Destpêk    Nûçe    Siyasî    Raman    Hevpeyvîn    Belge    Civakî    Çand    Têkilî

     فارسی     کوردی

Bername Û Pêrewa Hundirîn Ya Partiya Demokrat A Kurdistana Îranê

(Pejirandiya Kongireya Sêzdehem)

 

 

 

 

Hejmara nû ya Agirî

Agirî rojnameya panzdehrojî ya siyasî, çandî û giştî ye.

Rêberên Şehîd

Pêşewa Qazî Mihemed

Dr. Ebdulrehman Qasimlo

Dr. Sadiq Şerefkendî

 

Peyama Komîsyona Civakî Ya PDK Îranê Bi Henceta Roja Şehîdên Kurdistanê

 

Rêzdar Mistefa Hicrî, Sekreterê Giştî yê PDK Îranê!

Hevalên rêberî û Kadro û Pêşmergeyên birûmet!

Mêvanên hêja!

Malbata serbilid a Şehîdan!

Îro em li dora hev kom bûne heta roja 10’ê

Xakelêweya 1326’an a Rojî (29.03.1946), bibîr bînin ku di wê rojê de Qazî Mihemed rêber û Pêşewayê neteweyî ê gelê Kurd û Serok Komarê dewleta Komara Kurdistanê tevî Seyfê Qazî û Sedrê Qazî, bi tawana berevanî ji azadiya gelê Kurd bi fermana Mihemedriza Şahê Pehlewî hatin daliqandin. Di 10’ê Xalkelêweya sala 1358 (29.03.1980)’an, di 32’hemîn salvegera lidarvekirina Pêşewa û hevalên wî de, Partiya Demokrat ev roje weke Roja Şehîdên Kurdistanê îlan kir. Ji wê salê virde hemû salekê xelkê Kurdistanê di roja 10 ê Xakelêweyê(29’ê Adarê) de li her cihekê bin û hindî pê çêbin yad û bîranîna wan kesên ku jiyana xwe di rêya rizgarî û serbestiya neteweyî a gelê xwe de bexşandine û bi serbilindî merg û mirin hembêz kirine, zindî dikin.

Dijmin şaş têgihîştibû, jê ve bû bi şehîdkirina Qazî Mihemed dê bikare bîr û ramana azadîxwaziyê di nava gelê Kurd de ji nav bibe. Bûyerên 61 salan dû şehîdbûna Pêşewa nîşan dane ku bikaranîna bêedaletî û newekheviyê ne tenê her pêla kerb û hirsa gel nesekinandiye, belkî roj bo rojê xurt û bihêztir kiriye.

Bo cara yekemîn di dîroka Îranê de Pêşewa karî tevgera demkokrat a seranserî ji girîngiya bizava azadîxwaziya Kurdistanê hişyar bike û wan pê bihesîne, bi curekê ku demokratxwazên Îranê hêviyeke mezin bi azmûna Kurdistanê hebûn. Di heman demê d pêşewa rêberekî jîr, bîrmend û ramanwer bû, di hevdîtinekê de tevî berpirsiyarên Balyozxaneya Amerîka li Tehranê, amadebûna xwe ji bo çêkirina pêwendiya dostane a Hikûmeta Kurdistanê û Amerîka di warê siyasî, pîşesazî û çandî de dabû xuyakirin, daxwaza vê çendê ji wan kir ku di pêxema nehêlan û ji holê rakirina dîktatoriyê û avakirina rejîmeke demokratîk û federal weke Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di Îranê de bixebitin. Stratejiyeke wisa ku di vê qonaxa niha de ê bûye dirûşma beşeke berçav ji hêzên pêşketinxwaz ên Îranê û di vê rêyê de xebatê dikin.

Ramana aştî û yekîtiya gelên azad, bandoreke taybet û mezin di bîr û kesayetiya Pêşewa de hebû, ji ber vê yekê bû ku yekîtiya refên gelê Kurd hate holê û nakokî û dubendî jî hate rakirin, navmala Kurd bû yek û yekdengî û yekhelwestiya rêberiya siyasî a Kurd bû xaleke girîng di pêşdebirina doza Kurd de. Bo mînak rola Barzaniyan bi serokatiya General Mistefa Barzanî yê nemir di dîroka Komara Kurdistanê de rolek ji bîr nekirî ye. Her ew bîra pêşketinxwaz delîveyeke jêhatî ji bo damezrandina pêwendiyeke dostane di navbera gelên Îranê bi giştî û nemaze du gelên cîran ên Kurd û Azerî de afirand. Di vê navberê de jî pirsa demokrasî, azadî û wekheviyê kire merca dostînî û bi hev re jiyanê tevî gişt gelên Îranê.

