Destpêk    Nûçe    Siyasî    Raman    Hevpeyvîn    Belge    Civakî    Çand    Têkilî

     فارسی     کوردی

Hejmara nû ya Agirî

Agirî rojnameya panzdehrojî ya siyasî, çandî û giştî ye.

Rêberên Şehîd

Pêşewa Qazî Mihemed

Dr. Ebdulrehman Qasimlo

Dr. Sadiq Şerefkendî

 

Bername Û Pêrewa Hundirîn Ya Partiya Demokrat A Kurdistana Îranê

(Pejirandiya Kongireya Sêzdehem)


Beşa yekem: Bernama Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

Destpêk:

1. Dîroka xebata neteweya Kurd bi yek ji parên herî bixwîn û dirêjdem ya dîroka xebata gelên zulmlêkirî yên vê cîhanê tê hesibandin. Piştî şerê 1514’an yê navbera du Împeratoriyên Osmanî û Sefewî li Çaldiranê, Kurdistan bi kiryar di navbera du dewletan de hate parve kirin û sala 1639’an bi îmzakirina peymanekê di navbera Şah Ebasê Sefewî û Sultan Muradê Osmanî de hate fermî kirin. Tevgera rizgarîxwaz ya Şêx Ebeydulayê Nehrî (1880), destpêka bizava rizgarîxwaz ya neteweyî bi dijî dagîrkeran û ji bo serxwebûna Kurdistanê bû. Destpêka sedsala bîstan, şahidê serhildana rêxistinên siyasî û xurtbûna tevgera rizgarîxwaz ya neteweyî di seranserî Kurdistanê de bû, lê hemû carekê bi pîlan û kompiloyên welatên herêmê û danûstandin tevî hêzên mezin de dihatin bêlivîn û tebitandin. Çaxekê ku şerê cîhanî yê duyemîn dest pê bû, xebata gelên azadîxwaz yên cîhanê dijî kevneperestî û faşîzmê xurt û berfireh bû, di vê navberê de hewcehiyeke dîrokî ji bo avakirina rêxistineke siyasî di Kurdistana Îranê de ku bikare xebata rizgarîxwaz ya gelê Kurd bimeşîne, dihate seh kirin. Piştî dagîrkirina Îranê ji aliyê hevalbendan û nemana dîktatoriya 20 salî ya Rizaxan li Kurdistana Îranê, rewşeke jêhatî ji bo xurtkirina tevgera rizgarîxwaz pêk hat. Pêşengên gelê Kurd ji vê derfet û delîveyê mifah standin û di 25’ê Gelawêja sala 1324’ê Rojî (16.08.1945)’an de Partiya Demokrat ya Kurdistanê damezrandin.
Bi vî awayî, avabûna Partiya Demokrat ya Kurdistanê, encama pêdivî û hewcehiyeke dîrokî û nîşana hişyarî û çelengiya xortên pêşeng ên gelê Kurd bû. Ji wê demê ve Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ku xortên şoreşvan yên gelê Kurd di refên xwe de kom kirine, rênîşander û rêveberê xebata rizgarîxwaz ya civatên xelkê Kurdistana Îranê ye.

Avabûna PDK Îranê di dîroka gelê Kurd de bi niqte guhartinekî bihagiran û girîng tê hesibandin û destpêka qonaxeke nû ya xebata neteweya me ye. Bi rêberiya vê partiyê bû ku gelê Kurd bo cara yekemîn di dîroka nû ya xwe de karî hikûmeteke nîştimanî di beşek ji Kurdistanê de bîne ser kar. Vê hikûmetê 11 mehan xwe ragirt û li pey paşdekişyana tevgerên gelên Îranê careke din dîktatoriya leşkerî bask bi ser hemû Kurdistana Îranê de kêşa.
Lê gelê Kurd ji xebatê sar nebû û ji bo bidestxistina armancên xwe yên demdirêj herwiha dom da xebat û tekoşîna xwe.

PDK Îranê xwediyê 59 salan xebata tejî evraz û nişîv û tejî ji fîdakarî û canbazî ye. Aşkira û xuya ye ku partiya me di vî heyamî de bibandortir bûye û ceribîn ji xebata gelê Kurd û gelên din wergirtiye.


2. Di nîva duyem ya sedsala bîstan de, pêşketina zanist û teknolojiyê û xurtbûna hêlên peywendiyan sîma û rûçikê cîhanê guharî ye. Gelek ji rejîmên dîktator û kevneperest hatine herifandin û li cihê wan sîstemên nûtir û azadtir hatine ava kirin. Dehan neteweyên mezin û biçûk mafê diyarîkirina çarenivîsa xwe bidest xistine û dewletên serbixwe damezrandine. Herwiha emr û temenê wan rejîm û sîsteman jî ku bi tund û tûjiyê piştrast in ber bi kurtî û nemanê diçe. Bi giştî gelên bindest û hêzên civakî ne ku dikarin qedera xwe bidestve bigirin û civaka xwe pêşve bibin, derfet û delîveyeke ron û zelaltir ji wan re pêk hatiye ku civakeke azadtir, mirovîtir û pêşkevtîtir ava bikin.

Bi hiloşîna Bilûka Soviyetê di sala 1990’an de, du pirsên girîng di astê cîhanê de derketin rojevê û qîmet û nirx û hêjayiya xwe derxistin holê, ya yekem pirsa neteweyî û hewcehiya dabîn bûna mafên neteweyî yên gelên zulmlêkirî yên cîhanê bû. Serbarê wê çendê ku 70 sal bû îdea dihat kirin ku di welatên Sosyalîstî de pirsgirêkek bi navê pirsa neteweyî li holê de nine, me dît dema ku sîstema Sosyalîstî li ber hev hilweşî û derfet ji bo gelên wan welatan pêk hat, bi tu awayekê hatine ortê û hikûmeta neteweyî ya xwe ava kirin.
Duyem jî pirsa demokrasiyê bû. Pirsek ku bi dehan salan bû di bin navê berevanî ji qazancê kedkar û zehmetkêşan de di parekî zaf ji welatên cîhanê de dijberî tevî de dihate kirin, bi awayekê hewcehî û pêdivî bûna xwe da xuya kirin ku gelek ji dîktatorî hilweşandin û gelek yên din jî ji tirsê vê çendê ku bi çarenivîseke nediyar re rû bi rû bin, neçar man pencereyên malên xwe ber bi rûyê demokrasiyê vekirin û xwe tevî rewş û zirûfê rê xistin.


