|
Li gor agehiyên
malpera “kurdistanonline”, roja 05.08.2007’an, demjimêr 14:40 li bajaroka
Çarqurne, keçek bi navê Behare bi destê bav û birayê xwe bi tifingê hate kuştin.
Li gor malpera han,” keça navhatî seba hebûna pêwendiyê tevî xortekî hatiye
kuştin. Diyare ew xorte çend kerran çûye xastina keçikê, lê bavê wê razî nebûye
ku keça xwe bide wî xortî.
Her du bikuj piştî kuştina Behare, xwe winda kirine û polîs jî li pey wan digere
û heya gihîştina vê nûçeyî polîsan nekariye bikujan peyda bike. |