|
Helbet rola pênûsa bihiştî ne kêmî rola tivinga şoreşgerên ser çiya bû, ji ber
ku camêr bi pênûsa xwe li rex şoreşgeran disekinî û şerê dijminê gelê Kurd
dikir. Lê xuyaye ku ew mêranî bi dijmin re nebû ku xwe li ber tîrên pênûsa wî
bigrin. Vêca bi bêbextî ew dane ber çend guleyên sor da ku ew hew bibêje:”Divê
em Kurd li benda xelkê nemînin, kes lawê bavê me tune, divê em xwe derxin rûyê
dinyayê.”/1/.
Di 22’ê Şibata 1992’an de, dadgeha ewlekariya Tirkiyê, li pey hev sê
dadgehmehkeme ji mamoste Mûsa Anter re danîn û bi sê nîqan(gunehan) bar lê
kirin:
1
- jêre gotin: Çima di sala çûyî (1991)de, dema hilbijartinan tu li çend bajarên
Rojhilatê Kurdistanê geriyayî û tu li ser daxwazên gelê Kurd axifiye?!!.
2
– jêre gotin: Çima te gotarek di rojnameya “Yeni Ulke” de nivîsandîye li ser êş,
derd û nexweşiyên Rojhilatê Kurdistanê...?!!.
3
- Ew dane bersivdan li ser ew pirtûka ku wî bi Tirkî nivîsî bû bi navê Bîranînên
min, wî ev pirtûk di sala 1990’î de, li Stenbolê çap û belav kiribû.
Li ser vê
pirtûkê Apê Mûsa ev bersiv li dadgehvan vegerand û got:
“Hakimo! salê li Tirkiyê bi hezaran kitêb derdikevin ku giş bi Tirkî ne, û
Kemalîst in, em deynakin, çi qewimî ye min jî ji salan û caran ji bo Kurdan
kitêbek bi Tirkî nivîsîye..? wê çi bi dewletê bê bi vê kitêbê? heger bi vê
kitêba min dewlet bihedime tê xuyakirin ku ev dewlet tewş e.”/2/.
Xuyaye ku
dijmin ji berî niha ve, li serê wî digeriyan. Ji sala 1948’an de, dema ku wî
yekemîn rojnameya Kurdî bi navê (Dicle Kaynaği: Çavkaniya Dicle), ji kîsê
xwe, li Stenbolê çap û belav dikir.. Ev rojnameya yekemîn ya ku li Kurdistana
Bakur tê weşandin piştî rojnameya Agiri 1929-1930.. Ji hingî ve mamoste Mûsa
Anter li gor zanebûna xwe li ser doza Rojhilatê Kurdistanê disekinî û têkoşîneke
ramanî dikir.
Di sala
1950’î de jî, kovareke civakî, konevanî, û serbixwe li Stenbolê derdixist, ew jî
ji kîsê xwe tenê, bi navê Şark Macmuasi/ kovara Rojhilatê/, amanca wî ji
vê kovarê ku welatê wî Kurdistan yê paşketî, pêşde here ku dewleta Tirkî lê
guhdar bibe..
Di sala
1958’an de, careke din, bihiştî û çend hevalên xwe wek: Parêzer Canip
Yildirim û Ebdurehman Efhem Dolak rojnameyeke rojane bi navê Ilerî
YurtWelatê Paşketî, li Diyarbekir derxistin. Hingê armanca wan ji vê
rojnameyê ku doza Kurdî di nav xwendekarên Zanîngehê de belav bikin da ku
serwextî rewşa Kurdistanê bibin. Lê ji bo gotareke Apê Mûsa ya bi navê Kimil,
Mûsa Anter û herdu hevalên wî hatin girtin, hingê Apo Mûsa straneke Kurdî kiribû
nav gotara xwe de, ew stiran ji devê keçek Siwêreklî girtibû, ev in çend malik
ji wê stiranê:
“Bi çiya
ketim lo apo, çiya melûl bûn rebeno
Ceh
seridî lo apo, genim hûrbû rebeno
Kimil
hatê lo apo, bi refaye rebeno
Xwar
genime lo apo, hişte kaye rebeno”.
Bi
weşandina kimil û Ilerî Yurd de, piraniya rojnameyên Tirkan yên wê
demê li dijî Apê Mûsa û hevalên wî sekinîn ta ku dewletê rojnameya wan
sekinandin û ew û hevalên wî girtin, lê di roja 11.12.1959’an de, ew berdan belê
piştî berdana wan bi şeş rojan ango di roja 17.12.1959’an de, careke din Apê
Mûsa tevî 49 hevalên xwe hatin girtin bi sûçê Kurdayetiyê û kumonîstiyê..