Piştî hiloşandina Komarê jî hejmarek zaf ji xebatkarên gelê me tevlî karwana Şehîdan bûn, di nava wan de, du serdarên wekî Qasimlo û Şerefkendî tê dîtin. Tevî vê yekê niha jî hejmarek zêdetir di refa şoreşgeran de pênûsê wan bidestve girtine, çekên wan avêtine milên xwe, li ser domandina rêbaz û xebat ji bo bidestveanîna armancên wan berdewam in û dijminê kevneperest bêhûde hewl daye ji rêya serkutkirin û qirkirina xelkê gund û bajarên Kurdistanê, bikaranîna riyakarî, fend û fêlan û soz û qewlên derewîn vîn û îradeya gelê şiyar û serhildayî ê Kurd ber bi jarî û lawazî û bêhêvîtiyê bibe û gel neçar bike bi jiyana bindestî û koletiyê razî bibe.

Dijmin di meşandina vê rêyê de şans û bextê serkevtinê bidest nexist. Ji ber ku heta niha tu kesek di şerê bi heq, rastî û qanûnê de serkevtî nebûye. Azadî û mafê diyarîkirina çarenivîsê mafeke rewa û berheq ê mirovî yê her neteweyekê ye. Heke di derbasbûyî de ew mafe bi sedemên cur bi cur an rewşa siyasî a serdem yan bi qazanc û berjewendiyên aborî ji aliyê hinek li desthilatdaran ve dihat binpêkirin û di asta navneteweyî de jî bi pirseke hundirîn dihate mêzekirin, niha dema vê yekê derbaz bûye, di rewşa niha de nabe ku gel di bindestiyê de bihên hêlan û ji mafê diyarîkirina çarenivîsa xwe bên bêparkirin. Evro serdemê hiloşîna dîktatoran û xurtbûna prosesa demokrasî û dabînbûna azadiyên demokratîk e, dema zorxwazî û kedxwariyê nemaye.

Rejîma xwînrêj û kevneperest a Komara Îslamî hewlê dide di bin navê Îsalmê de, bi mifahwergirtina nebaş ji hesta olî, berçavê xelkê lêl û tarî bike û gel ji xebat û berxwedan ji bo bidestveanîna mafê rewa yê neteweyî sar bike û gavên wan di vê rêyê de şil û sist bike.

Piştî dawîhatina şerê navbera Îranê û Îraqê de, rejîma Melayan bi mifahwergirtin ji merem û niyeta paqij a partiya me û bawerî bi aştî û xwe dûrkirin ji belaya şer ku ziyan û xisarên zaf dê ji xelkê bêpar û xedrlêkirî ê me bide, di bin navê gotûbêj û çareserkirina pirsa Kurd bi awayekî aştiyane karî bi pîlan û komployeke nemirovane û dûr ji yasa û pîvanên navneteweyî li ser maseya gotûbêjê Dr. Ebdulrehman Qasimlo rêberê mezin yê partiya me û mamostayê demokrasiyê bi destên dîplomat terorîstên wê rejîmê li Viyenê Şehîd bike. Dijmin her bi vê çendê nesekinî, xwest bi derbên li pey hev û bibandor dengê tevgera Kurd bifetisîne, lewra di komploya duyem de li Berlînê, Sekreterê PDK Îranê Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên wî Şehîd kir ku encama wê cinayetê Dadgeha Mîkonosê derket holê, encamek ku bû sedema riswabûn û terîkmana rejîma Komara Îslamî di asta navneteweyî û naskirina serokên biryarder ên vê rejîmê bi kujer û terorîstên navneteweyî.

