|
Herwiha di vê serhejmariyê de tê
xuyakirin ku jin pitir ji mêran di dadgehan de daxwaza ji hevveqetiyanê dikin.
Di Îranê de %48 jin, %33 mêr û %29 jî jin û mêr bi hevre daxwazkarê ji hev
veqetiyanê ne. Temenê ew jiyanên hevbeş ku encama wan dibe berdan, di %52’ê de,
navinca temenê wan jêrdeyî 25 saliyê ye. Hêjayê gotinê ye ku li gor
serhejmarîyên fermî yên rejîmê, navina temenê pêkanîna jiyana hevbeş a jinan,
27/9 û mêr 29/7 e.
Eva serhejmariya herî dawî a rewşa
xirab a berdanê di asta Îranê de bû, lê serhildana ev diyardeya civakî di
Kurdistana Îranê de, rewşeke nebaş û nû aniye holê.
Di vê dawiyê de Nûçegihanê
Xwendekarên Îranê (ÎSNA), raporek li ser jordeçûna asta berdanê di Kurdisatnê de
ku yek ji 4 parêzgehên Kurdistana Îranê ye, belav kiriye ku ciyê heyrîmanê ye.
Pêka rapora han, lênihêrînek li ser
serhejmariya zewicîn û berdanê di Kurdistanê de eyan dike ku di vê parêzgehê de,
aliyê kêm her rojê di nava 88 zewicînan de, 11 berdan pêk tên, bi gotineke din
her rojê 5/5 berdan pêk tên. Eva di halekê de ye ku parêzgeha Kurdistanê yek ji
wan 3 parêzgehên yekem yên Îranê li warê asta zêdebûna berdanêde, bûye.
Nirxandina serhejmariyê di
Kurdistana Îranê de nîşan dide ku %60 daxwazkarên ji hevveqetiyanê jin in, %30
mêr û %10 jî bi hev re bona berdanê seredana dadgehan dikin.
Zîba Tara, berdevka berê a Parêzgeha
Kurdistanê bo kar û barê jinan û yek ji çalakên warê jinan, derheq sebebên herî
sereke yên daxwaza jinan bona ji hev veqetiyanê, bi Nûçegihanê “ISNA”yê re
ragihand ku: “Seba wê çendê ku ev parêzgeha herdem beşek ji deverên bêpar yên
Îranê bûye û seba zirûfa coxrafiyayîya wê, herdem li
tirsa şer û pirs û pevçûnên pêwendîdar û bi gotineke din terzeke sîstematîk a
zilm û zordariyê bûye, ku zêdetir bûye sebebê paremayiya vê parêzgehê”.
Navhatî dibêje: “ Pirsên aborî weke
xizanî, bêkariya zêde û bê hed û hesab, îtiyada berfireh û şandina jin û zarokan
ji aliyê mêran ve, bo parêzgehên din bona peydakirina kar û derbara jiyana
malbatan, sedemên herî sereke ên seredana jinên van parêzgehên bo dadgehan e û
bi bîr û hizra mafnasan, encama vê yekê ji hev veqetiyan û herifîna bingeha
malbatê ye”.
Tara, derheq ew asteng û pirsgirêkên
berbirûyê jin û ciwanên vê parêzgehê bona pêkanîna jiyana hevbeş dibin bibêje: “
Nebûna hêza malî a keç û xortan, pirsên çandî û civakî yên dinê xistiye bin
bandora xwe de û bûye asteng li hember pêkanîna jiyana hevbeş di civakî de”.
Karnasên
zanista
civakî, bawer in ku jordeçûna asta berdanê ji aliyekê û jêrdehatina asta
zewicînê, pêka xurtbûna berfireh ya nifûsê ji aliyeke din ve dikare bibe sebebê
pêkhatina pirsgirêkên nigetîv ên weke tirs ji pêkanîna jiyana hevbeş û li encam
de jordeçûna astê temenê zewicînê, xurtbûna fisadê di civakê de, ji nav çûna
qonax bi qonax a pirsên sincî, civakî û zaf mijarên din ên pêwendîdar bi malbatê
ku di encam de civakê jî bi xwe ve digire, ku ev yeka dibe gefeke mezin û ciyê
tirsê.
Karnasên Şêwirmend ên Malbatê,
sebebên girîn û bingehîn ên jordeçûna asta berdanê, di nebûna nasîneke tewaw a
jin û mêran ji hevdu, nebûna seha berpirsiyarî û nasîna erk û wezîfeyan ji her
du aliyan, negihîştina jin û mêran bi tegihîştineke hundirî û atifî û civakî,
pirsên aborî, îtiyad, pêşdeneçûna kultûra takekesan di warê civakî de, dûrbûn û
fasileya navbera xwezbîniyê daxwazan heya pêkanîna jiyana hevbeş û ji hemûyan
girîngtir di bêkarî û betaliya zaf bê sînor de dibînin.
Rapora “ISNA”yê derheq jordeçûna
astê berdanê di parêzgeha Kurdistanê de dinivîse: Pitir ji %85’ ji wan kesên ku
bi armanca ji hev veqetiyanê seredana dadgehan dikin her ji destpêka salên yekem
ên jiyana hevbeş a xwe biryara berdanê dane. Bi giştî kesên han ji destê arîşe
û kêmasiyên aborî dinalin, asta xwendewariya wan li jêrde dîplomê de ye û di
destpêka jiyana hevbeş de bi hevre nakok û nateba ne û nekarîne bi awayekî herî
baş hev binasin.
Hêjayê gotinê ye ku %5/7’ wan
jiyanên hevbeş ku di parêzgeha Kurdistanê de pêk tên, encama wan dibe ji berdan.
Bajarê Seqizê xwediyê zêdetirîn asta telaqê di sala borî de bûye. Berdan di her
4 parêzgehên Kurdistana Îranê de anku Îlam, Kirmaşan, Azerbaycana Rojava û
Kurdistanê de di asteke herî jor de ye. Lewra hewce ye ku hemû wijdana mirovên
demokrat û azadîxwaz seh bi berpirsiyariyê derheq kirîza han bikin û hevkariyê
bikin da ku sedemên ev kirîza mezin û bitirs di civaka Kurdistan Îranê de ber bi
nemanê here û malbatên Kurd ji gef û tirsa hiloşînê rizgar bin, bi taybet
rênişaniya ciwanan(keç û xort) bikin da ku berî pêkanîna jiyanê, pitir tevî hev
biaxivin û hev bi başî nas bikin û bona çareseriya wan pirs û astengan ku piştî
pêkanîna jiyana hevbeş ber bi rûyê wan dibe û jiyana wan dixe tirsê, xebatê
bikin. |