3. Rojhilata Navîn di berhevdanên neteweyî û nemaze di stiratêjiya dewletên mezin de girîngiyeke xasmanî heye. Di warê coxrafî de ev herême yê ketiye ser sê rêya 3 parzemînên Asiya, Afrîqa û Ewropayê. Di warê aborî û çavkaniyên bin erd de ev herême pir dewlemend û zengîn e û pitir ji nîva hemû paşketa neft (petrol) a cîhanê di vê herêmê de hil ketiye.

Cuda ji wane jî, hebûna çend tevgerên rizgarîxwaz yên nîştimanî nemaze tevgera Kurd û tevgera Filistînê, di vê herêmê de ku dijkiryarekî xwezayî dijî parvekirina Kolonyalî ya herêmê ye, girîngî û bihagiraniya Rojhilata Navîn di hesêb û berhevdanên neteweyî de zêdetir kiriye.

Hemû ev rastî yê bûne sedema vê çendê ku desthilatên mezin tev guhartinên vê herêmê bi hûrî bêxin bin zêrevaniyê û li hemberî her cure bûyerekî vê herêmê li ser seh bin û dijkiryaran ji xwe bidin xuyakirin. Bûyerên van 20-25 salên dawî û hebûna xuya û rasterast û berdewam ya hêzên leşkerî yên dewletên Rojava û nemaze Amrîka di vê herêmê de nîşaneyekî ron ya vê rastiyê ne.

Piştî bûyera 11’ê Siptambrê (2001), êrîşa hevalbendan bi serokatiya Amrîka bo ser Efxanistanê û hiloşîna rejîma tundrew ya Îslamî a Talibanê û ji hev belav kirina Rêxistina Elqaîde di wî welatî, seretaya destpêkirina guhartinan di Rojhilata Navîn de bû. Di şûn wê de jî, dewleta Îraqê di bin zext û tevijma êrîşa leşkerî ya Amrîka û hevalbendan de hilweşiya. Vê bûyerê jî wekî erdhejekê herêm û dunyaya derve hejand. Em dikarin bibêjin piştî şerê cîhanî yê duyem, çi bûyerekê hindî vî şerî, têkiliyên herêmî û neteweyî ne têkdaye. Nemaze di welatên Rojhilata Navîn de ku pirsgirêka siyasî, aborî û arîşeya neteweyî û olî tê de xurt e, hikûmetên wan nigeranê vê çendê ne balansa siyasî di heremê de têk biçe û nikarin hukimdariya kevneperestane ya xwe bidomînin.
Serkeftina xelkê Îraqê di avakirina welateke azad û demokrat li pêşerojê de, dê bandorê li ser xelkê welatên cîran dike. Gelê bêzar ji nîzam û pergalên dîktator û paşverû li benda derfetekê ne heta ji bo bidestxistina azadî, demokrasî û mafê neteweyî yên xwe çelengtir dijî rejîmên dijî gelî xebatê bikin. Her niha xebata rizgarîxwaz ya neteweya Kurd pê daniye asteke qedersaz. Di vê navberê de mafê siyasî yê Kurd li Îraqê li ser bingeha Federalîzma Coxrafî-Neteweyî di qanûna rêveberiya dewletê ji bo qonaxa veguhastinê de bi fermî hatiye nas kirin. Cîgirbûna vî awayê Federalîzmê, dibe mînakeke hêja û baş ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd di parçeyên din yên Kurdistanê de jî.


4. Di dema piştî şerê cîhanî yê duyem de di warê aborî, civakî û siyasî de gelek guhartin li ser Îranê de hatine. Di rastî de Îranê jî nedikarî xwe ji ew hemû guhartinên kûr ku bi ser cîhanê de hatine, dûr ragire. Lê ew guhartina ku di Îranê de qewimî ye, bi tu awayekê hemberî îmkanata aborî û xwezayî ya welatê me nine. Îran niha jî her wek welateke paremayî tê hesibandin. Piraniya civatên xelkê di belengaziyê de dijîn. Niha jî pareke zaf ji rûniştevanên Îranê, nemaze li gundan nexwendevar in û kêmtir destê wan bi alîkariyên bijîşkî û dermanî digihîje.
Tevî bi ser kar hatina rejîma Komara Îslamî di sala 1979’an de, Îran di hinek waran de paşde hatiye vegerandin. Di çaxekê de welatê Îranê bi wan îmkanatên xwezayî ku hebû, her çiqas li destê dîktatoriyê dinaland, mijûl bû ciheke jêhatî di civaka navneteweyî de ji xwe re bigre, Melayên bi desthilat gihîştî bi pêşvegirtina siyaseta dujminî tevî civaka şaristanî, ew welat ji cîhana pêşverû dûr kirin û hewl dan vegerînin dewranên sedsalên navîn. Aboriya Îranê li cihê vê çendê ku pêyê xwe bigre û here nava aboriyên bihêz yên herêmê û cîhanê, bi terzekê tûşî bê ser û beriyê hat ku niha yek ji aboriyên jor û lerzok tê zanîn û parê (dirav) Îranê li hemberî diravên cihê hitbarê yên dunyayê bi awayekî navincî 12000 ji sedê hatiye jêr.
Çewisandin û serkuta azadiyan, siyaseta rojane ya desthilatdarên Komara Îslamî ye. Tu partî û rêxistinek û sendîkayeke serbixwe derfeta tekoşîna azad nine, azadiyên takekesî û civakî bi nebaştirîn awayî tên bin pê kirin û her dengeke nerazîbûnê bi girtin, zîndan, îşkence û heta teror û îdamê tê bersîv dan. Bi vî awayî Îran yê bûye girtîgeheke mezin ji bo hemû miroveke azadbîr û azadîxwaz.

5. Kurdistana Îranê di warê aborî û civakî ve herêmeke paremayî di nava welateke paşmayî de ye. Her çiqas Kurdistan di warê xweza û heyîna bin erd zengîn e, lê di zaf waran de yek ji herêmên herî paremayî yên Îranê ye. Guhartina aborî û civakî û nexasma senetî li Kurdistanê nagihîje pileya zaf ji herêmên din yên Îranê jî. Rewşa aborî û saxlemî û çandî ya rûniştvanên Kurdistana Îranê kêm guherî ye. Pileya jiyanê nizm e û zehmetkêşên Kurdistanê di belengazî û bêpariyê da dijîn.

