|
Kurdistanê.
Ji sala 1991’ê vir ve eva çendemîn
car e ku Generalên dewleta Turkiyê êrîşên bi vî awayî bo ser Herêma Kurdistanê
bi hêceta berxwedanî û şer li dijî hezên Partiya Karkerên Kurdistanê dimeşînin.
Lê di rastî de ew êrîş û
destdirêjiyên hêzên Turkiyê tu merem û armancek ji bilî tevlihev û alozkirina
rewş, aramî û tenahiya Herêma Kurdistanê û gef ji destkevtên siyasî û netewî yên
vê para Kurdistanê ninin.
Herêma Kurdistanê fakterek berbiçav
a sîstemek demokratîk li Îraq û deverê, herweha parek ji dewleteke xwedî serwerî
ye, lewre tu bihane û hêceteke dewleta Turkiyê li gor pîvan û rê û cihên yasayî
û navnetewî nine û meşrûiyet û rewatiyê bi êrîş û destdirêjiyên bo ser Herêma
kurdistanê nade.
Em xatircem in ku şer û destdirêjî
ne tenê pirs û kêşeya han çareser nake, belkî deverê bi aloziyên bêtir ve
berbirû dike. Lewre take rêya çareseriya arîşe û pirsan, gotûbêjên rasterast in
di navera Dewleta Turkiyê û Herêma Kurdistanê de. Derheq pirsa navbera Turkiye û
PKK’ê jî, pirsa han bi şer û êrîşan çareser nabe û eva çendemîn car e ku tê
ceribandin. Belkî take rêya dawîanîn bi pirsên han misogerkirina maf û azadiyên
neteweya kurd di Turkiyê de ye.
Hewce ye rêxistina NY, Konseya
Ewlekarî a Navnetewî û kom û komeleyên alîgirên mafên mirovan, sînorekê ji bo
destdirêjiyên dewleta Turkiyê diyarî bikin û li warê yasayî û mirovahiyê ve,
hevwelatiyên sivîl yên Herêma Kurdistanê ji gef û êrîşên hêzên Turkiyê
biparêzin.
Bê guman di gava yekemîn de,
parastina sînorên Îraq û Herêma Kurdistanê û pêkanîna ewlehî û tenahiyê ji bo
hevwelatiyan û parastina wan ji her cure gef û metirsiyekê, erkê hêzên
hevalbend di Îraqê de ye. Lewra em daxwazê ji wan dikin ku li hember erkê xwe
de berpirsiyar bin û li vir şûnde derfeta serberedayî û destdirêjiyê bi dewleta
Turkiyê nedin.
Herweha em daxwazê ji Hikûmeta Îraqa
Federal dikin ku li hember destdirêjiyên Dewleta Turkiyê de bêdeng nemîne û rêya
lezgîn û bi piratîk ji bo çareseriya kirîza ser sînorên Herêma Kurdistanê û
parsatina can û mal û halê hevwelatiyan bigre stûyê xwe.
Em ev 12 Partiyên wajokerên vê
daxuyaniyê, êrîş û destdirêjiyên Dewleta Turkiyê û zerer û zirarên gihandî bi
hevwelatiyên kurd bi rewa û berheq nizanin û bi serberedayîtî û maytêkirinek
eşkere û herweha guhnedan bi tu pîvan û lihevhatinên parastina sînor û serweriya
siyasî a welatan dihesibînin û bi tundî mehkûm û şermezar dikin. Em hevxemiya
xwe bi wan kesên ku bi her awayekê ketibine ber êrîşan, eyan dikin û herweha
amadebûna xwe jî ji bo stûgirtina her erk û wezîfeyekê ji bo dijkiryara van
êrîşan û berevanîkirin ji destkevtên neteweya xwe li Başûrê Kurdistanê
radigehînin.
Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK)
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Partiya Yekîtiya Kurd Li Sûriyê
(Yekîtî)
Partiya Demokrat a Kurdistan-Bakûr
Saziya Xebata Kurdistana Îranê
Rêkeftina Demokratîk ya Kurd li
Sûriyê (Wefaq)
Partiya Pêşverûya Demokrata ya Kurd
li Sûriya
Partiya Welatparêzên Kurdistanê
(PWD)
Partiya Yekîtiya Demokratên Kurd li
Sûriyê
Partiya Azad a Kurdistanê (PAK)
Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê
(Elpartî)
Partiya Azad a Kurd li Sûriyê |