|
Yek ji
karnasên aborî bawer e ku kirîza bêkariyê di salên borî de, xurttir be û ewa
pêvajoyek e ku dê welatê Îranê heya çendîn salan tevî xwe berbirû bike.
Dr. Cemşîd Edaletiyan, di hevpeyvînekê de tevî nûçegihanê “MEHR”, bi rexnegirtin
li ser terzên girtina serhejmariyên derheq astê bêkariyê di Îranê de got:
“terzên girtina serhejmariyan di Îranê de xwediyê kêmasiyên zaf in û ev yeka
bûye sebeb ku serhejmariyên rastîn ên bêkariye nehê diyarîkirin”.
wî zêde kir ku li gor serhejmariyên ku ji aliyê navendên resmî ve hatine
eşkerekirin, astê bêkariyê di welat de %11 heya %13’ê ye, li halekê de ku rewşa
parêzgehên cur bi cur ên welatê me eyankerê vê çendê ye ku astê bêkariyê 2
hemberî wê serhejmariyê ye ku rejîm radigehîne.
Edaletiyan bi gotina vê çendê ku asta herî zaf yan kesên bêkar ciwan in, zêde
kir û got: lêkolîn nîşan didin ku kesên di temenê 18 heya 25 salî de, zêdetirîn
çîn û qata bêkar di civakê de ne û eva di halekê de ye ku zêdetirîn zirar û
ziyanên civakî berbirûyê vê texê dibe. Ev mamostayê birêveberî û aboriyê bawer e
ku bêkar di her civakekê de tûşî zir û ziyanên civakî dibin û bê şik civaka
Îranê jî ji vê yekê bêpar nine. Vî tekez li ser afirandina delîveyên karî kir û
got: “piraniya delîveyên karî ji aliyê dewletên demkî bûye û bê şik siyaseta han
nikare bibe sebebê çareseriya kirîza bêkariyê”.
Edaletiyan got ku di pirogrema çaran a pêşdeçûna dewletê de tekez li ser yek
hejmarîkirina asta bêkariyê hatiye kirin, li pêka ew siyasetên ku rejîma Îranê
li pêş xwe girtiye, ev yeka bi zûyî nahê cî bi cî kirin û divêt em bêjin ku vê
gavê di welat de %10 heya %15 kesên bêkar berbirûyê me ne û ev kirîza zû nahê
çareserkirin.
Vî karnasê aboriyê da zanîn ku: dewlet divêt li peya danîna sermayeke nû li
derheq afirandina delîveyên karî de be û herwiha edaleta hêza mirovî jî divêt
were liberçavgirtin û bi vî awayî mirov dikare bi nîsbet jêrdehatina asta
bêkariyê hêvîdar be.
www.irwomen.com |