Zulma neteweyî di hemû warên jiyana siyasî, aborî, civakî û çandî li Kurdistanê dikeve pêş çav. Berpirsiyarên bingehîn yên dewletî li Kurdistanê tev ji navendê tên diyarî kirin û gelê Kurd tu cihwarek di rêvebirina kar û barên welatê xwe de nine. Serbarê hebûna îmkanata xweristî, projeyeke girîng ya aborî û senetî di Kurdistanê de nahê cî bi cî kirin. Tu partî û rêxistin û sendîkayeke serbixwe ya siyasî û senfî îmkana xebata azad û serbest nine. Zarokên Kurdan her yekem roja çûn ji bo dibistanê, divêt bi zimanê Farsî bixwîne û firsend û derfeta xwendin bi zimanê dayîkê ji wan re pêk nehatiye. Bi vî awayî Kurdistan yê bûye girtîgehek ji gelê Kurd re di Îranê de.


6. Parekî zaf ji wan kêmasî û pirsgirêkan her li dewrana desthilata rejîma berê hebûn. Rejîma Paşatiya Pehlewî tu car rêya pêşveçûn û geşekirina serbixwe bi welat nedabû, azadiyên mirovî yên civatên xelkê hatibûne zevtkirin û cudahî û natebahiyeke kûr di navbera xwe û civatên xelkê Îranê de pêk anîbû ku tenê rêya çareserkirina wê, şoreşeke kûr ya gelî bû. Eva bû ku di sala 1978’an de civatên xelkê Îranê bi terzeke bêwêne hatne ortê û piştî salekê berxwedanî, xebat û gorîdanê tomara jiya rejîma Paşayetiyê têk ve pêçan.
Bêguman şoreşa xelkê Îranê yek ji girîngtirîn bûyerên dîrokî yên welatê me bû, her di vê demê de jî wane û derseke gelek hêja û bihagiran ji bo xebatkarên rêya rizgarî û serxwbûnê tê de bû. Şoreşa seranserî ya Îranê da xuya kirin ku her çaxekê xelkê welatekê bi berxwedanî û hevgirtinê bixwazin dav û zincîrên bindestiyê biqetînin, çi hêzek nikare berahiya wan bigre û aqibet hemû kosp, asteng û berpêngên ser rêya serkevtinê dê ji holê rakin.

Her çiqas dewrana tejî rojreşî û biyom ya dîktatorî a malbata Pehlewî hemû tex û qatên xelkê Îranê li dijî rejîma Mihemed Riza Şah hev xistibû, lê gelek mixabin ji ber vê çendê ku hêzên demokrat û şoreşvan pirogrameke hevbeş ji bo sîstema hikûmeta piştî Paşatiyê nebû, û ji ber vê çendê jî ku tu yek ji hêzên nîştimanî û welatparêz yên Îranê nedikarîn bi tenê xelkê li dora xwe kom bike û desthilata siyasî di welat de bidestve bigre, komek Melayên bîrteng û kevneparêz bi mifahwergirtin ji seha olî ya xelkê dest li ser bidestxistiyên şoreşê û berhema xwîn û hêsirên xortên gelên Îranê de girtin û desthilata zorxwaz ya xwe bi ser welatê me sepandin.

Di encama vê rewşê de şoreşa Îranê di rastî de bi armanc negihîştî ma û nekarî çi yek ji hêvî û xweziyên civatên xelkê Îranê bidestve bîne. Gelên têniyê azadiyê di Îranê de bi vê meremê bi destê vala û betal berengarî Artêşa teyar ya rejîma Şah re çûn û bi hezaran kes ji xortên xwe gorî kirin, bona vê çendê ku azadiyên demokratîk di seranserî Îranê de bidestve bihên. Zehmetkêşên Îranê ku para herî zaf ya rûniştvanên welat in û di serkevtina şoreşê de bandoreke zor hebûn ji ber ku li belengazî, xizanî û rojreşiyê rizgar bibin û gelên zulmlêkirî yên Îranê di sîbera rejîmeke demokratîk de bi mafên berheqe xwe yên neteweyî bigihîjin.
Lê kevnarperwerên zorxwaz ku berhem û bidestxistiyên xebat û fedakariyên xelkê Îranê zevt kirine, berevajî çavnihêriya civatên xelkê rê nedan çi yek ji wan hêviyên pîroz bidestve bihên. Hevdem tevî cihgîr bûna desthilata kevneparêzan, azadiyên demokratîk gelek xirabtir ji serdema rejîma Paşatiyê hatin bin pê kirin. Civatên destkurt û zehmetkêş yên welatê me pitir ji hemû çaxekê tevî xizanî, nebûn, giranî û bêkariyê rû bi rû bûn û hikûmeta nû tu gaveke bibandor ji bo çareserkirina hezaran pirsgirêkên jiyana wan ne avêtiye. Gelên zulmlêkirî yên Îranê jî ne her bi mafên berheqe xwe negihîştine, belkî bersîva tev daxwaziyên wan bi agir û hesin hatiye dayîn.

Dîktatorî ya olî ne tenê çi bîr û baweriyeke neyar yê xwe nikare tab bike, belkî tevî her hizir û baweriyeke cuda ji bîr û baweriyên kevnarperwer yê xwe – bila neyar jî nebe- bi xurtî dijminiyê dike. Di heyamê 25 salan desthilatdariya rejîma Komara Îslamî de vê rejîmê ji çi tawanekê li hemberî azadîxwazan ji her netewe, tex û qatekê bûbin, destê xwe neparastiye.

Li Kurdistanê dîmena biyom ya dîktatoriya nû gelek eşkeretir û bêperdetir jî xuya ye. Serbarê vê çendê ku gelê Kurd wekî parek ji xelkê Îranê bi awayekî çeleng di şoreşa seranserî ya Îranê de beşdarî kir û her çiqas gelê me bi egera nûnerên xwe û li rêya aştî û gotûbêjê ve bi aliyê kêm yê mafên berheq yên xwe bigihîje, hikûmeta kevneperest ya Komara Îslamî ne tenê stûyê xwe li hember daxwaziyên berheq yên xelkê Kurdistanê xwar nekir, belkî berevajî, leşker kişande ser xelkê Kurdistanê û destûr û fermana qir kirina wan da. Heta kar bi vê çendê jî nesekinî û Xumeynî berevajî ola Îslamê ferman(Fitwa)a cîhadê dijî gelê Misilman yê Kurd da û rêtina xwîna pîr, ciwan, jin û mêrên xelkê Kurdistanê bi helal zanî.

