|
rabigehînin.
1.
Bi liberçavgirtina wê rastiyê ku:
- Cudabûna wê girûpê ji Partiya
Demokrat a Kurdistana Îranê di bervar 15.09.1385 (06.12.2006)’an de, cudabûna
kêmaniyekê ji rêberî û bedeneya PDK Îranê bû.
- Nûnerên wê kêmaniya rêberiyê di
kongreya sêzdehem a partiyê de beşdar bûn, deng bi rewa û meşrûbûna kongrê dane
û nêzîk salek û nîvan piştî Kongreyê ji partiyê veqetiyane.
Heq bû bi naveke din kongreya xwe a
yekemîn lidar xistiban û xebat û tekoşîna xwe meşandiban.
2.
Di dema cudabûnê heta lidarxistina kongera wan de, me ji rêya dost û dilsozên
tevgera kurd hemû cehd û hewla xwe da heta ew naveke din ji bilî navê Partiya
Demokrat li ser xwe danên, lê mixabin berevajî hemû urf û qanûnekê û heta
pêrewa hundirîn a partiyê û rêbazên demokratîk ku di kongreya sêzdehem de bi xwe
pejirandibûn, bi armanca parastina vêc û berjewendiyên taqim û girûpî, bala xwe
nedan vê rastiya xuya û eşkere û tu girîngî û bihayek ji hewl û bizava heval û
dilsozên gelê me re nedan. Lewra ew karê wan dibe kosp û astengek mezin li ser
rêya alîkarî û asayîbûna pêwendiyên di navbera me û wan de û bi awayekî
nerasterast bandora neyînî li ser pêvajoya hevkarî û jihevnêzîkbûna hêzên Kurdî
ên Kurdistana Îranê dike, lewra mesleheta tevgera gelê me wisa dixwaze ku ew bi
naveke din kar û xebatên xwe bidomînin. Di rewşeke wisa de, em amade ne
têkiliyên xwe normal û asayî bikin û hazir dibin her cure alîkariyekê bikin.
3.
Bi vî awayî encama vê kongreyê û pêrewkirina vê polîtîkê, berevajî bangeşeyên
wan, bi kiryar li dijî “jihevnêzîkbûna partiyên kurdî” û “girîngî û baldana
taybet bi hewcehiya yekîtî û hevkariyê di asta neteweyî û di asta Rojhilatê
Kurdistanê de” û yek ji wan Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê ye.
Civîna berfireh a Komîteya Navendî
ya PDK Îranê a danzdehem bi berçavgirtina wan xalane û analîz û şîrovekirin
tevalî a encama wê kongreyê, serbarê xuyakirina kul û kesera xwe ji wan biryarên
bê prensîp û bê usûl, îlan dike taqima han ji bo domandina erk û xebatên xwe bi
navê Partiya Demokrat ya Kurdistanê asteng û kospeke mezin li ser rêya
asayîkirina pêwendî û her cure hevkarî û hevalbendiyekê tevî PDK Îranê pêk
aniye. Lewra jî em hêvî dikin ku ew di pêxema vêc û berjewendiya giştî a tevgera
kurd di Kurdistana Îranê de, nihêrînekê bi wê biryara xwe bikin û bi kiryar û
piratîk rêya hevkarî û hevxebatiyê di nava hêzên Kurdistana Îranê de pêk bînin.
Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê
Komîteya Navendî
27.03.2008
08.01.1387 |