|
Hejmara nû ya Agirî |
|

|
Agirî rojnameya panzdehrojî ya
siyasî, çandî û giştî ye. |
|
|
|
|
%10 Jin, %20 Bêkar Û %30 Ji Karkerên Îranê Tûşî Madeyên Sirker Bûne
 |
Di kombûna pêşîgirtin û çareseriya
madeyên sirker, homen narincîha, berpirsê saziya hînkirin û lêkolîn li ser
mifahwergirtina nebaş a madeyên hişber, serhejmariyeke nû derheq astê îtiyadê di
îranê de pêşkeş kir.
Di vê serhejmariyê de hatiye
xuyakirin ku %10 mutadên îranê jin in û destberdana wan ji madeyên sirker bi
nîsbet mêran pir dijwar e, çimku ew ji ber sebebên cur bi cur ên civakî û aborî
nikarin di navendên çareseriyê de amade bin. |
|
%20 mutadan, kesên bêkar in û ji
rêya firotina alavên nav malê, yan firotina namûsa xwe û gişt rêyên din ên
nebaş, diravê îtiyada xwe bidest dixin.
Herwiha %30 mutadan jî ji karkeran
pêk tê.
Navinca temenê kesên tûşbûyî bi
madeyên bêhişker 32 sal e û li gor serhejmariyên heyî, 30 hezar xwendekar di
satê welat de mutad in. |
|
|
.::
wê rûpelê
ji hevalek
xwe re bişînin ::. |
|
|
|