|
Dem: 22/1/1946
Cih: Mehabad!
Li wir, tovê pêşîn li erdatiya aso û azadiyê, hate reşandin. Li wê meydana
xweşik-Çarçira-di dilê Mehabada birîndar de, tîrêjên hêviyê yên destpêkê ronahî
dan. Kurd in sade bi kesera dilkutiya pêşîn ya jiyana ku çend û çend hate kuştin
lê nemir, berbi Çarçira ve kişiyan. Kurdên ji her şûn û warekî li wir civiyan da
ku pêka yekemîn ya avahiya ku heta niha pêk nehatiye, deyinin. Çavên Pêşmergeyan
bi tivingên wan yên dirêj li wir pêwaniya xewnê dikirin. Al û êş û çiya û
asîmaneke mîna xewnê fireh çavdêriya cihê matmayî dikirin. Li pêşiya herzala
sakar hindek mêr bi serpêç û kincên xwe yên Kurdî, di nav wan de Barzaniyê nemir
ku xewn av dida û bi cil û berg dikir, bi mêr û tivingên ku qet ranwestiyane
dikir, rawestiyabûn. Li ser herzalê, dadwerê sade û pêşewayê mezin-Qazî Mihemmed–silav
lêdida û ji aso re digot: Vaye em hatin, em ên ku qet neçûbûn!
Li Mehabad-bûka rojê-xewna şêrîn mîna çirûskekê ji çîrokên cinan û welatê
efsaneyan û landika şaristaniyan–Mezopotamiya-û sînorên Gilgamiş û Kawayê
hesinkar, vepengizî! Wê demê-ku cenga cîhanî lidarbû-Qazî dît ku dem hatiye da
ku tava nuxumandî dîsa geş bibe û reng li kuk û rêzkirina xwe ya pêşîn vegerin.
Li Çarçira xewnê, ji herzala xwe ya piçûk rastî hemû vegot…aso tev didît reş û
sipî, rengfirîn û çirûskdar ..weke ku bizanibe roj çi pilanan li serê wî û
miletê wî girê didin, lê zanebûna wî nebû asteng ku ew rê ji xewnê re veke berev
sibebroja bendewar manendî keçeke nûber ku ji evîndarê xwe yê dûr re xewnekê bi
firehiya asîmanan, bi tayên dilê xwe yê piçûk, vedihûne….û Qazî sade bû….feqîrên
Mehabadê bi cil dikirin, wan li hev dianî, û di tenge esran de, dema tavsorkê,
di nav zeviyan de dimeşiya, û êvaran vedigeriya mala xwe da ku tiştekî hindik ku
jina wî amade kiriye bixwe û raze û xewnên hêvîdar ku Mehabada xweşik û
Mehabadiyên belengaz rojên xweş bibînin, didîtin. Xweşik bû….bi herdû çavên xwe
yên nivandî û rûyê xwe yê tahir û rih û por û şîna di kûrahiyan de veşartî.Wî
dizanibû çi dike û nêzîkî rastiya weke agir geş dibû, diviya bû ew wisa bike,
destpêkê bi xwîna xwe ya paqij wêne bike, da ku zaro û nevî piştre rêveçûna
xwînê bişopînin.
Yanzdeh mehan xewn berdewam bû, xwediyên wê jê re dilsoz bûn, û di wê çaxa kêm
de, tiştên ku dehan sal ji wan re divên, pêk anîn. Ew tenê, afirînerên destpêka
zehmet didîtin dawî nêzîk dibe û bihna genî ya petrolê difûre û mizgîniya ne
xêrê, mizgîniya êş û azaran bi xwe re tîne! Yanzdeh mehan, û ala kurdiya rengîn
li asîmanê Mehabadê liba dibû û sirûda sermedî ji bajêr bilind dibû û xak bi
kurdî diaxivî li wir. Li wir jî, qederê xwest ku serok Mesûd Barzanî kurê
Barzaniyê nemir–ê ku kumara nûzayî diparast û bi dilzosî û evîndariya xwe tevî
berevaniya wê dikir berî ku dijmin li ser kuştina wê lihev bikin û ew tevî
pêncsed lehengî berê xwe bide Soviyetistanê di rêveçûneke efsanewî di gel
emaneta ku ji Qazî wergirtibû:ala ku Barzaniyê kur jê pêve di asîmanê Kurdsitanê
de, nepijirand-li wir jidayik bibe. Yanzdeh mehan, weke ku Mehabadî nêzîkbûna
dawiyê ji destpêka xwe bibînin, bê rawestan kar dikirin, şanoyeke kurdî
damezirandin, sirûdeke netewî afirandin û dibistanên kurdî ava kirin û pirtûk
çap kirin û rojname û kuvar belav kirin, ev hemû di demeke kurt de bi vîneke
xurt û bilind wekî bilindahiya çiyayên Kurdistanê.
Hingê, dîrokê ji neviyên Kawa re xefik vedidan. Wekî hercar çîroka dilbijan dest
pê kir, û bayên kunevaniyên navneteweyî yên ku ji berjewendiya xwe zêdtir
nikarin tu tiştî bibînin, rabûn. Bazara li derê ha pêk hat, û kurdên bihêzî qels
dîsa hatine firotin…bûne qurban û tevlî axa dasitan û kilamet û efsaneyan ta
demekê bûn, ji ber ku ew hercar nediyar dibin û paşê bihêztir û xweşiktir
vedigerin!
Di heman meydanê de, piştî yanzdeh mehan, nûxuriyê nazik diviya bû were
serjêkirin û bibe qurbanê biyanî û hemnijadên ku ji bihna xwînê pêve, ti bihnê
hev dikin. Ew nizanin ku xwîn xwînê peyde dike, û rastî her û her tête holê…û
rastî wirde wirde tê, mîna bayekî nepenî tê. Li Çarçirayê, tola xwe ji Kawa
sitendin, lê nizanin ku Kawayê ku beriya hezarên salan Ezdehak serjê kir, bi
hezrana kur û keç û neviyên wî çê bûne, erê, veşartî ne lê jinişkave dixuyin,
dema ku sitemkar wan li ber çavên xwe nabînin!
Di berbanga wê rojê de, Qazî Mihemmed hate bidarvekirin. Qaziyê ku aram û
rûnazik bû, û ji dawiya xwe razî û serbilind bû….pêka pêşîn ya xewnê êdî hate
danîn, xewna nemir ku bi xwîna mêrxas û pakrewanan geş dibe. Qaziyê ku eger
kurdan weke Çeçanan navê şehîd û lehengên xwe li çiyayên xwe bikirana, dê navê
wî li mezintirîn û bilindtirîn çiyayê Kurdistanê bûna. Qaziyê pêşewayê şehîd ê
mîna ewreke sipî û bilind ku ji xêr û hezkirin û aşîtiyê pêve jê nabare. Qaziyê
kurdê resen ê ku ji bilî jiyan û xwîna xwe tembînameyeke bê hempa ji nifşên nuh
re hişt, ev nifşê ku berbi pêşve gav dide, berev xewna bi xwîna Qazî û hemû
pakrewanên kurd ên ku tenê ji Kurdistanê re jiyan û tenê ji boyî wê mirin,
rengdayî.
Di salvegera yekemîn Kumara Kurdistanê de,
Mehabada-eşq û evînê-bila her yek ji me tembînameya pêşewayê şehîd bixwîne da ku
bibîne çendî xewn nêzîk e û çendî xewn şêrîn û giranbuha ye û çiqasî li ber
pêkhatinê ye. Ji Mehabad ta bi Mehabad, gelo çi ji hêvî û bicihanîna xewnê
xweştir heye? |