Gelê xebatkar ê Kurd Şehîdbûnê bi armanc nadanê û li şer û xwînrijandinê bêzar e, ji ber ku encamên şer bi tevaya wateyê ve hest pê dike, serbarê vê çendê ku şer bandoreke xirab li ser bingeha aborî û jiyana civakî heye, bi vî halî jî nikare rêyê bide kevneperestên desthilatdar li ser bingeha dîktatorî û serberedayiyê û bi navê ol û meseb yan her hêcet û bihaneyeke din a neheq, mafê neteweyî û mirovî ên gel bin pê bikin û di vê rêyê de ji dana goriyên din jî dirêxiyê nake. Em ji girtin, îşkence, teror û îdamê natirsin.


 

Ji bo selimandina vê rastiyê, em dê qala beşek ji parastinên Pêşewa û helwestên neteweyî û welatparêz ên wî di dadgeha leşkerî a rejîma Pehlewî de bikin. Bi şahidî û îtirafa hemû ew kesên ku di dema dadgehîkirina Pêşewa û hevalên wî de beşdar bûn, di çaxê dadbîniyê de, Pêşewa ew mehkeme dikirin û desthilatdarên wê demê ên Tehranê bi gunehkar dizanî. Nek Xwe û hevalên xwe li hember hemû ew erk û berpirsiyariyên ku di Komarê de hebûn, bi berpirsiyar dizanî.

Siyaset û helwest û kiryarên dewleta Tehranê derheq doza Kurd bi şaş û nedurist dida zanîn, di bersiva pirsa serokê dadegehê de, got: “Hûn tawanbar in, nek em, we welatê me dagir kiriye, ew bûyer di encama vê çendê de bûye ku we qanûna bingehîn a welat pêpes kiriye, mafên mirovan û netewe û kêmaniyên ayînî û qewmî li cem we bêbiha û bênirx in. Lewra ez nikaribim li hember maf û azadiyên neteweya xwe de bêdeng û bêhelwest bibim, niha jî tenê ez bi xwe hayder û pêkînerê Komarê û demokrasiyê di Kurdistanê de bûme, tu kes û hêzeke biyanî ez hay nedame. Bêparbûna Kurd ji hiqûqên xwe ez ji bo rêvebirina wan karane teşwîq kirime, heke merem we ji biyaniyan Barzanî û Barzaniyan be, ew ne biyanî ne. Vira mala wan bi xwe ye, ew mafê wan e ku vir bibin û lêre jî bi mala xwe bizanibin.”

Dema serdozger Pêşewa bi îxanetkar tawanbar kir, got: “ Îxanet ne hêjayî min e, tu îxanetkar î û nezan û neşareza bi yasa û urfa kilamê. Vira mala min e, axa Kurdistanê xaka bav, kal û ejdadên min e. Çawa ez dikarim dest jê berdim. Min tu tirsek ji wê biryara rayedarên we nine. Min mêjdem e xwe ji bo vê yekê amade kiriye. Ez bi hembêzeke vekirî pêşwaziyê ji vê mirina birûmet û serbilindane dikim ku di rêya azadiya neteweya xwe de têm kuştin, ew soz û ehda ku min ji gelê xwe re daye, bi wan re bijîm û ji bo wan jî bimirim, taze ez dê çawa amade bibim soz û peymana xwe bişkînim”.

Her ew biwêrî û fidakariye jî bû ku di dema îdamkirinê û di bin sêdarê de, Pêşewa nehêla çavê wî girê bidin. Di wê demê de Pêşewa emir kir û got: “Ez hez dikim di çirkeyên dawî ên jiyana xwe de, bi çaveke vekirî ji welatê xwe yê ezîz û xweştevî binêrim, hûn şaş in, hûn îro Qazî Mihemedekê dikujin, lê bizanin ji her dilopeke xwîneke min Qazî Mihemedek dê şîn bibe”.

Bila dijminên azadiyê baş bizanibin ku îro tu namir î, tu xwediyê hezaran evîndar û xebatkarên demokrat î, piştî te Qasimlo rêberê karîzma û navdar ê Kurd, armanc û stiratejiyên partiya te furmole kir û rêberiya partiyê girte stûyê xwe û di dem û qonaxên hestyar de rêberî kir, tevî Şerefkendiyê jîr ê hevrêyê xwe ji tirîbona Rêxistina Enternasyonala Sosyalîstê ve doza kurd kirin navneteweyî û di Dadgeha Mîkonosê de, rêberên payebilind ên Komara Îslamî a Îranê li ser kursiya gunehkar danîn.

