|
Kuştin, birîndarkirin,
girtin û binçavkirina çîn û qatên cur bi cur ên xelkê Kurdistanê ji aliyê hêzên
dijî gelî ên rejîmê ve her dom dike û li gor ew nûçeyên ku ji aliyê Navenda
Nûçeyan a PDK Îranê gihîştine destê me, di heyamê çend hefteyên borî de çendîn
kes ji xelkê sivîl ên Kurdistanê li encama êrîşa hêzên tepeserker ên rejîmê ve
hatine kuştin û birîndar bûne. Herwiha çendîn kes jî hatine girtin yan cezaya
girtîxaneyê li ser wan hatiye sepandin, ku emê li jêr de îşareyekî bi çend
mînakan ji van kiryarên rejîmê bikin:
Derkirina biryara 2 mehan zîndanê bo çalakekê xwendekarî, bi navê Areş Xandil,
Endamê Deftera Bihêzkirina Hevgirtina Îlamê. Navhatî di civîna roja
10.07.2007’an de, tevî 12 kesên din ji aliyê hêzên rejîmê ve hatne girtin.
Şeva 12.07.2007’an, girtina du kesan bi navên Kerîm Kanî Sanî û Bextiyar Rehîmî,
li bajarê Merîwanê û dest bi ser de girtina hindek belge û alavên taybetî ên
girtiyan ji aliyê hêzên rejîmê ve.
18.07.2007’an, girtina çend kesan ji endamên tîpa govenda Dîlanê, li bajarê
Bokanê ku navhatî ne ji: Rehman Sadiqzade, Elî Hesenzade, Hejar Îbrahîmiyan,
Xalîd Hesenzade, Omîd Kurde, Bextiyar û Diyako.
Roja 22.07.2007’an , girtina Ako Kurdneseb, Endamê Desteya Nivîskar ya
Heftînameya “Kereftû” ji aliyê hêzên rejîmê ve. Navhatî heya niha çend caran ji
aliyê bêdadgehên rejîmê ve hatiye bangkirin û herwiha ji aliyê hêzên rejîmê ve
gef lê hatiye xwarin. Navhatî ber bi ciyeke nediyar hatiye şandin û sebeba
girtina wî jî hêj ne rohn e.
Roja 22.07.2007’an , kuştina kasibkarekê bi navê Riza Yûsifî, xelkê gundê Banî
ser bi bajarê Urmiyê û birîndarbûna kesekî din bi navê Hekîm Şaî, xelkê Bêsitkê.
Şeva 25 li ser 26.07.2007’an, du kasibkar bi navên Şoreş Teblîxî û Reşo Şêxanî,
piştî derbazbûn li boseya hêzên ewlehekarî yên rejîmê, dikevina nava meydana
mayînan û seba teqîna mayînê bi xurtî birîndar dibin.
Şeva 27.07.2007’an, birîndarbûna du kasibkarên akinciyê gundê Pesvê a ser bi
bajarê Pîranşarê ku bû sebebê pevçûna xelkê tevî hêzên rejîmê.
Êvariya roja 30.07.2007’an, kuştina keskê bi navê Ebdulrehman, xelkê gundê
Qulquleya bajarê Merîwanê, ji aliyê hêzên rejîme ve.
Roja 02.08.2007’an kesek bi navê Resûl, kurê Letîf, xelkê gundê Kêmneya Hewraman,
seba teqîna mayînê lingek xwe ji dest dide.
Şeva 04 li ser 05.08.2007’an, kuştina kasibkarekê bi navê Ferhad, kurê Adil
Apoçî, akinciyê gundê Enbê, ser bi devera Tirgewer a bajarê Urmiyê. Her wiha
kesekî din bi navê Sefiyedîn Piyade bi xurtî birîndar bû.
Derkirina biryara zîndanê bo sê kesên bajarê Merîwanê bi navên Azer Qesîmî,
Ferhad Mehmûdiyan û Îrec Kûşişî, bi buxtana hebûna pêwendiyan tevî partiyên
siyasî yên Kurdistanê ku her yek ji wan bi rêz 5 sal, 3 sal û 2 sal cezayê
zîndanê hatine mehkûmkirin. |