|
Şeva 05.08.2007’an,
bavek li taxa 94’an a bajarê Hewlêrê, seba destavêtin (tecawuz) bi ser keça xwe
ji aliyê birayê hevjîna xwe hate kuştin.
Li gor malpera “kurdistanonline”ê, şeva 05.08.2007’an, li taxa 94’an a bajarê
Hewlêrê, bavek li ser banê mala xwe dema ku mêze dike keça wî mijûlî xwandinê
ye, dest avêtiye ser wê ku ji aliyê birayê hevjîna wî tê dîtin, ew jî bilez ber
bi mala bavê xwe ku li kêleka mala wan e diçe û wan agehdar dike û bi vî terzî
bavê keçê ji aliyê xalê keçê tê kuştin.
Li gor agehiyên vê malperê, piştre ji aliyê malbatê bavê keçê, dayîk, xalê keçê
û keç bi xwe jî tên kuştin. Lê li ciyeke din jî li gor gotinên xelkê wî taxî,
heya niha 6 kes ji her du malbatan li ciyên cur bi cur hatine kuştin.
Kurdistanonlinê, herwiha eşkere kir ku pirs û pevçûn heya niha jî her dom dike û
neyarî û dujminatî yê ketiye navbera her du malbatan de. |