|
ên Kurdistanê!
Sala 1386’an a Rojî, bi hemû
nexweşî, destkevt û serkevtinan ve borî û hevdem tevî hatina werza çêbûna
xweziyê û nûbûna salê û cejna neteweyî a Newrozê,
em pê davêjin sala nû a
1387’an a Rojî.
Hevdem tevî nûbûna salê û rêvebirina
cejna neteweyî a Newroza Kurdan, em dê gavên xwe ji bo meşandina rêya tejî kosp
û asteng ya xebatê xurttir û hêviya rizgarî ji bindestî û çewisandinê di nava
dilê xwe de gurrtir û asoya serkevtin û gihîştin bi maf û azadiyên xelkê
Kurdistanê, ronahîtir û geştir bibînin.
Em di demekê de xatira xwe ji sala
86’an a Rojî dixwazin ku Îran û Kurdistanê di zulmet û tarîtiya sîstema paşverû
û azadîkuj a Welayeta Feqîh de, yek ji salên reş û bixof ên êxsîrî û koletiya
xwe ceriband.
Li vir em dê nihêrîneke kurt bi ser
wan kirîz û qeyranan bikin ku rejîma kevneperest a zal bi ser Îranê, di her sê
warên hundirîn, herêmî û navneteweyî de bi sedema siyaseta şaş û serberedayî a
xwe anîne holê:
A- Siyaseta hundirîn:
Rejîma gemar a Melayan her ji
destpêka hatine serkara xwe ve, bi sedema sernetewandin ji bo xwestek û daxwazên
rewa û berheq ên neteweyên pêkîner ên Îranê, di asta navxweyî de, polîtîkek şaş
û tepeserker meşand û kire rêbaza xwe û wê siyasetê jî tu encamek ji bilî
serkut, qirkirin, betalî û bêkarî, îtiyad û kişandina madeyên hişber, riziyok û
gendelî û xurtbûna roj li pey rojê a diyardeyên biyom ên civakî li şûnde nebûye.
Di sala 86’an de, rêjeya îdamê li
gor salên borî, du qad zêde bûye, rejîma Komara Îslamî di warê daliqandina kesên
bin temen 18 saliyê de, di nava hemû welatên cîhanê de, di pileya yekem de ye.
Qasê herî zêde a kevirbarankirina jinan di Îrana Melayan de tê meşandin û rêjeya
herî zaf a rojnamevanên girtî di cîhanê de, di çalên reş û tarî ên wê rejîmê de,
jiyanê dibihurînin û Îran ê bûye girtîgeha herî mezin a rojnamegeran di cîhanê
de.
Rêberên rejîmê li serveyî dijberên
azadiya gotin û raderbirrînê di cîhanê de cih girtine, sedan hezar zarokên bêpar
ji tev mafên jiyanê, bi eşkere di şeqaman de û li ser rêyan tên xuyakirin. Di
Îranê de, bi milyonan mirov rasretast û nerasterast, bi destê madeyên hişber,
dinalin û tûşî vê belayê bûne, awsan û enflasyona aborî ji sînorê %20’ê derbas
bûye, zêdetirî 20 milyon kes di Îranê de, bi destê bêkarî, bêdahatî û belengazî
û rojreşiyê dinalînin. Gelaleya binav tenahiya civakî, yê dest avêtiye hevika
azadiyên takekesî û Îran ê bûye girtîgeheke mezin ku xof û tirs lê dibare.
Di sala 86’an de, tevgera jinan,
kedkar, xwendekar û mamostayan bi awayê herî hov û dirindane hatin serkut û
tepeserkirin û zext û givaşek bêmînak, kete ser neteweyên bindest ên Kurd,
Belûç, Ereb, Azerî û Turkmen.
Her çiqas sala 86’an a Rojî sala
serkut û qirkirina sîstematîk û dirindane a neteweyên bindest, rojnameger û
çalakên sivîl, tevgerên civakî ên jinan, kedkar, xwendekar û mamostayan bû, lê
bi rûmet û serbilindî ve, îsal sala berxwedan, ranewestan û mafxwaziyê jî bû. Di
vê navberê de, xebat û berxwedana xwendekarên Kurd di zanîngehên Kurdistanê û
bajarên din ên Îranê tevî ne wekheviyan de, cihê diyar û hêjayî xwe hebû.
