 |
Çiya Mazî
Ev gotin, eslê wê dibe ku Tirkî be lê di Kurdî de jî bi cîh bûye û êdî tu kes
nikare derxe, an mirov dikare bibêje, Kurdî ye jî. Heta bi awayê “qiz qereçî
xatun olmaz” jî li hin deveran di nava Kurdan de tê bikaranîn. Herwiha mirov
dibîne ku gelek gotinên Kurdan di Tirkî de bi cîh bûne û êdî mirov nikare derxe,
hatine ecibandin.
Dîsa wekî gotina;
“pêşî êmek dû re dêmek”
Û wekî :
“Dims û pekmez farketmez”
Van gotinana jî du ziman tevlihev kiriye.
Di gelek pirtûkên Yaşar KEMAL de gotin û biwêjên ku |
|
mirov dibêje eslê wan Kurdî ne cîh digirin. Di pirtûka Yaşar
Kemal-Sebahattin Eyüboxlu ya bi navê “Ezman Şîn Ma”(Gokyuzu Mavî Kaldi) de jî
gelek gotinên ku koka wan Kurdî nin hatine bikaranîn û wekî gotinên pêşiyan yê
Tirkî hatine nîşandan. Hinek jê pir diyar in , lê hinek him di nava Kurdî de û
him di nava Tirkî de, mirov dikare bibêje ji sed salî virde têne bikaranîn. Ev
tevlihevbûna çandê ye. Li gor rewşa civaka Kurd û Tirk û serdestiya sedsalan,
tiştekî xwezayî ye.
Balkêşiyek vê pirtûka Yaşar Kemal û gotinên di navê de ne heye ku, ev gotinana
ji devê gelê Anatoliya navîn jî hatine girtin û pirên wan di pirtûkên wekî fermî
de tune ne.
Mînakên Ji vê pirtûkê:
Agacın kûrdû îçînden olûr(Kurmê darê ji hundurê wê çêdibe)
Di Kurdî de: Kurmê darê ji darê ye.
Mirov dikare bibêje ku ev ji Kurdî hatiye girtin, ji ber ku ew pir xweş li
zimanê Kurdî tê. Lê di Tirkî de hinekî bê xwê ye. Dîsa mirov nikare bibêje ev ji
sedî sed ji Kurdî hatiye an koka wê Tirkî ye. Mînakên Tirkî î li jêr jî xuya
dike ku çanda Kurdî û ya Tirkî ji hevdû bandor girtine. Ev jî tiştekî xwezayî
ye. Lê gelek gotinên ku di Tirkî de têne gotin qet di Kurdî de tunene û gelek
gotinên Kurdî jî di Tirkî de nayên gotin. Ev jî xuya dike ku her yek çandeke
cuda ye.
Gotinên pêşiyan bi piranî ji ecibandinê têne bikaranîn. Mînak li nava Bajarê
Mêrdînê Kurd û ereb bi hev re dijîn. Ne gengaz e ku mirov sînorekî stûr têxe
nava gotin û biwêjên wan. Çend gotinên Erebî hene, dibêjin:
“ selam icibil kelam, kelam icibil petêx”.
(silav peyvê tîne, peyv jî petêx tîne) .
an
“Ji maran û himaran hey mafî xisaran”
( ji maran xisara keran tuneye)
pirê gotinan xwedî çîrok în jî. Di dû çîrokekê an qewimînekê hatine holê. Wekî
çîroka vê gotina li jor: yek di ba petêxfiroş re dihere û silavê dike, piştî
silavê peyv xweş dibe û dûre petêxekî dixwaze. Petêxfiroş jî bê pere didê. Lê
roja duduyan û sisiyan jî wisa dom dike. Roja çaran petêxfiroş silava wî
venagerîne. Xwediyê silavê dibêje “çima?”. Petêxfiroş dibêje “silav peyvê tîne
peyv jî petêx tîne”.
Ev gotin êdî di nava Kurdan de jî tê bikaranîn. Heke ne bi wî awayî be jî Kurd
an netewên din, gotinên wiha li gor zimanê xwe werdigerîne an gotineke wiha
diafirîne. Ev rêbaz tiştekî xwezayî ye.