Pitir ji 25 sala ye şer dijî civatên xelkê Kurdistanê dest pê bûye. Sedan binkeyên Leşkerî û navendên zêrevanî kirina nepenî û torên ajan û sîxorê li seranserê Kurdistanê de hatine ava kirin. Di vî heyamî de xelkê Kurdistanê nêzîk bi 50 hezar şehîd di rêya berevanî ji azadiyê de dayîne ku pitir ji 4 hezar kesan ji vê qasê xebatkarên Partiya Demokrat bûne. Lê tevgera şoreşvan ya gelê Kurd herweha li hemberî zordariya rejîma Melayan sekinî ye û berxwedaniya xwe bi awayên cur bi cur didomîne.

Bi vî awayî rejîma kevneparêz û devbixwîn ya Komara Îslamî dijminatiya xwe bi hemû hêvî, xwezî û armancên gel re û tevî hemû qanûn û rê û cihên navneteweyî dayiye xuya kirin û li dijî tev hêzên welatparêz yên Îranê sekiniye.
Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê li ser vê baweriyê ye ku ji bo serbestî û azadiya Îranê di bin barê zulm û zordarî û dîktatoriyê hewce ye li cihê hikûmeta kevnarpewer û dijî gelî ya Melayan, sîstemeke demokratîk ya federalî were ava kirin ku armancên berheq yên gelên Îranê bidestve bîne.


7. Bo gihîştin bi armancan çareserkirina pirsgirêka neteweyî di çerçoveya pergaleke demokratîk de, Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê yekîtiya hêzên demokrat û welatparêz yên Îranê bi merceke bingehîn dizane. Partiya me bawer e bona vê çendê ku tevgera demokratîk ya Îranê careke din rastî bê bernameyiyê nebe û bidestxistiyên wê nehên talan kirin, hewce ye her ji niha ve wan hêzên siyasî ku bi wateya rastîn demokrat û pêşverûxwaz in, li ser bernameyeke hevbeş ji bo pêşeroja welat hev bigrin.

Ji bo pêkanîna vê yekîtiyê, partiya me him dijî şovenîzma Îranî, ku hebûna gelê Kurd înkar dike û him dijî nasyonalîzma berçavteng ya gelên Îranê ye ku dîktatoriya navendî û xelkê Îranê ji hev naveqetîne. Şovenîzma Îranî û nasyonalîzma berçav teng ya gelan her du astengên ser rêya yekîtiya gelên Îranê ne. Her di vê demê de partiya me li ser vê baweriyê ye ku di rewşa niha de tirsa mezin şovenîzma mezinxwaz ya Îranî ye.
Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê pitir ji 25 sala ye ku berxwedaniya xelkê Kurdistanê dijî çewisandin û tepeserkariya hovane ya rejîma Komara Îslamî bi hêjayî rêberî dike. Xebat, tekoşîn, fidakarî û xwe gorîkirina endam, alîgir û Pêşmergeyên mêrxas yên partiyê hitbar û hezlêkirina partiya me di nava civatên xelkê de pêtir ji caran biriye jor. Partiya Demokrat ya Kurdistanê niha ne her tenê partiya hezlêkirî ya xelkê Kurdistana Îranê ye, belkî li cem gelên din yên Îranê û rêxistinên pêşkevtinxwaz yên Îranê û derveyî Îranê jî ciyê rêz û hurmetê ne.
Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê vê pirogramê dêxe berçav û bala xelkê Kurdistanê û ji hemû rûniştvanên Kurdistanê: Kedkaran, cotkaran, karmend û senetkaran û bazariyan û bi giştî ji hemû kesên welatparêz yên tev tex û qatan dixwaze ku ji bo bidestveanîna armancên vê bernamê bixebitin. Divêt endam û alîgirên partiyê vê pirogramê bibin nava civatên xelkê Kurdistanê û bendên wê ji gel re rave û şirove bikin û bîr û nêrînên partiyê derbarê pirsên siyasî, aborî, civakî û çandî ji wan re beyan û bas bikin. Herwiha hewce ye xelkê parên dinê yên Îranê jî ji daxwazên bingehîn yên xelkê Kurdistanê û partiya me bihên agehdar kirin.
Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê hêza herî mezin ya siyasî ya Kurdistana Îranê ye ku piraniya zaf ji xelkê Kurdistanê piştgîriyê ji wê dikin. Lewre divêt em bi dil û can bixebitin heta hêza bêdawî ya gel ji bo bidestxistina wan armancên ku di bernama partiya me de hatine bikeve kar. Wê demê ye ku bernama partiyê dibe hêzeke madî ya xwedî şiyan û karîn û dikare mafên berheq yên gelê Kurd di çarçoveya Îraneke demokratîk û Federalî de bidestve bîne.

Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê armancên xwe di vê pirogramê de cih dane. Bidestveanîna van armancane li stûyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ku di çarçoveya welatê Îranê de tê damezrandin.

 

Fesla yekem: Armancên giştî

1. Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê Partiya pêşverû û pêşeng ya xelkê Kurdistana Îranê ye û mil bi milê hêzên pêşkevtinxwaz yên seranserî Îranê ji bo avakirina sîstemekî demokratîk li Îranê û bidestveanîna mafê diyarîkirina çarenivîsa gelê Kurd di Kurdistana Îranê de xebatê dike.

2. Armanca Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê ji bo pêşerojê pêkanîna civakekî demokratîk ya Sosyalîstî ye.
3. Dirûşma stratêjîk ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê avakirina sîstemekî demokratîk û federal li Îranê û bidestveanîna mafên neteweyî ji bo gelê Kurd di Kurdistana Îranê de ye.
4. Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê, gelên zulmlêkirî yên Îranê bi hevalbendên stratêjîk yên xwe dizane û ji tevgera rizgarîxwaz ya wan ji bo bidestveanîna mafên neteweyî piştgîriyê dike.
5. Piştevanî ji xebata neteweyî – demokratîk ya gelê Kurd li parçeyên dinê yên Kurdistanê rê û rêbaza hertim ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê ye.

6. Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê piştgiriyê ji xebata rizgarîxwaz ya gelên cîhanê dike û alîgirê aştî û dostînî ya hemû welatan e.

 

Fesla Duyem: Bingehên birêvebirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê

7. Kurdistan yek ji herêmên Komara Federalî ya Îranê ye.
8. Herêma Kurdistanê hemû axa Kurdistana Îranê digre. Çarçoveya coxrafî ya herêma Kurdistanê bi ji berçavgirtina sedemên coxrafî û aborî û daxwaza piraniya rûniştvanên her yek ji herêmên Kurd akincî dê were diyarî kirin.

