Destpêk    Nûçe    Siyasî    Raman    Hevpeyvîn    Belge    Civakî    Çand    Têkilî

     فارسی     کوردی

Bername Û Pêrewa Hundirîn Ya Partiya Demokrat A Kurdistana Îranê

(Pejirandiya Kongireya Sêzdehem)

 

 

 

 

Hejmara nû ya Agirî

Agirî rojnameya panzdehrojî ya siyasî, çandî û giştî ye.

Rêberên Şehîd

Pêşewa Qazî Mihemed

Dr. Ebdulrehman Qasimlo

Dr. Sadiq Şerefkendî

 

Peyama Sekreterê Giştî Yê PDK Îranê Ji Bo Bîstemîn Konferansa Salane A Kongireya Neteweyî A Kurd Li Amerîka

 

Rêzdar Dr. Saman Şalî, serokê Kongireya Neteweyî a Kurd(KNC) li Bakûrê Amerîkayê!

 Nûnerên hêja ên beşdar di bîstemîn konferansa salane a kongireyê de!

 Tevî silavên biratiyê!

 Ji aliyê xwe û rêberiya partiya me ve, Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi henceta pêkanîna Konferansa we a salane, pîrozbahiyên xwe ên germ pêşkêşî we dikim û em hêviyê dixwazin kar û xebatên konferansê bi serkevtin bi dawî bihên û bigihîje hemû armancên xwe ku di destûra karê konferansê de hatine cihkirin.

 Birêzano!

 Wek ji tev aliyekê re aşkera ye, em wekî Kurd rojên hestyar û heshes di çarenivîsa gelê xwe de derbaz dikin, lewra domandina rêya xebata me ji bo rizgariyê hewcehî bi hûrbîniyeke zêdetir ji berê heye.

 Dijminên gelê me di her çar parçeyan de piştî dehan salan serkut û kuştina xelkê û wêran û kavilkirina welatê me ne tenê her nekariye gelê me rastî têkçûnê bîne, belku her niha di hemû beşên Kurdistanê de, xebat û berxwedan bi awayên cur bi cur li dijî dagirkeran berdewam e. Tex û qatên neteweya Kurd di vî serdemî de bi dahûrandin û bîr û ramana pêşketinxwazane tevî dijminên Kurd xebat û berxwedaniyê dikin. Li Başûr desthilateke neteweyî – serbarê hemû pîlanên neyarên Kurdan- pêk hatiye û di vê herêmê de, xelk bi beşek ji xwestek û daxwazên xwe gihîştine û xebat ji bo bidestxistina destkevtên bêhtir dom dike.

 Evana rûyê xemilî û dilxwaz yê xebata gelê me ne ku cihê rûmet û serbilindiya Kurda ye li her cihekê ku dijîn. Lê di heman demê de hewce ye di bîra me de be ku carê rêyeke dûr û dirêj pêşberî me ye. Kêmasiyên navxwe, desthilatxwazî, danîna berjewendiyên takekes û girûpan li ser berjewendiyên neteweyî, nebûna baweriyê bi qanûn û pirensîpên demokratîk heta niha bingeha piraniya veqetiyan û cudabûnan di nava partiyên Kurdî de ye. Lewra kosp û astengên ser rêya azadî û rizgariya me tenê ne dijminên derveyî ne, belkî divêt em bandora paremayî û paşverûyiyê di hemû şekl û metodekê di hundir de jî girîng bizanin û jê re bixebitin.

 Em hêvî dikin konferansa we ya bîstem bi baldan bi hemû aliyên erênî û neyênî ên xebata me ya îro bikare komek biryarên bi bandor û bi mifah ku bersivderê beşek ji pirsên doza gelê me be, bipejirîne û KNC weke berê zimanê aştî û tebahiyê di çepera xebat û tekoşîna gelê me de be. Nemaze em çavnihêrê vê çendê ne ku zêdetir ji derbazbûyî ji bo pêkanîna Lobiya Kurdî li Amerîka bi armnaca pêşdebirina herçiqas bêtir a pirsa Kurd di nav civakê û dem û dezgehên vî welatî de hewlê bide.

 PDK Îranê jî her wekî berê bi têkiliyên xwe ên dostane re tevî KNC’yê dê pêbend bimîne û piştevanek baş dibe ji bo hewl û tekoşîna we di rêya bidestveanîna armancên gel de.

 Careke din jî serkevtî û pîroz be bîstemîn konferansa kongireya we.

 Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

 Deftera Siyasî

 Mistefa Hicrî  

 

.:: wê rûpelê ji hevalek xwe re bişînin ::.

 

Emaila xwe:

 

Emaila hevalê/a we: 

 

 

Destpêk  |  Nûçe  |  Siyasî  |  Raman  |  Hevpeyvîn  |  Belge  |  Civakî  |  Çand  |  Têkilî

Malpera navendî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

 Yekşem, 16’ê Pûşpera 1387’ê Rojî