û nifûzekê di nav gelên Îranê de ye ji holê rakin.

 Kongireya Neteweyên Îrana Federal

 17.02.2008

 

.:: wê rûpelê ji hevalek xwe re bişînin ::.

 

Emaila xwe:

 

Emaila hevalê/a we: 

 

 

Destpêk  |  Nûçe  |  Siyasî  |  Raman  |  Hevpeyvîn  |  Belge  |  Civakî  |  Çand  |  Têkilî

Malpera navendî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

 Şemî, 15’ê Pûşpera 1387’ê Rojî