9. Di Herêma Kurdistanê de hemû desthilat di destê xelkê de ye ku bi egera nûnerên xwe di Parlemana Kurdistanê de û ji rêya organên Hikûmeta Herêmê ve dê bikar bînin.

10. Kar û barên têkiliyên derve (siyasî û aborî), berevaniya netewî, danîna pirogramên dirêjdem yên aborî û sîstema dirav(pere) di bin desthilata dewleta Federal de ye. Cuda ji wane, desthilata birêvebirina dezgeha dewletî li Kurdistanê di destê Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ye. Xelkê Herêma Kurdistanê wekî hevwelatiyên xwe di seranserê Îranê de ji rêya qanûnî ve û bê tu cure ferq û cudahiyekê dê di rêvebirina kar û barên welat de beşdar bin.

11. Herêma Kurdistanê, ala, sirûd û cejna neteweyî ya xwe heye. Di Herêma Kurdistanê de, ala Komara Federalî ya Îranê li rex ala Kurdistanê tê hildan.

12. Dadgeha bilind ya Ferderal ku ji pisporên hemû neteweyên Îranê bi awayekî wekhev pêk tê, bi pirsgirêk û arîşeyên qanûnî yên di navbera dewleta Federal û dewletên herêmî de pêdeçûnê dike û navgîn ( balans)a desthilatê di navbera wan de diparêze.

13. Parlemana Kurdistanê organa herî bilind ya qanûn danîna xasmanî ya Herêma Kurdistanê ye. Nûnerên Parlemanê dê ji rêya hilbijartineke giştî, wekhev, rasterast û nepenî bihên hilbijartin.

14. Parlemana Kurdistanê, Hikûmeta Herêma Kurdisanê diyarî dike. Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hemberî Parlementoya Kurdistanê berpirsiyar e.

15. Parastina ewlekarî û ser û berî ya hundir a Herêma Kurdistanê li stûyê hêza Pêşmerge û sazî û organên Întizamî yên din ên Hikûmeta Herêmê ye. Erk û wezîfa hêza leşkerî berevanî ji tixûbên welat li hember destdirêjî ya biyaniyan e û mafê dest têverdanê di kar û barên parastina ewlekarî û ser û berî ya hundir de nine.
16. Zimanê Kurdî zimanê fermî yê xwendin û name nivîsandinê di navbera îdareyên Herêma Kurdistanê de ye, zimanê Farsî di Herêma Kurdistanê de jî wekî cihên dinê yên Îranê zimanê fermî ye û di xwendingehan de dê were xwendin.

17. Name nivîsandina fermî ya îdareyên Herêma Kurdistanê tevî dewleta navendî û îdareyên ser bi dewleta Federal li Kurdistanê û herêmên dinê yên Îranê dê bi zimanê Farsî be.

18. Hemû akinciyên ne Kurd li Herêma Kurdistanê ji bo xurtkirina çanda xwe alîkarî bi wan re tê kirin û îmkanata xwendin bi zimanê xwe dê ji wan re were dabîn kirin.

*********************

 

Fesla sêyem: Mafên rûniştiyên Herêma Kurdistanê

19: Hemû ew maf û azadiyên ku di danezana Gerdûnî ya Mafê Mirovan û peymanên navneteweyî yên ser bi vê danezanê de hatine, wekî azadiya bîr û bawer û raderbirînê, azadiya weşan û çapemeniyê, azadiya pêkanîn û tekoşîna Partî û rêxistinên siyasî, yekîtî û şêwrên kedkarî, cotkarî û senfî, sazî û civatên demokratîk û azadiya hilbijartina kar û cihê rûniştinê û azadiya ayîn û ol di herêma bin desthilata Hikûmeta Herêma Kurdistanê de her wekî tev herêmên din yên Îranê dê bihên pêkanîn û cîgirkirin.

Hemû rûniştvanên Kurdistanê bê tu ferq û cudahîdanînekî zayendî, qewmî, tixmî û olî dê wekî hev mifahê ji mafên civakî, aborî, siyasî û çandî wer bigrin.

20. Dîn (ol) ji dewletê cuda ye.

21. Jin û mêr di nava malê û civakê de mafê wekî hev hene û ji bo karkirina wekhev dê miaşê wekhev bistînin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê divêt ji bo jinên karmend û kedkar mafê mifahwergirtin ji izna bi miaş û hiqûq di dema pêgiran (avis)î û zayîna wan de pêk bîne.

22. Hikûmeta Herêma Kurdistanê biha û girîngiyeke taybet dê ji perwerde û elimandina zarokan re bide.

***************************************

 

Fesla çaran: Siyaseta aborî û civakî

23. Pêşdebirina rewşa aborî ji rêya bername darêtinekî zanistî di Herêma Kurdistanê de li stûyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Ji bo tol vekirina paremayîna aborî ku berhema zulma neteweyî ye, hewce ye parvekirina dahata giştî ya welat ji aliyê dewleta Federal ve bi awayekê be ku pişka rûniştvanên Herêma Kurdistanê li gor qas û pileya paşdemayîna pitir ji dahata navincî ya seranserî welat be.
24. Rêya bingehîn ya pêşkevtina aboriya Kurdistanê û tevahiya Îranê senetî kirina welat li gor bidestxistiyên zanistî û teknîkê ji aliyekê û ji aliyê din hewcehî û îmkanatên xwezayî yên welat e. Pêkanîna guhertinên bingehîn yên aborî û civakî ku ji bo senetî kirinê hewce ne, yek ji erk û wezîfeyên herî bingehîn yên dewleta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.

25. Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji rêya beşa giştî ya aborî ve ku para bingehîn ji bo pêşkevtina aborî ye, dê seneta pêşkevtî li Kurdistanê ava bike û hêsankariyekê ji bo pişikdariya sermaya taybetî di pêşxistina aborî ya welat û nemaze di senetîkirinê de dike û her di vê demê de ji seneta xwemalî û neteweyî jî parêzvaniyê dike.
26. Çavkaniyên bin erd û herwiha av, daristin û çêrîngehên Kurdistanê wekî hemû herêmên Îranê heyîna giştî ne û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hevkariya dewleta navendî bi vêc û qazancê tev xelkê Îranê mifahê ji wan distîne.

27. Pêtirkirina berhema çandinê ji rêya mekanîzekirin û bikaranîna metodên zanistî di çandinê de, herwiha darêtina bernameya avdêrîkirin û çêkirina bendavan, parekî girîng ji siyaseta aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.

28. Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo xurtkirina bazirganî ya hundir û geşekirina kar û kesabet û pîşesaziyê di Kurdistanê de dê xebatê bike.