Di vê salê de, rejîma tepeserkar a
Komara Îslamî a Îranê, tu alaveke serkut û qirkirinê nema ku mifahê jê nestîne û
neceribîne, lê bi şanazî ve, nekarî ruhiyeta şoreş û berxwedana gelên bindest ên
Îranê û tevgerên xelkê û civakî rastî têkçûnê bike û pêlên xurt ên nerazîbûna
xelkê û rûhiya berengarî heta rojên dawî ên sala 86’an a Rojî, her dom kir. Her
ew giyanê şoreş, berxwedan û nerawestana sala 86’an a Rojî ye ku ji bo
pêşwazîkirin ji sala nû û pêşdebirina wê xebata berheq di sala 1387’an a Rojî de
hêviyê dide me.
Hevwelatiyên xebatkar!
Şanosaziya hilbijartin a tûra heştem
a Meclîsa Şewra Îslamî ku çend rojan berî niha birêve çû, serbarê çend mehan
hewl û xebata hikûmetê bi armanca rakêşana xelkê bo ser sindoqên dengdanê, ne
tenê nekarî rewa û meşrûiyetê ji bo rejîmê bi destkevt bîne, belkî vê carê bû
sedema abrûçûneke din ji bo hikûmetê. Vê carê heta Yekîtiya Ewropayê jî bi
eşkere îlan kir ku ev hilbijartinane ne azad û ne dadperwerane bûn. Îlankirina
çend qatan zêde a hejmara dengan ji aliyê dem û dezgehên hilbijartinê ve nekarîn
rûyê biyom û kirêt ê vê şanogeriyê bipeçêve.
B- Asta Herêmî:
Ajawe û Fitneçîtiya rejîma
aştînexwaz a Komara Îslamî û maytêkirinên wê di nav kar û barên welatên deverê
di tevahiya salê de, ne tenê berdewam bû, belku bi awayekî bêmînak her li
Pakistan, Keşmîr û Efxanistanê ve heta welatên kêleka Kendava Fars, Yemen, Îraq,
Lubnan û Filistînê kire qada fitne û ajaweçêkirinê û şandina teror û reşekujiyê
û bi vî awayî ev rejîma terorîstperwer di bîr û raya giştî a akinciyên hemû
herêma Rojhilata Navîn de ê bûye maka neewleyiya siyasî, teror û reşekujiyê û
mijûl e ev fikre di hizr û ramana siyasetvan û rûniştvanên navçeya Rojhilata
Navîn de cih digre ku bi hebûna rejîma têkder a Welayeta Feqîh, egera cihgirbûna
aştî û tebahiyê di wê deverê de tune ye û hewce dike ji holê were rakirin.
C- Di asta navneteweyî de:
Di sala 1386’an de, pirsa bernameya
gumanbar a projeya Etomî a Îranê, bûye doza herî girîng a civaka cîhanê û niha
rejîma Komara Îslamî take rejîma cîhanê ye ku rasterast ê ketiye dijberîkirin
tevî tenahî û aştiyê di asta navneteweyî de û metirsiyên wê rejîmê bo ser
ewlekarî û aştiya cîhanê, komdengiyeke cîhanî li dijî wê rejîmê di asta Konseya
Ewlekarî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî de derket dolê, bi terzekê ku di çaxê
nêzîk bi sê dehsalan ji temenê biyom û gemar yê rejîma Melayan de, tu demekê
komdengiyeke wisa li dijî wê rejîmê di asta cîhanî de nehatiye dîtin. Encama wê
komdengiyê jî di sê biryarnameyên 1737, 1747 û 1803’an a Konseya Ewlekarî a RNY
de xwe derxistiye holê.
Hevwelatiyen hêja!
Civatên xelkê mafxwaz yê Kurdistanê!
