|
Li gor lêkolînên serhejmariya
nifûsa van du parêzgehan, hejmara berdanê di Kurdistanê de pitir weke kirîzekê
tê xuyakirin.
Hêjayî gotinê ye ku di nava kesên
ku seredana serdozgeriyan bona ji hev veqetiyanê dikin %60 jin %30 mêr û %10 jî
bi awayekî lihevkirî seredana dadgehan dikin.
Di lêkolînên şandî ji aliyê îdareya
pênasê,(kotik), mixabin her weke salên borî em şahîdê jêr de hatina serhejmariya
zewicînê û ji aliyeke din ve jordeçûna asta telaqê di parêzgeha Kurdistanê de
ne.
Bi terzekê ku di sala borî de
serbarê tomarkirina 17 hezar û 734 xal ji zewacan, serhejamriya îsal eyankerê
jêrdehatine % 2/59 vê hejmarê ye. Ji aliyeke din ve hezar û 120 kes bi
veqetiyana ji hev serhejmariya 2 hezar û 560 xalên telaqê di salên borî de tomar
kirine ku ev hejmara li gor dema wekî wê 9/49% asta berdanê di Kurdistanê de
nîşan dide ku piraniya karnasên zanista civakî bi tirs ve mêzeyî vê
serhejmariyê dikin û bawer in ku jordeçûna serhejmariya berdanê û ji aliyeke din
ve jêrdehatina asta zewicînê, bi liberçavgirtina zêdebûna nifûsê û ciwanbûna
nifûsa welat, dikare bibe sebebê afirandina kirîz û arîşeyên weke: Tirsa ciwanan
ji zevicînê û jordeçûna asta temenê zevicînê zêdebûna gendelî û tawanan di
civakê de, jinavçûna normên ramanî, sincî û orfî yên malbatan di civakê de.
Li gor rapora “IWNA”ê, karnasên
ravêjkar ên malbatên saziya “Bêhzîstiyê” ên dadgehan bawer in ku pirsên aborî,
îtiyad, balixnebûna civakî, bêkarî, heyama kêm a di navbera xwazbînî û zewicînê
de, sedemên sereke yên jordeçûna asta berdanê di Kurdistanê de ne.
Serhejmarî nîşan didin ku 85% ji
kesên daxwzkarê berdanê di dadgehan de ku di yekemîn salên zewicînê de biryara
jihev veqetiyanê didin, ji hebûna pirsa aborî dinalin, asta xwendina wan di bin
dîplomê de ye, her ji destpêka zewicînê de bi hev re nateba ne û ne xwediyê
nasiyariyeke baş ji hev dû ne.
Hêjayî gotinê ye ku 4/5% ji
zevicînên pêkhatî di parêzgeha Kurdistanê berdan e û bajarê Bane xwediyê
zêdetirîn asta berdanê di salên borî de bûye. |