Destpêk    Nûçe    Siyasî    Raman    Hevpeyvîn    Belge    Civakî    Çand    Têkilî

     فارسی     کوردی

Bername Û Pêrewa Hundirîn Ya Partiya Demokrat A Kurdistana Îranê

(Pejirandiya Kongireya Sêzdehem)

 

 

 

 

Hejmara nû ya Agirî

Agirî rojnameya panzdehrojî ya siyasî, çandî û giştî ye.

Rêberên Şehîd

Pêşewa Qazî Mihemed

Dr. Ebdulrehman Qasimlo

Dr. Sadiq Şerefkendî

 

12 Partiyên Kurd Û Kurdistanî Di Çaremîn Salvegera Karesata Qamişloyê De, Daxuyaniyek Ji Bo Raya Giştî Belav Kirin

 

Roja 12 Adarê çaremîn salvegera kareseta ku desthilata Bees ya şovînî li dijî neteweya kurd li yarîgeha bajarê Qamişlo dest pê kiribû, ku zû belavî herêmên kurdî yên din bûbû, wê karesata ku 28 kurd şehîd kiribû û li şûn xwe bêtir ji 500 birîndarî hiştibû ji wan birînên wan pirr kûr û dijwar bûn, herwiha mal û dikanên wan jî bi destê hêzên

ewlekariya dewletê hatibûn talankirin û bi hezaran girtî birin zîndanan tenê ji ber ku kurd bûn.

Vê pîlanê di roja 12.03.2004’an de dest pê kiribû, li ser bingeha lîstika fotbolê di navbera tîma bajarê Dêrezorê  (FITIWE) û tîma bajarê Qamişlo (CÎHAD) ku mixabin berî lîstik dest pê be, tîma Dêrezorê û piştgirên wan yên çekdar ku bi wan re hatibûn, kirin şer û pevçûn û bi hildana siloganên şovînî li dijî gelê kurd û dijî serokên wan li Kurdistana Îraqê û piştgiriya SEDAM û destekên wî dikirin, ji bo ku xelkê kurd yên hatibûn temaşeyî lîstikê û piştgiriya tîma xwe ( CîHAD) dikirin, wan bikin .. 

Hêzên ewlekarî ku gereke ew kesên Ereb yên şerxwaz bisekinandana, çûn bi rengekî eşkere li aliyê tîma FITIWE sekinîn û bi fermana tewanbar Selîm Kebûl Parêzgarê parêzgeha  HISIÇA dest bi gulebarandin bi ser xelkên kurd de kirin, êdî pîlan bi awayekî eşkere li dijî gelê kurd li Sûriyayê dest pê kir.

Şovîniyan bi pêkanîna vê pîlana rûreş dixwestin derbek ji nişkêve li kurd bixin ku wan pê bitirsînin, ji ber ku dibînin ku kurd ketine ber pêla guhartinên ku li dinyayê û li herêma Rojhilata Navîn pêk tên û her wiha ezmûna federalî li Kurdistana Îraqê jî, lewra şovîniyan dûvik û destikên xwe ajotin ber bi hildana siloganên tund û tûj de yên ku dijî berjewendiyên gelê kurd in û ber bi karên xerab mîna şewitandin û şikandina dezgehên dewletê, da ku rêjîma şovînî ji xwe re bike behaneya dizî û kuştina kurdan û nakokiyek netewî di nav kurd û ereban de bikar bîne  ku li seranserê dîrok bi hezkirin û aştî jiyane ..

 Pêwîstî gotinê ye ku ev pîlan tevî encamên wê yên xerab, lê pîlan di pêkanîna armancên xwe de, biser neket û nikarîbû gelê kurd sist bike ji xebata wî ya berdewam ji bo hilanîna zor û zilma netewî li ser milê wî  û avakirina sîstemek demokratîk li ser bingehek wekhevî û aştiyê ku di bin siya vê sîstemê de mafê xwe yên siyasî û çandî û civkî bidest bixe, lê belê vê pîlanê bêtir hiştibû kurd bihêztir mafê xwe biparêze û bihêz li pişt tevgera xwe ya siyasî bisekine ku ji kêlîka pêşî de di bin navê partiyên kurdî de bi hev re xebat kirin û bi serkeftin cemawerê xwe organîze kirin, li dijî vê pîlanê ya ku dixwestin hebûna kurd tune bikin, di riya meşa li pey siloganên şehirkirî ku bi hembizî di hatin hildan û tevgerê bi serkevtin karî bû dengê xwe zelal bigihîne raya niştimanî û cîhanî û karî bû vê pîlanê tazî bike ku desthilata Bees ya nijadperest bikar anîbû û pirsa kurd li Sûriyeyê kiribû bin ronahiyê û daxwaza çareserkirna wê bi rengekî demokratîk dikir ..

 Bi vê bîranîna dilêş û dema em vê karesetê pirotesto û rûreş dikin ku şovîniyan li dijî gelê kurd pêk anîne, em ji aliyên tevgera kurdî li Sûriyeyê daxwaz dikin ku zû refên xwe bêtir bikin yek û herin ber bi pêkanîna kongireya xwe ya netewî û avakirina lêvegerê ku gelê me ji dereng ve li bendê ye û astengiyên ku li vir û wir hene, dikevin riya vî karî de werin rakirin, û bi dilgermî pêwendiyan bi tevgera niştemanî re vekin ku bi dengekî zelal ji doza xwe re di vê meydanê de dostan pirtir bikin.                                                    

 Silêmanî- Kurdistana Îraq

09.03.2008

Nûnerên Partiyên Kurd û Kurdistanî:

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Partiya Sosyalîsta Kurdistan-PSK

Partiya Demokrata Kurdistanê-PDK (Bakur)

Partî Demokratê Kurd Li Sûriyê (Elpartî)

Partiya Pêşverûya Demokrat a Kurd Li Surî

Partiya Yêkitî Demokratê ya Kurd Li Sûriyê

Partiya Welatparêzên Demokratên Kurdistan-PWD

Partiya Azadî ya Kurd Li Sûriyê

Partiya Yekîtiya Kurd Li Sûriyê

Rêkevtina Demokrat a Kurd li Sûriyê

Partiya Azadiya Kurdistanê-PAK

Rêxistina Xebata Kurdistana Îranê

 

.:: wê rûpelê ji hevalek xwe re bişînin ::.

 

Emaila xwe:

 

Emaila hevalê/a we: 

 

 

Destpêk  |  Nûçe  |  Siyasî  |  Raman  |  Hevpeyvîn  |  Belge  |  Civakî  |  Çand  |  Têkilî

Malpera navendî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

 Yekşem, 30’ê Pûşpera 1387’ê Rojî