Wiha di
zindanê de man ta sala 1963’an, hingê ji nû biryara dadgehê hate dan, bi
darvekirina Mûsa Anter û Dr. Şivan: Saît Kirmizi toprak, Saît Alçi,
Yaşar Kaya, Canip Yildirim, digel 20 kesên din.
Li ser
girtin û berdanê mamoste Mûsa Anter, Newafê Qaso ji gundê Zorava, ev
serpêhatiya Apê Mûsa Anter û dadgehvan ji min re got, go: Apê Mûsa carekê ji
mere got: “Carekê hakim ji min pirsî tu çi karî dikî..? Min lê vegerand û
got: Ez ji hepsê derdikevim û diçim mal karê xwe û hepsê dikim! Hakim matmayî ji
min re got:Çawa?!
Min lê
vegerand û got: Dema ez ji hepsê diçim mal, bi derd û kulê gelê xwe ve diponijim
û wiha ji neçarî ez li ser êş û birînên wî dinivîsim, dewlet jî dê bê min bigre
û bixe hepsê, ma ez ne karê xwe û hepsê dikim??!”
Mûsa
Anter, 10 caran hatiye girtin û her cara di ku di çû hepsê, heps spî dikir û
digot: Mala me ye, divê em lê miqate bin.. Û bêtirî carekê navê wî hatiye
xwendin bi darvekirinê, û di tev girtinên Kurdên Tirkiyê de, Mûsa Anter hatiye
girtin, ma di sala 1964’an de, nehat girtin bi 51 kesên Kurd re! an di sala
1966’an de, nehat girtin bi 244 kesên Kurd re!! an di sala 1977’an de, nehat
girtin bi doza nîqa ku wî û çend hevalên xwe (Komela kulturiya rojhilata
şoreşger) saz kirine. Girtina wî ya dawîn di sala 1990’î de, hingê belav
bû ku Mûsa Anter di bin îşkence û lêdanê de, hatiye kuştin.
Mûsa
Anter di piraniya rojname û kovarên Kurdî de, dinivîsand û alîkariya xwediyê
wan dikir, bigrin ji rojnameya (Bariş Dunyasi)/dinya aşitiyê/ ta
Dicle- Ferat, Deng û Dengê Serekên û di tevan de jî, bi Kurdî
yan jî li ser gelê Kurd bi Tirkî nivîsandiye, ji bilî ku ew xwediyê sê-çar
rojname û kovaran bû, lê di herdu salên dawî de, Apê Mûsa rojnameyek an kovarek
ne hişt û tê de ne nivîsand, nemaze di rojnameya bi nav û denga Welat de. Hingê
wî di quncika bi navê "Tîr" de, tîr berdidan dijmin û neyarên Kurdan û
birengekî zanistî ramanên xwe ji xwendevanan re şirove dikir û qet wî Kurd di
ser Tirkan re, ne girtin, lê bi tenê bêtir rewşa wan û zor û stema wan dide
xuyakirin, û ji wan re digot:
Ku hûn me
neêşînin, mafê me bidin me, emê hez we bikin, ku hûn wekheviyê bixwazin, emê
biratiya we bixwazin, gava digot:
“Hevalên
Tirkan, pirsek we heye hûn dibêjin(Dil miqabilê dil e), willeh hûn ji xwedê
yeqîn bikin heta ku karê we ev kar be, em hez ji we nakin û hûn jî zanin ku di
ilmê sosyal de, qayide ye ku tiştê mirov jê bitirse, mirov hez jê nake, belkî
hûn di dilê xwe de, dibên qey hûnê Kurdan bitirsînin, dê bi vî awayî bibin kolê
we!! Lê ez nizanim bê îro Îdara Tirkiyê dawa çi li me Kurdan dike, ma lawo li
ser bextê we be, hûn hez me dikin, ku em jî hez we bi kin? Ne min ji were got:
Heywan jî dijminê xwe bi bêhnê û bi dîtinê fem dikin, ma hûn her roj bên bavê me
bişewitînin, zarokên me bikujin, namûsa me li ber lingan bidin, xaniyê ku bi
hişkeberê, bi ser me de bihedimînin, ma dê çawa em ji we hez bikin..? Ma em Kurd
wek heywanan jî nayên ku em hez kumê we yê şîn bikin.”?/3/.
Tevî ku
temenê apo Mûsa Anter giha bû li ser 80 salî re, lê Şêxê nivîskarên Kurd ji nû
ketibû bihara xwe û nivîsandinê, di sala dawîn de ji temenê xwe di van rojname û
kovaran de dinivîsand: Welat, Tewlo, Deng, Yeni Ulke, Ozgür Gündem, Rojname,
Medya Güneşi...lê mixabin pênûsa wî şikandin.
