 |
Ahmet
Kaya / Erxenî
Nameya
kurikekî bê dev, bê çav, bê guh, bê dest û ling. Nameya zarokekî bê netewe, bê
xwedî û kes. Nameya zarokekî ku bêje 1000 dolar pere dikare şûna we hemûyan
dagire. An jî jiyanê tiştekî wisa pê dabe famkirin. Bêxwedîtî tiştekî wisa ye.
Ku 20 milyon kurd xwediyê mirov be û kesekî mirov tune be. |
|
Ku dewlet 85
milyon nifûs be û mirov bêxwedî be. Ku bi dehan partî hebin, ku hinek ji wan
dengê bav û dayika mirov jî bistînin û mirov bêxwedî be. Ku mirov nexweş ket, ji
dest û ling ket, ji çav û guhan bû û hat ber mirinê. Ku mirov hêj temenê xwe yê
3 salî tijî nekiribe û navê mirov Ahmet Kaya be, yanî mirineke li dervê welat
bîne bîro mirovan?
Ez Ahmet Kaya. Lawikekî 3 salî, li navçeya Erxenî. Hûn Erxeniyê dizanin? Waye
girêdayî bajarê Amedê ye. Dibêjin 2 milyon nifûsa Amedê heye, bajarekî mezin e û
hemû kurd in. Dibêjin li wir 5 şaredarî hene di destê kurdan de. Nizanim, min
nedîtiye. Û ji niha û pê ve jî ezê nebînim. Ji ber ku min çavên xwe winda kir.
Çîroka çavên min ne dirêj e. Jixwe temenê min hemû 3 sal in.
Nizanim ji çi bû, lê nikaribûm xweşik bimeşiyama. Dibe ku ji feqîrî be û diya
min xweşik xwarinek nexwaribe ku ez di zikê wê de baş pêşketima. Lê qeder ev bû.
Haya min ji tiştekî tune. Ez ne bi biryara xwe hatim vê cîhanê jixwe. Min
bizaniya ku neteweyeke min a wisa dê hebe, ku di destê min de bûya, belkî ez
nehatima. Belkî min ji xwe re neteweyeke din hilbijarta. Welhasil ez nikaribûm
bimeşiyama û dayik û bav xizan bûn.
Bi alîkariya
çend mirovên baş 500 YTL pere ket destê wan. Hema bêjin 250 Euro an jî hindekî
bêhtir. Belkî gelek kes nizanin YTL tê çi wateyê. Ez bêjim li dora 400 dolaran
dike. Bi vî pereyî ez birim Amedê, cem doktorekî taybet. Heta wê demê jî ez
hinekî dimeşiyam. Tew tune be çavên min hebûn, ez diaxivîm û min dibihîst. Lê
doktor 500 YTL hindik hesiband. Li cem xwe ameliyateke wisa kir ku niha min çav
jî winda kirin. Ez nema dikarim biaxivim jî.
Doktor gotibû hêta wî ji cih derketiye û gotibû ezê platîn têxim hêta wî. Lê
piştî ameliyatê birîn li ser laşê min peyda bûn. Ji ber ku doktor platîn
nexistibû laşê min, maddeyeke erzantir xistibûyê.
Heke hêviyek min ji we hebe, ez xêrê ji xwe nebînim. Jixwe haya min ji we tune.
Min xêrek ji dê û bav nediye, ezê ji we bibînim? Bavê min dibêje heke kurê min
bimire ezê dozê li doktor vekim. Belkî wî jî wekî doktor çav berdabe çend quriş
perê dadgehê û doza ku dê qezenc bike. Ezê jî belqitî bibim û biçim.
Min hûn nedîtin û ezê biçim. Lê dîsa jî ezê çend gotinan bêjim. Baş e ku min
derdê we bêhtir nekişand. Mirov çawa 20 milyon nifûs be, çawa partiyên mirov,
saziyên mirov hebin û li ser koltixan behsa netewe û zimanan bikin û çawa halê
gelê mirov ev be. Çawa saziyek mirov tune be ji bo alîkariya rewşên wiha.
Ma nizanim dê çi xêr ji we were. Bi hezaran zarokên şehîdan jî di rewşa min de
ne. Hûn bikêrî wan bihatina, belkî dê bikêrî min jî bihatina. Yên ku canê xwe di
ber we de dan ketibin wî halî, halê min ne cihê gazinan e.
Berî mirina xwe gotineke min heye kin û kurt. Xwe bikin însan û saziyekê ava
bikin. Kampanyayekê çêkin û ji bo zarokên wekî min alîkariyê bikin. Belkî wê
demê nifşekî ji we çêtir derkeve holê. Heke wisa nebe, heke hûn nikaribin
hereketeke sivîl bidin destpêkirin û çend birînan derman bikin, tu hêvî di
pêşeroja we de tune. |