|
Hejmara nû ya Agirî |
|

|
Agirî rojnameya panzdehrojî ya
siyasî, çandî û giştî ye. |
|
|
|
|
Zewicîn Û Berdan Di Parêzgeha Tehranê De: Berdanek Li Hember Her 5/4 Zewicînan
|
 |
“Shahrzad News”: Birêveberê Giştî
yê Tomarkirina Belge û milk û malan di Tehranê de, roja pênceşmî di koma
nûçegihanan de ragihand, di heyama wan 4 mehên destpêka îsal de, 37537 xalên
zewicînê û 6852 xalên telaqê di parêzgeha Tehranê de hatiye tomarkirin. Wî zêde
kir û got serhejmariya zevicînê, derheq zewacên hertimî ne û tê de zewacên
heyamî(sîxe) ku di binkeyên belgeyan de hatine tomarkirin, hesêb nehatine kirin. |
|
Li gor serhjmariya ku ji aliyê
Berpirsê Giştî yê Tomarkirina sened û milk û malan di Tehranê hatiye
pêşkêşkirin, xuya dibe ku asta berdanê li gor zewicînê di parêzgeha Tehranê de
jor de diçe. Li gor vê serhejamriyê li hember her 5/4 xal ji zewacan, xaleke
berdanê heye.
Her di vê derheqê de cîgirê
piştevaniya Saziya “Bêhzîstî” çend rojan berî niha derheq pirsgirêk û kirîzên
herî girîng ên civakê got: Li gor serhejmariyan îtiyad û berdan mezintirîn
kirîzên civakî ne ku welatê me xistiye tirsê. |
|
|
.::
wê rûpelê
ji hevalek
xwe re bişînin ::. |
|
|
|