Destpêk    Nûçe    Siyasî    Raman    Hevpeyvîn    Belge    Civakî    Çand    Têkilî

     فارسی     کوردی

Bername Û Pêrewa Hundirîn Ya Partiya Demokrat A Kurdistana Îranê

(Pejirandiya Kongireya Sêzdehem)

 

 

 

 

Hejmara nû ya Agirî

Agirî rojnameya panzdehrojî ya siyasî, çandî û giştî ye.

Rêberên Şehîd

Pêşewa Qazî Mihemed

Dr. Ebdulrehman Qasimlo

Dr. Sadiq Şerefkendî

 

Beyana Hevbeş Ya Partî û Rêxistinên Kurd û Kurdistanî Derbarê Bûyer û Pêşhatiyên Dawî Li Kurdistanê

 

Xalkê zahmetkêş û tekoşerê Kurd! 

Êrîşa neyarên gelê me û dagirkerên Kurdistanê di heyama Newrozê da jî berdewam bû.

Heyemeka dûr û direj e, dewletên Îran û Tirkiyê, ku her yek ji wan beşekî welatê me dagir kirine, bi baheneya bingehên PKK û PJAK li Kurdistana

Başûr, topbarana herêmên tixubî ya Kurdistana Azad dikin. Dewleta dagirker a Tirk, ne tenê bi topbaranê, her usa bi firoke û hêzên zemînî ve jî êrîşa Kurdistana Başûrê kir.

Êrîşa esmanî û topbarana herdu dewletên dagiker bûye sedema ziyana canî û malî. Gundiyên ser tixûb, bona parastina canê xwe, zevî û bax û malê xwe bi ci hiştine û koç bûne.

 Dewleta Tirk her usa di vê Newrozê da jî êrîş kire ser gel û xwîn rijand. Ji ber êrîşa rejîma xwînrija Tirk li ser pîrozkirina Newrozê, du kesan jiyana xwe ji dest dan, bi sedan Kurd birîndar bûn û hatin girtinê.

 Rejîma şoven a Bees a Sûrî jî di Newrozê da êrîşê ser Kurdan kir, ku dixwastin bi şiklê aşitiyane cejna Newrozê pîroz bikin. Hêzên ewlekariya rejîma şoven a Bees, tehamulê pîrozkirina Newrozê nekirin û gule li ser Kurdan da barandin. Di encema êrîşa hêzên asayişa rejîmê, 3 kurd hatin kuştin û bi dehan Kurd jî birîndar bûn û hatine girtin.

 Gelê me yê zilmditî!

Welatparêzno!

Her wekî eyan e, neyarên me, dewletên dagirkerên Kurdistanê amade ninin hebûna me û mafên me yên netewî û demokratîk û siyasî îtîraf bikin û binasin. Ew di siyaseta zilm û zordariyê da berdewam in. Her roj bi behaneyek êrîşa ser me û destkevtiyên Kurdistana Başûr dikin.

 Bê guman tenê berxwedan, xebat û hevkariya hezên welatparêz pêşiya nehezên azadiya me û dijminê demokrasiyê û êrîşa wan digrin.

Ji bona vê yekê partî û hêzên Kurd  û Kurdistanî yên ku li jêrê navê wan hene, carekî dinê êrîşa neyarên gelê me mehkûm dikin, banga hemû hêz û kesên welatparêz dikin, ku bona peşîlêgirtina êrîşa ser gelê me destê xwe bidin hevdu.

Em banga Neteweyên Yekbûyî (UN), Yekîtiya Ewropa (EU) û hemû rêxistinên mafên mirov û humanîst yên navnetewî dikin, ku dijî êrîşa dewletên Îran, Tirkiyê û Sûrî li ser gelê me û Kurdistana Başur dengê xwe bilind bikin, fişar li dewletên han re bikin, daku bona çareserkirina pirsa Kurdî bi rêya diyalog û dan û standinê bigrin ber xwe, ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêywendiyên siyasî, aborî û çandî deynin.

 31’ê Adara Sala 2008

 - Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (HDKÎ)

- Sazûmanî Xebat a Kurdistana Îranê

- Partiya Azadiya Kurdistan (PAK)

- Partiya Azadî Kurdî li Sûriyayê

- Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyayê

- Partî Demokratî Kurdî li Sûriyayê (Elpartî )

- Partiya Demokratîka Pêşverû Kurdî li Sûriya

- Partiya Demokrata Kurdistan – Bakur

- Partiya Welatparêzên Demokrat ( PWD )

- Partiya Sosyalîsta Kurdistan (PSK)

 

.:: wê rûpelê ji hevalek xwe re bişînin ::.

 

Emaila xwe:

 

Emaila hevalê/a we: 

 

 

Destpêk  |  Nûçe  |  Siyasî  |  Raman  |  Hevpeyvîn  |  Belge  |  Civakî  |  Çand  |  Têkilî

Malpera navendî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

 Şemî, 15’ê Pûşpera 1387’ê Rojî