Her çiqas ku rejîma Komara Îslamî di
her 3 warên navxweyî, herêmî û navneteweyî de bi komek kirîz û qeyranên bêwêne
berbirû ye, lê ew kirîzane bi tenê nikarin wê rejîma serberedayî û dîktator bi
tavahî rastî têkçûnê bînin. Lewra em bawer in ku rêya ji holê rakirina rejîma
azadîkuj a Komara Îslamî, tenê ji rêya hevgirtin û hevpêwendî û xebata
bêrawestan û bi bername a hemû neteweyên Îranê û gişt hêz û tevgerêm siyasî û
civakî misoger dibin.
PDK Îranê ji bo gihîştin bi wan
armancane amade ye hemû cure alîkarî, hevpêwendî û hevxebatiyekê bike, tenê bi
mercekê ku encama wê xebatê, demokrasî ji bo Îranê û dabînbûna mafê neteweyî ên
gelên zilmjêkirî ên Îranê û yek ji wan neteweya Kurd jê çêbe. Di vê pêvajoyê de
em dê bixebitin û xebatê bikin ku Kongreya Neteweyên Îrana Federal bihêztir û
çelengtir bikin.
Xelkê heqxwaz ê Kurdistanê!
Hevalên qedirbilind!
Di sala 1386’an de, metodên herî hov
û dirindane û bêmînak ên serkut û qirkirinê li ser xelkê Kurdistanê hatin
ceribandin, lê birûmet û şanazî ve, gelê me weke herdem bêdengî ret kiriye û
rêya berxwedana qehremanane girte pêşberî xwe û selimand ku ew gelê maflêxwarî,
divêt bi hemû maf û azadiyên xwe bigihîje û bi dest bixe.
We xelkê heqxwaz yê Kurdistanê di
sala 86’an de, bi daxistin û girêdana dikan û bazaran di salvegera terorkirina
rêberên xwe yên zana û leheng, selimand ku hûn dirêjederên rêya tejî serfirazî û
rûmet a Şehîdên gel û partiyê ne. We xelkê şoreşvan, bi nivîsîna dirûşmên
şoreşgerane û belavkirina tirakt, CD û wêneyên Şehîdan di hemû boneyên neteweyî
û hizbî de, nîşan da ku hûn keç û xortên biemek ên vê welatê pîroz in û hêjayî
hemû cure destxweşî, spas û pêzanînekê ne. Beşdarînekirina we a berfireh û ya
cihê rêz û qedirgirtinê di tûra heştem a şanosaziya binav hilbijartina Meclisa
Şêwra Melayan de, ji aliyekê nîşanderê hişyariya siyasî a we ya bilind bû û ji
aliyekî din ve ji raya giştî a cîhanê jî selimand ku ji wê rejîma azadîkuj bêzar
in û dixwazin guhartinên bingehîn di sîstema paşverû a desthilatdar bi ser Îranê
de çê bibin.
Ez bi nûnerî ji aliyê rêberiya
Partiya Demokrat û Kadro û Pêşmerge û endamên wê ve, ji vê tirîbonê ve silavên
emek û wefadariyê pêşkêşî we dikim û radigehînim ku hemû xebatkarên demokrat,
şanazî û rûmetê bi hişyarî û netirsî û hesta we ya şoreşgerane dikin.
PDK Îranê, partiya rêberên Şehîd
Qazî, Qasimlo û Şerefkendî ye, mêj dem e biryar daye heta serkevtinê neraweste û
ji evraz û nişîvên xebatê de, tenê pişta xwe bi alîkarî û berevanîkirina bêdawî
a we civatên xelkê girê bide.
Di dawiyê de li ser navê tim
rêberiya PDK û hemû Kadro û Pêşmerge û endamên xebatkar ên partiyê ve, nûbûna
salê û cejna neteweyî a Newrozê ji we pîroz dikim û hêvîdar im sala nû bibe sala
gihîştin bi tev maf û azadiyên neteweya me a zilmjêkirî.
Silav li xelkê Kurdistanê,
piştevanên herdemî ên Partiya Demokrat!
Nemirî ji bo Şehîdên birûmet ên
Kurdistanê!
Silav li hemû girtiyên siyasî ên ku
di van rojên cejnê de di çalên reş û tarî ên Komara Îslamî de diborînin!
Mirin û neman ji bo dijminên azadî û
mafê gelan! |