29. Jordebirina asta jiyana xelkê û nemaze zehmetkêşên Kurdistanê naveroka bingehîn ya siyaseta aborî a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Ev hikûmete dê hêz û karîna xwe bixe kar bona vê çendê ku jînekî hêja û jêhatê wî serdemî ji wan re pêk bîne.

30. Nabe seeta fermî ya kar û emel di hefteyê de ji 40 demjimêran derbaz bibe. Ev kedkarên ku karê dijwar û giran dikin, divêt seet û dema karkirina wan kêm û kin be. Aliyê kêm yê heqdestê karkeran dê li gor xerca birêveçûna wan were diyarî kirin û tevî jêhel çûna xerca qetandinê heqdesta wan dê bihê zêde kirin. Kedkar dê li hemberî qeza û pêşhatên kar û nesaxî û ixtiyarbûn, bêşolî û pîr û kalbûnê de werin bîme kirin. Ji bo kêmkirin û piştre ji holê rakirina bêşoliyê divêt rewşa aborî û civakî ya pêwîst bihê pêk anîn.

31. Di malikiyeta erdê de hinek bêdadî tê da heye. Lewra divêt guhartineke hewce bi qazancê gundiyên zehmetkêş û bê erd li ser awayê niha yê malikiyetê de bihê.

32. Hikûmeta Herêma Kurdistanê divêt alîkariya cotkaran bike bona vê çendê ku bikarin alav û amûrên pêşkevtî yên çandinê ji xwe re pêk bîne. Herwiha hewceye berhemên çandinê yên wan bi buha ya garantî jê bikre û ji bo xurtkirina kar û barên çandiyê qerên dirêjdem bi vêc û sûda kêm bide wan. Cotkar di berahiyê de li hemberî qeza û pêşhatên kar, nexweşî û piştre li hember pîrî û ixtiyarbûnê dêbihên bîme kirin.
33. Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê balekî taybetî bide elimandin û perwerdekirina ciwanan û îmkanên perwerdehî, fêrkarî û seyran û rihetiyê ji wan re pêk bîne.

34. Hikûmeta Herêma Kurdistanê balekî xasmanî dê bide pezdariyê. Çêrîngeh dê li gor merc û qaydên jêhat radestî pezdaran werin kirin û rêyên serast û zanistî yê pezdariyê ji wan re dê bihê hîn kirin.
35. Parêzvanî ji jîngehê, çavkaniyên xweristî, daristan, behr û parêzvanî ji heywanan nemaze heywanên ravî: Teyr, teval û çar pê û masiyan yek ji wezîfên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Lewra divêt berahiya nêçîra bê ser û ber ya heywanan bihête girtin û hewceye di hilbijartina cur û cihê seneta nû di lêdana rêyan û kêşana rêya hesin li jîngehê de bihê liberçav girtin û xweza nehê têk dan û were parastin.
36. Hikûmeta Herêma Kurdisatanê dê girîngiyeke zaf ji xurtkirina seneta geryan û seyranê û avahî û cihwarên kevin re bide.

***************************************

 

Fesla pêncan: Siyaseta çandî û tenduristî

37. Hemû zarokên Kurdistanê divêt heta 15 saliyê bixwînin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo ji nav birina nexwendewariyê dê bilez gavan bavêje. Di herêma Kurdistanê de pêkanîna xerca xwendina destpêkî li ser stûyê dezgeha dewletî ye û xwendin di qonaxên din de belaş û xwerayî ye. Alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di vî warî de xwendingehên ayînî jî digire. Hikûmeta Herêma Kurdistanê xerca xwendina zarokên tex û qatên kêmdahat û desteng di tevahiya fêrgehên pêşeyî û huneristan de pêk bîne û xerca xwendina zarokên zîrek, çeleng û hilkevtî yên kêm dahat di zanîngeh û fêrgehên bilind de jî li stû digire.
38. Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo jêhelbirina pileya çandî ya gel û damezrandina binkên çandî, zanistî û perwerdehiya cendekî wekî Ferhengistan, şanoya neteweyî, binkên werzişî, Fêrgehên bilind dê gavan bavêje û ji bo komkirin û parastina mîratên çandî yên Kurdan xebat û tekoşînê bimeşîne.

39. Girîngîdan bi pêşkevtina ziman û wêjeya Kurdî û piştgîrî ji nivîskar, hunermend û zanayên Kurd rêbaz û rêça herdem ya siyaseta çandî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.

40. Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê li hemberî ronakbîran û pisporan siyasetekê pêşve bigire ku bi dilek germ xizmeta welatê xwe bikin.

41. Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê ji bo jêhelbirina pileya saxlemî û tenduristiya hemû xelkê bixebite û dê rewşekê pêk bîne ku tev xelkê Kurdistanê bikarin ji alîkarî yên nojdarî û dermanan mifahê werbigirin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo avakirina asayîşgehan, şîrxwaringehan û zayîngehan dê gavan bavêje û bo xayîkirina siqet, nivîşkan û ixtiyarên reben û bê mal û xayî dê binke û binyatên xasmanî ava bike.

***************************************

 

Fesla şeşan: Xasmaniyên Komara Federalî ya Îranê

42. Hemû gelên Îranê bê ferq û cudahîdanana tixmî, olî, ayînî, qewmî û zayendî di avakirina Komara Federalî ya Îranê de pişikdar in û ev esle di Qanûna Bingehîn ya Komara Federalî de cih digre.
43. Qanûna Bingehîn ya Komara Federal, li gor mercên cîhanî yên mafê mirovan û peymanên neteweyî dê bi awayekê were darêtin ku mafên netewî yên gelên Îranê di nava tixûbê coxrafiya neteweyî ya herêman de bi fermî bihê naskirin.

44. Qanûna Bingehîn ya Komara Federal, mafê pesendkirin û pejirandina ew qanûnên ku pêwendiya wan bi herêman ve heye, bi Parlemanên wan herêman dê bispêre.

45. Dewleta Federal naçe nava tu terze peyamaneke leşkerî ku armanca destdirêjî bo ser welateke dinê hebe.

Fesla heftan: Siyaseta derve

Di siyaseta derve de ku di selahiyet û berpirsyariya dewleta navendî ya Komara Federal de ye, Partiya Demokrat ya Kurdistanê pê li ser vê çendê diçeqîne ku:

46. Dewleta navendî ya Îranê tevî hemû dewletan li ser bingeha rêz û hurmet girtin ji hev û nasîna mafê hikumdariya nîştimanî têkiliyê çê dike û tevî welatên pêşkevtinxwaz û demokrat û ew welatên ku rêz û hurmetê ji bo mafê ,mirovan digirin têkiliya dostaniyê pêk bîne.