Mûsa
Anter sala 1918’an de, li gundê Zivingê ji diya xwe bûye, ev gundê ku dikeve
navbera wilayeta Mêrdînê û navçeya Nûseybînê de, nêzîkî tixûbê
Sûriyê. Ew bi koka xwe ji malbata Miho Taze ye, ji şaxê Anter e,
niha mirovên vê malbatê li Binyaxetê pirr in. Jina wî keça Abdurehman
Rohimî ye ji Hekarê (Camêr ji kesên pêşîn bû, ku kurteçîroka Kurdî digel
helbestan de, di kovara Jîn de dinivîsand) û diya jina wî neviya Mîr
Bedirxanê mezin bû, sê zarok ji Apê Mûsa mane her sê tevî diya xwe li Ewropa
dijîn, navê wan: Dicle, Anter û Reşê/Reşa./4/
Ji bilî
giranmêriya nivîsên Mûsa Anter di kovar, rojname, pirtûk û welatparêziyê de,
camêr giranmêriya xwe li dijî polîtîka Kemalîstan da xuyakirin, gava tevî
berhemên xwe bi navê Mûsa Anter diweşandin. Tevî ku navê Mûsa Anter qedexe bû.
Wî qet pîş bi wî paşnavê ku Kemalîstan lê kiribûn, (Almas ) nekir.
Apê
Mûsa xwendina xwe di avokatiyê, li Stenbolê de kuta kiribû, lê wî qet pîş pê
nekir, bi tenê kar û xebatên ku pê rehet dibû, nivîsandibû. Di salên dawî de,
dewleta Tirkan ji girtin û berdanên wî betilîn, vêca ew kirin bin rûniştina zorê
de, li gundê wî Stililê ev gundê ku dikeve rojavayî Nuseybînê de, bi dor
15 Kîlometreyan. Wî wiha salên xwe yên dawîn li gundê xwe borandin, û dibin dara
xwe a Çinarê de bîranînên xwe danîn û çendî dixwest ku dibin siya wê darê
de bê veşartin. Lê mixabin zordarên Tirkan heta piştî mirinê jî nexwestin
daxwazên wî bi serî bibin!! Di sala 1990’î de, hikûmetê rê danê bi çûna Stenbolê,
hinge wî ew pirtûka bi navê Bîranînên Min bi zimanê Tirkî çap kir, ji
berî vê pirtûkê jî çar pirtûkên wî yên din hatibûn çapkirin, wek: Kimil:
Reqik: 1962, Yara Salar: 1964, Birîna Reş: 1965, Ferhenga
Kurdî_Tirkî:1967.
Dawî hêja
ye em çêtirîn gotin seh kin li ser zimanê nivîskar û rojnamevanê Kurd (Huseyn
Deniz) yê ku berî xalê xwe Mûsa Anter bi kêmî heyvekê şehîd ket. Hingê
wî gotarek li ser hovîtî û nedemokratiya Tirkan, dijî nivîskar û rojnamevanan
yên pêşverû di rojnameya Welat de nivîsandibû:(ji ber ku dewleta Tirk
zilm û zorê li miletê xwe, li miletê Tirk dike, gelek mirovên pêşverû û
welatparêz bê sûc û bê heqî dikuje û winda dike, ne democrat e û guh nade heqê
mirovan, li cem ti dewletê rûmeta wê ne tuneye)/5/.
Gava
bihiştî Huseyn Deniz wiha li ser nivîskarê Tirk yên pêşverû û halê wan
dinivîse, ma gelo wê çi halê nivîskarên Kurd bê, ji destê vê dewletê?!!
Em rewşa
nivîskarên Kurd di dewleta Tirkî de, datînin ber çavên Serokên Dewletên aştîxwaz
û demokrat, ewên ku li ser mafên mirovan disekinin û dixeyidin, bê ka wê çi ji
me re bikin..? û wê çi dozê li dewleta Tirkî ya demokrat bikin?!!
Sed
rehmet li giyanê Şêxê nivîkarên Kurd Mûsa Anter bibare, bihişt cîwarê wî be, û
sed rehmet li tev Şehîdên Kurdan be.
Jêder:
1- Mûsa
Anter, tîr! Rojnameya Welat, hejmar:13 Gulan 1992, Stenbol
2 - Mûsa
Anter, mehkema xortê 77 salê, Rojnameya Welat, hejmar:3 Adar 1992, Stenbol.
3 - Mûsa
Anter, tîr, Rojnameya Welat, hejmar:14 Gulan1992.
4 - Temenê
Mûsa Anter gihabû 80 ê salî, belê di pasporta wî de 74 sal hatibû nivîsîn.
5 - Huseyn
Deniz, Rojnameya welat, hejmara:14 Gulan 1992. |