Mirina wan cure kesayetiyan ne tenê nabe sedema nemana bîr û baweriyên wan, belku piştî mirinê jî bandoreke baş bicî dihêlin. Dibin remz û sembola yekîtiya neteweyî û rizgariya nîştimanî.

Gelê xweragir yê Kurd û civatên xelkê Kurdistanê!

Partiya we, partiya dayîk, PDK Îranê partiya rêber û rêkxerê tevgera neteweyî – demokratîk a xelkê Kurdistana Îranê, partiya rojên dijwar û zehmet ên dewranekê ye ku hewcehiyeke dîrokî ew partî aniye holê. Bi nirxandin û şirovekirina zanistî û dûr ji hest bi berpirsiyarîkirinê ve gavan davêje û biryarê digire û rêberiya tevgerê dike.

Bila dijmin û neyar wê rastiyê baş bizanibin, ew partiya di nava dil û hinavê civatên xelkê Kurdistanê de derketiye, lewra bûye beşek ji pîroziyên wî xelkê ku bi rêber û rizgarderê xwe dizane, hizbek ku tevî êş, derd û elemên gel ji dayîk bûye û bi wan azarane re mezin bûye û emr kiriye, li her kirîz û têkçûnekê ku hatiye ser rêya wê, bi fidakarî û piştstûrbûn bi alîkariya xelkê Kurdistanê ji wan ceribînan bi serfirazî derketiye.

Îro jî xebata azadîxwaziya neteweya me bi qonaxeke aloz û nazik re derbas dibe, hikûmetên desthilatdar bi ser Kurdan, heta tê ji ber radîkalbûna tevgera pêşketinxwaz a Kurd bi giştî û proseya demokrasîxwazî û azadîxwaziya civatên xelkê ên mandî û bêzarbûyî, jar û lawaztir û bêruhiye dibin. Nemaze rejîma xwînrêj a Komara Îslamî a Îranê ku îro çi di asta raya giştî a navneteweyî, çi di asta hundirê welat de munzewî bûye, herwiha yê ketiye bin zext û givaşên zaf. Di rewşeke wisa de, erkê me ye ku em xebata xwe di hemû waran de xurttir û berfirehtir bikin, yekîtiya refên gelê xwe qahîmtir û hevgirtitîr bikin, ji ber ku rejîmeke bêmentiq û binpêkirinê, makeya terorîzma navdewletî ku gefê ji aştî û ewlekariya cîhanê dixwe, bêguman nikare tevî civaka pêşverûxwaz a dinyaya vê serdemê xwe biguncîne. Em piştrast in ku ew roj nêzîk e ku civatên zilmjêkirî ên Îranê, dest di nav destê hev de, dem û dezgehên dîktatorî, serberedayî û kevneperest têk bipêçin û bi xebata hevgirtî, hemû aliyek sîtemek demokratîk di Îranê de bînin serkar û gelên welatê me bi maf û azadiyên xwe bigihîjin.

Beşdarên hêja!

Îro bi henceta 10’ê Xakelêwe, Roja Şehîdên Kurdistanê ve, em silavan ji canê pak ê Şehîdên rêya azadî û demokrasî û rizgariya neteweyî a gelê çewisandî ê Kurd re dişînin, bi taybet serkêşên vê karwanê Pêşewa Qazî Mihemed, Dr. Qasimlo û Dr. Şerefkendî. Di vê roja dîrokî de, careke din em tevî xwîna wan soz û peymanê nû dikin heta gihîştin bi armanca gelê me yê zilmjêkirî demekê ji xebat û tekoşînê nerawestin. Bi hêviya wê rojê.

Bihiloşe rejîma dîktator û kevneperest a Komara Îslamî a Îranê

Serkeve tevgera rizgarîxwaz a gelên Îranê

Serkeve xebata heqxwaziya gelê Kurd bi rêberiya PDK Îranê

 

Komîsyona Civakî a Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

10.01.1387

29.03.2008

 

.:: wê rûpelê ji hevalek xwe re bişînin ::.

 

Emaila xwe:

 

Emaila hevalê/a we: 

 

 

Destpêk  |  Nûçe  |  Siyasî  |  Raman  |  Hevpeyvîn  |  Belge  |  Civakî  |  Çand  |  Têkilî

Malpera navendî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

 Duşem, 15’ê Rezbera 1387’ê Rojî