Destpêk    Nûçe    Siyasî    Raman    Hevpeyvîn    Belge    Civakî    Çand    Têkilî

     فارسی     کوردی

Hejmara nû ya Agirî

Agirî rojnameya panzdehrojî ya siyasî, çandî û giştî ye.

Rêberên Şehîd

Pêşewa Qazî Mihemed

Dr. Ebdulrehman Qasimlo

Dr. Sadiq Şerefkendî

 

Li Devera Soranê A Başûrê Kurdistanê Keçekê Bi Benzînê Xwe Şewitand

 

Çend şevan berî niha li gundê Dêlziyan a ser bi Diyanan a li Başûrê Kurdistanê, keçeke temen 16 salî seba nîqaşekê tevî birayê xwe bi benzînê xwe şewitand. Di vê derheqê de çavkaniyek ku nêzîk malbata navhatî ye û hez nekir ku navê wî were eşkere kirin, ji

“Kurdistanonline”ê re da zanîn ku sedema xweşewitandina keça han ya bi nava (C.L), nîqaşa di navbera wê û birayê wê li ser wê çendê ku bûye ku wê bi telefonê tevî keseke din axiviye û birayê wê jî bêhurmetî jê re kiriye, bûye, di encam de ji ber vê sedemê, keça han xwe bi benzînê dişewitîne.

 Wî her wiha got ku: “Keça han a temen 16 salî bilez ji aliyê xizm û malbata wê ve ber bi nexweşxaneya  bajarê Soran hatiye şandin û li wir jî ber bi Hewlêrê hatiye şandin, lê seba xurtbûna asta şewitînê ku 85% bûye, keça navhatî jiyana xwe ji dest dide.

 Ji ber paşdemayîna civakî û serdestbûna mêr serdestiyê û gellek sedemên din ên kulturî, civakî û aborî li Kurdistana Başûr, tund û tûjî li dijî jinan bi berfirehjî dimeşe û bi sedan ji keç di salê de dibin goriyên rewşa han û bi awayên cuda cuda dawiyê bi jiyana xwe tînin.

 

.:: wê rûpelê ji hevalek xwe re bişînin ::.

 

Emaila xwe:

 

Emaila hevalê/a we: 

 

 

Destpêk  |  Nûçe  |  Siyasî  |  Raman  |  Hevpeyvîn  |  Belge  |  Civakî  |  Çand  |  Têkilî

Malpera navendî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

 Pêncşem, 30’ê Xezelwera 1387’ê Rojî