MÎNAKÊN GOTINÊN PÊŞIYAN BI TIRKÎ Û LI HIMBER WAN YÊN KURDÎ
Mînakên gotinên pêşiyan, yên him di pirtûka Yaşar KEMAL(gokyuzu Mavî Kaldı) û
him di pirtûkên din yê Tirkî de, Gotinên nêzî çanda Kurdî ne û di Kurdî de têne
bikaranîn jî ev in:
Tirkî: Bıçak yarası onulur,dert yarası onulmaz.(Birîna kêrê tê kişandin (tamîrkirin),
birîna derd nayê kişandin)
Kurdî: Xweş dibe dewsa xenceran, xweş nabe dewsa xeberan
Tirkî: Bir çiçekle yaz olmaz.(Bi çîçekekê nabe havîn)
Kurdî: Bi gulekê nabe bihar.
Tirkî: Cins horozu yumurtada öter.(Dîkê cins di hêkê de azan dide)
Kurdî: Dîkê çê di hêkê de azan dide.
Tirkî: Dağ ne kadar yüce olsa yol üstünden geçer.(Çiya çiqas mezin be jî rê di
ser re derbas dibe).
Kurdî: Çiya çiqas bilin be, rê pê dikeve.
Tirkî: El eli yikar, iki el yüzü.(Dest dest dişo du dest rû dişo)
Kurdî: Dest destan dişo, dest vedigere rû dişo.
Tirkî: Abdalın karnı doyunca gözü papucundadır. (Zikê Ebdal têr dibe, çavê wî li
sola wî ye)
Kurdî: Derwêş têr dixwe çavê wî li sola wî ye.
Tirkî: Ateş ile barut bir arada olmaz.(Agir û barud li ba hev nabin)
Kurdî: Agir û pîşo li ba hev nabin.
Tirkî: Demîr tavında dövülür.(Hesin di semaxa xwe de tê kutan).
Kurdî: Hesin bi germî tê tewandin
Tirkî: Mal bulunur can bulunmaz.( Mal tê dîtin can nayê dîtin)
Kurdî: Mal tê can nayê.
Tirkî: Otuz iki dişten çıkan otuziki mahalleye yayılır. (Ya ji nav sî û du
diranan derdikeve,li nava sî û du meheleyan belav dibe).
Kurdî: Peyva ket nav sî û sê diranan, dikeve nav sî û sê zimanan .
Tirkî: Tatli dîl yilanı delîğinden çikarır.( Zimanê şêrîn, mar ji qula wî
derdixe).
Kurdî: Peyva xweş mar ji qulê derdixe.
DI GOTINÊN PÊŞIYAN DE HUNERA PEYVÊ Û WÊJEYÊ:
Di gelek gotinên pêşiyan de hunerên cihê cihê xuya dibe. Ev jî ji wêjeya devkî
parê distîne. Ji bo baş bêne fêmkirin û mayinde bimînin, bi hilbijartineke
demdirêj, di gotinan de huner jî hatiye afirandin. Ev babet pir kûr û dirêj e.
Hêjayî lêkolînên berfireh e. Lê belê emê tenê bi mînakine biçûk vê babetê rave
bikin.
Şibandin: Ev jî ji bo gotin baş bêne fêmkirin û mayinde bimînîn hatiye bikaranîn.
Mînak : Kincê kete ber pînan, serê kete ber şîretan kêrî tiştekî nayên.
Di vê gotinê de seriyê mirovan bi kincên kevin hatiye şibandin.
Rêzbendî (kafiye):
Mînak: Huner çek e, di bin çengê xwe ke, roja hewce bû veke.
Mînakên bi vî rengî pir in. Ev cure huner jî ji bo fêmkirinê pir hatiye
bikaranîn. Di gelek gotinan de rêzbendî, ne di dawiya gotinan de, lê di serî û
navê de jî hatiye bikaranîn. Wekî gotina li jor.
Wezn û pîvana kîteyan: Hinek gotinên pêşiyan bi wezin û pîvan hatine gotin. Ne
ku van gotinanê bi wezin, bi zaneyî hatine afirandin. Lihevanîn û hezkirina ji
melodî û rêzbendiyê ew derxistine holê.
“Ga -dim-re -çerm -di-mî-ne ; mêr- dim-re- nav di-mî-ne” . (7+7)
Ev gotin hevdûdanî ye ango du gotinên bi hevre hatine gotin û bûne yek. Lê belê
her yek bi wezin û ji (7) kîteyan pêk tê. Du mînakên din:
“ me-nêr- li- mi-rûz, bi-nêr- li- gu-rûz” (5+5)
“ ça-vê- li- de-ri-ya, xwe-lî- li- se-ri-ya”(6+6)
çavkanî: Duheftînameya Agirî hejmar 122 |