|
 |
Li Îngilîstanê
dadgehekê zîndana heta heta li bav û apê keçeke kurd birrî, piştî ku wan hişt ku
jina ciwan bête îşkencekirin, tecawizkirin û kuştin. Bavê keçikê 20 sal zînadan
stendin, apê wê 23 û zilamekî ku ev tawan pêk anîbû, 17 sal zîndan stendin. Sê
kesên dî ku bi pêkanîna vê tawanê hatin gunehkarkirin, reviyabûn |
|
welatekî dî.
Dadgehvan “Brian Barker” diyar kir ku sedema van cezayên giran ew e ku tawan "hovane
û bê rehim" bûye. Li gorî gotina bav û ap, ku ji Kurdistana Îraqê ne, ji ber ku
keça wan xwestiye bi Kurdekî 29-salî re bizewice, wê namûsa malbatêbinpêkiriye.
Dadgeha Îngilîzî diyar kir ku piştî ku bav û apê Benaz Mehmûd a 20-salî, Mehmud
Mehmûd (52) û Arî Mehmûd (51), bi têkiliya keça xwe hisiyane, wan çar zilam ji
bo kuştina wê kelifandine. Van zilaman Benaz girtiye, ew bêtirî du seet û nîvan
tecawiz kiriye, îşkence kiriye û kuştiye. Piştî sê mehan ji kuştina wê, laşê
Benazê di çenteyekî de di hewşa maleke li bajarê Birmîngahm de hatibû dîtin.
Mihemed Hema (30), zilamê ku 17 sal zîndan lê hatin birrîn, li pêşiya dadgehê li
kiryara xwe mûkir hat û got wî û her sê hevkarên xwe yên dî nîv seetê hewil daye
ku Benazê bixendiqînin, û piştre wan pêlî qirika wê kiriye, da ku "rihê wê
derxin".
Berî ku Benaz Mehmûd bê revandin û kuştin, ew çar caran çûbû cem polîsan û doza
parastinê kiribû, lê polîsan alîkariyê wê nekiribû. Piştî hewildana pêşî ya
kuştina wê, ew ketibû nexweşxaneyê. Niha pênc polîs dê bêne muhasebekirin, ji
ber ku wan guh nedabû tirsa keça kurd û jê bawer nekiribû.
Çîroka Benaz Mehmûd di 17-saliya wê de dest pê kir, dema malbata wê ew bi zorê
bi Kurdekî ji Kurdistana Îraqê re zewicand. Piştî du salan, zewac têk çû û Benaz
vegeriya mala dê û bavê xwe. Piştre Benaza ciwan dil ket mêrê kurd Rehmet
Suleymanî. Ji ber ku yarê wê ne bi dilê bavê wê bû, çimkî "ew ne oldar bû" wek
ku bavê wê dixwast, Mehmûd Mehmûd keça xwe bi kuştinê tehdîd dikir, ger ew
dawiyê li vê evîna xwe ya nû neyne. Tirsa bavê wê ew bû ku ev evîn ji malbatê re
bibe "fedîhe" û "namûsa" malbatê bête birîndarkirin.
Malbata Benazê di sala 1998’ê de ji Kurdistana Îraqê koçberî Brîtanyayê bû û
mafê penaberiyê stend. Benaz hingî 11 salî bû. Hin şahidan li pêşiya dadgehê got
ku bavê Benazê gellek caran li keça xwe ya zarok dixist, ji ber wê spray di porê
xwe de dida, yan jî li gorî nerîna bavê wê jiyanek "zêde rojavayî" pêk dianî.
Herweha li gorî şahidekî, apê wê carekê gotiye ku eger Benaz keça wî bûya, wê yê
ji mêj ve ew "kiriba ar".
Xûşka Benazê, Bêxal Mehmûd (22), li pêşiya dadgehê got ku Benaz carekê di dema
zaroktiya xwe ji malê reviyabû. Hingî bavê wê li ser kasêtekê ew tehdîd kiribû,
ku ger ew venegere malê, ewê xûşk û diya wê û xwe jî bikuje. Vê yekê hiştiya ku
Benaz vegere malê. Birayê wê hingî bi lêdanan pêşwaziya wê kiriye û ji ber
birînan ew ketiye nexweşxaneyê. Vî birayî ji dadgehê re got ku bavê wî jê
xwestiye ku xûşka xwe bikuje, lê wî nekariye vê yekê bike.
Di dawiya sala 2005’ê de, Benaz Mehmûd nameyek ji polîsan re şand, tê de navên
çend zilaman nivîsandibû ku hewil didan wê û yarê wê Rehmet Suleymanî bikujin.
Lê polîsan alîkariya wê nekir.
Di roja yekê ji sala 2007’ê de, keça kurd cama mala pîrka xwe şikand û reviya.
Bavê wê hiştibû ku ew alkholê vexwe û bi lepikan di destan de êrîşî wê kiribû.
Benaz karî bireve û yekser çû cem polîsan. Lê dîsa jî polîsan tiştek jê re nekir
û bi ser halan de jî polîsekî difikirî ku Benazê ji bo şikandina qizêza mala
pîrka wê ceza bike.
Di dadgehê de perçeyek vîdyo hate nîşandan, ku demek kurt piştî reva Benazê ji
mala pîrka wê hatibû kişandin. Di wî filmî de, ku yarê wê Rehmet Suleymanî bi
bêrîkfona xwe kişandibû, Benaz Mehmûd tê nîşandan bê çawa ew birîndar li ser
textekî nexweşxaneyekê dirêj kiriye. Benaz di film de dibêje ku ew bitirs e.
Suleymanî li pêşiya dadgehê got: "Ew niha, pêşeroj û hêviya min bû."
Piştî ku Benaz di destpêka 2006’ê de ji nexweşxaneyê derket, wê hewil dida ku dê
û bavê xwe qanii bike ku wê dev ji evîndarê xwe berdaye. Lêbelê dema ku piştre
ew dîsa li kolanekê bi hev re hatin dîtin, grûpekê ji zilaman hewil da ku Rahmat
Suleyamnî birevîne. Dîsa Benaz çû cem polîsan, ku vê carê jê re pêşniyaz kir ku
wê derbasî xaniyekî jinan bikin. Lê Benazê qebûl nekir û wilo dixuye ku ew roja
bi dû de li mala wê ya li Londonê hatiye kuştin. Sê meh di ser kuştina wê re
derbas bûn ta ku polîsan laşê wê di çenteyekî de di hewşa xaniyekî li Birmingham
binaxkirîdît.
Kuştina Benazê di civîneke malbatî de hatibû plankirin.
Jêder:
Malpera Amedê |