47. Dewleta Federal ya Îranê di nava Rêxistina Neteweyên Yekbûyî û li derveyî vê rêxistinê divêt ji aştiya cîhanî bi hev re jiyana bi aştî di nava gelan de piştgîriyê bike û alîgirê çareserkirina pirsgirêkên navneteweyî ji rêya gotûbêj û danûstandinê û bê bi kar anîna zorê be, meger di demekê de ku civaka navneteweyî bi hewce bizane.
48. Dewleta Federal divêt ji xebata rizgarîxwaz ya gelan û dijî zordarî ya gelan û ji mafê diyarî kirina çarenivîsa netewan bi destê xwe piştgîriyê bike û penaha siyasî bi mirovên welatparêz û azadîxwaz bide.
Di çarçoveya vê siyasetê de bi agehdarî û pejirandina Dewleta Federal, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji îmkanatên xwe bo hevkarî kirin bi xebata rizgarîxwaz ya xebatkarên Kurd di dewletên cîran de mifahê wergire û penaha siyasî bide wan Kurdên welatparêz ku daxwaza penaberiyê dikin.

***************************************

 

Beşa duyem: Pêrewa hundirîn ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Mada yekem: Nav û naveroka partiyê

1. Navê partiyê, Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ye.

2. Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê partiya pêşverû û şoreşvan ya xelkê Kurdistana Îranê ye û tex û qatên welatparêz û azadîxwaz yên gelê Kurd di refên xwe de kom dike.


Mada duyem: Endamên partiyê

Hemû welatiyeke akincî yê Kurdistana Îranê û hemû Kurdeke Îranê dikare bibe endamê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi mercekê:

- Temenê wî/ê ji 18 salan kêmtir nebe.

- Pirogram û pêrewa nhundirîn ya partiyê bipejirîne.

- Bi mirovekî xweşnav û welatparêz bihê naskirin.


Têdîtin:Kurdên parçeyên din yên Kurdistanê dikarin di rêxistin û civatên alîgir yên Partiya Demokrat de bibin endam û heke pêtir ji 5 salan li Kurdistana Îranê jiyan, bibin endam partiyê.


Mada sêyan: Çawaniya wergirtina endam

Ji bo vê çendê kesek bi endam bihê wergirtin, hewce ye:

- Ji aliyê 2 endamên partiyê bihê nasandin.

- Aliyê kêm şeş mehan di bin ceribandinê de be.

- Endamê partî û rêxistineke siyasî ya din nebe.

- Ji aliyê piraniya endamên şaneyeke partiyê yan organeke servetir wekî endam bihê wergirtin.


Mada çaran: Erk û wezîfeyên endamek partiyê

Wezîfeya ser milê endamek partiyê ye ku:

- Ji bo bidestveanîna armancên partiyê ku di bernama wê de hatine, bixebite.

- Bi hemû şiyan û karîna xwe ji bo parastina yekîtiya siyasî û rêxistinî ya partiyê hewl û cehdê bide.

- Li gor pêrewa hundirîn pêrewiyê ji dîspilîna partiyê bike.

- Di yek ji organên partiyê de bixebite.

- Nepenî yên partiyê biparêze.

- Pileya zanyarî ya siyasî û civakî a xwe jêhel bibe.

- Siyaseta partiyê bibe nava civatên xelkê û têkiliyê bi wan re xurt bike û ji dîtin û nêrîn û ceribînên wan mifahê bistîne.

- Heqê endambûnê bide.


Têdîtin: Ew kesên piştgîriyê ji siyaseta partiyê dikin û peywendiya rêxistinî tevî partiyê heye, lê hemû wezîfên endam bicî naîne, bi alîgirên partiyê tên naskirin.


Mada pêncan: Mafê endamek partiyê

Endamek partiyê mafê vê çendê heye ku:

- Bi endamê/a her yek ji organên partiyê bihê hilbijartin.

- Ji hemû endam yan organekê di civînên partiyê de rexnan bigre.

- Ji rêya teşkîlatî ve pêşniyarê bide tev organên partiyê, dîtin û nêrîna xwe ji wan re bibêje ya pirsê ji wan bike.
- Ji hemû organekê bal organa servetir şikayetê bike.

- Di hemû civîneke organa xwe de ku xebat û tekoşîna partîtî û siyasî ya wî/ê berawerd bike û bixwaze biryarê li ser bide, beşdar be.


Mada şeşan: Cezadana endam

1. Ew Kesên wezîfên xwe bicî nagihînin, yan berevajî pêrewa hundirîn ya partiyê dilivin, yan kiryarekê encam didin ku ziyanê digihijîne hitbara partiyê pêka guneha xwe tên ceza kirin. Cezayê partiyê pêkhatiye ji:
- Sexer birin bi dev.

- Sexer birin bi nivîsar.

- Jê standina berpirsyariyê.

- Hilavîstin ji endambûnê

- Derêxistin ji partiyê.


Têdîtin:
1: Dema herî dirêj ya hilavîstin ji endambûnê salek e, endamê/a hilavîstî di heyamê hilavîstinê de, nikare bi endamê/a tu yek ji organên partiyê bihê hilbijartin û berpirsiyarî pê were dayîn.
2: Cezayê hizbî ji aliyê rêxistina partiyê ya her endamekê ve bi piraniya deng tê diyarî kirin.
3: Merem ji cezadana hizbî, elimandina endam e û tenê wê demê endam tê cezadan ku rêyeke din weke rexne û şîretan tu kartêkirinek di başkirina emel û karên wî de nebûbin.
4: Endamê derêxistî heq heye ji organa servetir daxwaza pêragihîştinê bike û dikare vê daxwaziyê ji bo Kongirê jî bişîne.

5: Endamê/a hilpisartî piştî heyamê hilpisartinê, derbasbûyiya hizbî jê re tê berçav girtin û li ser dîtina organa xwe berpirsiyarî jê re tê dayîn.


Mada heftan: Qewara partiyê

1: Binêşa bingehîn ya darêtina qewara Partiyê li ser van bingehane ye ku:

- Hemû organeke partiyê li jêrê ve bo jorê tê hilbijartin.

- Organên partiyê bi ser û berî rapora xebat û tekoşîna xwe didin wan endaman ku ew hilbijartine û him radestî organa servetir ji xwe dikin.

