|
Roja 25’ê Gelawêja sala 1385’ê Rojî
(16.08.2006)’an, 61 sal bi ser avakirina PDK Îranê de derbaz bû. Hemû salekê ji
aliyê endam, alîgir, dost û xelkê Kurdistanê yê evîndarê partiyê rêz ji
bibîranîna damezirandina partiya me tê girtin û her kesek bi her awayekê ku pê
çêbe, li hundirê welat bi vê boneyê şadî û keyfxweşbûna xwe dide xuyakirin. Ji
ber vê sebebê ku xebata partiyê bi dîtingeha rejîmê ve ne qanûnî ye, lewra
alîgirîkirina bi eşkere ji partiyê, gelek caran cezayê tund û giran li şûnde
hebûye.
Bi neçarî xelk li gor rewşa welat,
rêya jêhatî ji bo nîşandana şabûn û keyfxweşiya xwe peyda dikin. Çendîn sal e ku
eva yê bûye dab û edetek ku ciwan di şeva beriya salvegera avakirina PDK Îranê,
li ser bilindiya çiyayên zal bi ser bajar û gundan de agir hil dikin. Ji bilî vê
çendê tirakt û nivîsarên piropagendeyî di vê derheqê de di nava bajar û gundan
de bi berfirehî, belav dikin. Ev kare ji aliyekê nîşana xweştevîbûn û cihwarê
qahîm yê partiyê û ji aliyeke din jî nîşaneya hebûna tevgereke dijî rejîma
desthilatdar e.
Îsal, pêşwazîkirin ji roja 25’ê
Gelawêjê, salroja avakirina PDK Îranê, bi awayekî berbiçav tevî salên berê
cudahî hebû. Bi vê wateyê ku xebatkarên mandînenas yên partiya me li gor
rênûmayî û bernameyên partiyê, çalakiyên propagendeyî yên berfireh û binirx
meşandin ku ev xebat û çalakiyane ji Bakûrê Kurdistanê bigre heta Başûrê
Kurdistanê li xwe girtibûn.
Guman di vê çendê de tune ye ku di
bin sîbera reş ya Komara Îslamî de, propagende ji bo tevgerê û rêberiya wê
bizavê qedexe ye û ber lê tê girtin. Serbarê vî halî jî endam, alîgir û dostên
partiya me bê tirs ji gef û hereşeyên karbidestên rejîmê, ji bo pîrozkirina
bibîranîna avakirina PDK Îranê, nirxdanîn ji bo xebata 61 saliya partiyê di wê
rojê de, çeleng û netirsane erk û wezîfa xwe ya neteweyî bi cî gehandin. Rejîma
kul li dil ku serbarê hemû hewl û têkoşînekê nekarîbû ber li pêla şadî û
keyfxweşiya gel di vê derheqê de bigire, korane li bajarên Kurdistanê dehan kes
ji ciwanên Kurd girtine û bi girtîxaneyên reşçal yên xwe şandine.
Deftera Siyasî ya PDK Îranê, di
pêşde tevî xuyakirina kul û kesera xwe, ji binçavkirina van ciwanan, bi xurtî vî
karê rejîmê mehkûm û protesto dike. Her di vê demê de wezîfa ser milê xwe dizane
ku bi can û dil spas û pêzanîna xwe derheq wan kesane ku di vê boneya pîroz de
çelengane xebat kirine, dide nîşandan. Destê mandî yên wan bi germî bigivişe û
di heman demê de hêviya serkevtina yekcarî ji bo wan û ji bo gelê mafxwaz yê
Kurd bixwaz.
Her di vê hinceta pîroz de Partiya
Demokrat peymanê nû dike ku bi hemû şiyan û karîna xwe ji bo bidestveanîna
armancên bilind yên gelê me demekê ji tekoşînê ne sakine û her wiha bêrawestan
çelengê orta berxwedanî ji maf û azadiyên gelê Kurd be.
Deftera Siyasî ya Partiya Demokrat
ya Kurdistana Îranê
29.05.1385
20.08.2006 |