|
Roja 11 Tîrmehê, Roja Cîhanî a
Nifûsê ye. Di sala 1994’an de, berpirsên 194 welatan di Rêxistina Neteweyên
Yekbûyî de, roja 11’ê Tîrmehê weke Roja Cîhanî a Nifûsê diyarî kirin. Armanc ji
hilbijartina rojeke han, pêkanîna tedbîrên cîhanî bona berevanîkirin û
girîngîdan bi pirs û kêşeyên ku li encama zêdebûna nifûsê di cîhanê de pêk tê,
ye.
Vê gavê rojane 216 hezar kes zêdeyî
nifûsa cîhanê dibin, her salê koma wan digihîje 80 milyon kesan. Zêdebûna nifûsê
di sedsala bîstan de li dor sedsala nozdan, 4 hemberê xwe bûye. Tê gotin ku ger
zêdebûna nifûsê bi vî awayî ber bi pêş here, di sala 2013’an de nifûsa cîhanê
dêxwe li 7 milyar kesan bide. |