- Endam pêrewê rêxistinê ye û kêmaniya endaman pêrewê piraniya endaman e.

- Di nava partiyê de ji bo hemû endaman bê cudahîdanan yek dîsiplîn heye.

- Biryara organa jortir ji aliyê organa jêrtir tê cî bi cî kirin.

- Baskirin û biryardan li organa herî serve heta organa herî jêr bikom e. Takekes perestî û dîktatorî û serberedayîbûn di partiyê de cih nine.


Mada Heştan: Kongra Partiyê

1: Organa herî bilind ya Partiyê Kongire ye.

2: Kongra Partiyê her 4 salan carekê ji endamên eslî, cîgir û ravêjkarên Komîteya Navendî û bi radeyekê ku Komîteya Navendî diyarî dike ji nûnerên endamên dinê yên partiyê pêk tê.

3: Kongra awarte li ser daxwaza Komîteya Navendî, yan du ji sê ya pirsonêlên hemû dem yên partiyê pêk tê.

 

Wezîfe û desthilata kongirê evane ne:

- Basa rapora Komîteya Navendî dike û biryarê li ser dide.

- Rêbaza giştî ya siyasî, stratêjîk ya partiyê diyarî dike.

- Program û pêrewa navxwe ya partiyê dipejirîne û heke hewce bû desttêwer dide.

- Endamên eslî û cîgir yên Komîteya Navendî hildibjêre.


Têdîtin 1: Komîteya Navendî heq heye aliyê kêm bi qasê yek ji sê ya hejmara endamên eslî yên xwe, ji endamên partiyê rasterast bi mafê dengdanê di kongirê de pişikdar bike.

Têdîtin 2: Ew kes dikarin bibin endam yan cîgirê Komîteya Navendî ku aliyên kêm sê salan derbasbûyiya endambûnê di Partiyê de hebin.


Mada nehan: Konferansa Partiyê

1: Konferansa partiyê di demekê de tê lidarxistin ku:

- Derfeta girtina kongrê nebe.

- Pirsgirêkeke wisan derketibe holê ku Komîteya Navendî nekare çareser bike.

- Di rewşeke wisan de konferans dê desthilat û kêrhatîbûna kongrê heye.

2: Konferans ji endamên eslî, cîgir û ravêjkarên Komîteya Navendî û nûnerên Komîteyên bajar, navend, komîte û komîsyonên ser bi Deftera Siyasî pêk tê.

3: Qasê nûnerên wan komîte û komîsyonan ji aliyê Komîteya Navendî ve tê diyarî kirin. Lê di her hal de divêt hejmara nûnerên hilbijartî ji hejmara endamên eslî, cîgir û şêwirmendên Komîteya Navendî pêtir be.

Mada dehan: Komîteya Navendî

1: Di heyamê navbera du Kongireyan de Komîteya Navendî organa herî bilind ya partiyê ye û kar û barên partiyê birêve dibe.

2: Wezîfe û desthilata Komîteya Navendî bi vî awayî ye:

- Biryarên kongrê cî bi cî dike.

- Berpirsiyarê têkiliyên partiyê tevî partî û rêxistinên dinê ye.

- Deftera Siyasî û Sekreterê Giştî yê Partiyê û Cîgirê Sekretêr hildibjêre ku li hember Komîteya Navendî de berpirs in.
- Qasa heqê endametiya endamên partiyê diyarî dike û berpirsiyarê dahat û derkevta partiyê ye.
- Ayînnameya hundirîn ji bo kar û barên xwe û ji bo hevahengî di navbera komîsyonên ser bi Komîteya Navendî de berhev dike û dipejirîne.

- Aliyê kêm salê sê caran dicive. Endamên cîgir û şêwirmendên Komîteya Navendî di civînên Komîteya Navendî de pişikdar dibin û dengê ravêjê hene.


Têdîtin:
1: Komîteya Navendî dikare heta nîva hejmara endamên bingehîn şêwirmendan ji xwe re hilbijêre.
2: Civînên Komîteya Navendî bi beşdariya aliyê kêm 2 ji 3 ya endamên eslî fermî dibe û biryarên girtî yên wê çaxekê yekser dibin ku pêtir li 2 ji 3 ya endamên eslî yên beşdar di civînê de dengê erê ji wan re dabin.
3: Tu kes pêtir ji du kongireyan di şûn hev de wekî Sekreterê Giştî nahê hilbijartin.

Mada yazdan: Deftera Siyasî

1: Di dema navbera du civînên Komîteya Navendî de, Deftera Siyasî wezîfên Komîteya Navendî li stû digre û berpirsiyarê cî bi cî kirina biryarên Komîteya Navendî ye

2: Deftera Siyasî civînên xwe pêka hewcehiyê pêk tîne û rapora xebata xwe dide Komîteya Navendî.

Mada dazdan: Rêxistinên Partiyê

1: Bingeha rêxistina partiyê şane ye. Hejmara endamên şanê nabe ji 3 kesan kêmtir be.
2: Rêxistinên Partiyê li gund komîteya gund, li herêmê komîteya herêmê, li tax komîteya tax, li bajar komîteya bajar û li şaristanê komîteya şaristanê û li navendê komîteya navendê birêve dibe.
3: Wezîfa şanê û komîte yên gund, tax, herêm, bajar, şaristan, birina siyaseta partiyê bo nava civatên xelkê û cî bi cî kirina biryarên Komîteya Navendî û meşandina kar û çalakiyên partiyê ye.
4: Komîteya her rêxistinekê ji hêla endamên wê rêxistinê yan nûnerên wan tê hilbijartin.
5: Organa herî bilind ya her rêxistinekê, Konferansa wê rêxistinê ye ku du salan carekê ji nûnerên hemû endamên partiyê yên wê rêxistinê pêk tê.


Têdîtin: Di rewşeke xasmanî de Komîteya Navendî dikare awayekî din ya jêhatî ji bo rêxistina partiyê bipejirîne.
Mada sêzdan: Dahata partiyê

Dahata partiyê pêk hatiye ji:

- Heqê endametiya endamên partiyê.

- Dahata binik û binyatên partiyê.

- Alîkariya endam, tagir û dostên partiyê.

******************

 

.:: wê rûpelê ji hevalek xwe re bişînin ::.

 

Emaila xwe:

 

Emaila hevalê/a we: 

 

 

Destpêk  |  Nûçe  |  Siyasî  |  Raman  |  Hevpeyvîn  |  Belge  |  Civakî  |  Çand  |  Têkilî

Malpera navendî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

 Duşem, 17’ê Pûşpera 1387’ê Rojî