Destpêk    Nûçe    Siyasî    Raman    Hevpeyvîn    Belge    Civakî    Çand    Têkilî

     فارسی     کوردی

Hejmara nû ya Agirî

Agirî rojnameya panzdehrojî ya siyasî, çandî û giştî ye.

Rêberên Şehîd

Pêşewa Qazî Mihemed

Dr. Ebdulrehman Qasimlo

Dr. Sadiq Şerefkendî

 

Beyannameya “IUSY”yê, Bi Hinceta Rêzgirtin Ji Sedsaliya Vê Saziyê

 

Roja 26.08.2007’an rê û resmek bi  hinceta  rêzgirtin ji sedsaliya avabûna Enternasyonal Sosyalîst A Ciwanan li Berlîna Paytexta Almaniyayê birêve çû. YCDK Îranê jî, weke endamê Rêxistina Ciwanên Enternasiyonala Sosyalîst, (IUSY) beşdarê vê rê û resmê bû. Destpêka rê û resmê bi xwendina  beyannameya bîranîna sedsaliya vê saziyê ji aliyê Luqman Ehmedî, Berpirsê Şanda Nûneriya

YCDK   Îranê li derveyî welat û herwiha bi nûneriya 143 saziyên endam ji 100 welatên cîhanê, di Enternasyonal Sosyalîst A Ciwanan de dest pê kir. Emê deqa vê beyannameyê li jêr pêşkêşî we xwendevanên hêja û delal bikin:

Ez berî her tiştî bi nûneriya bêtirî 143 saziyên endam ji 100 welatên cîhanê, di Enternasyonal Sosyalîst A Ciwanan de bixêrhatina hemû mêvanên xweştevî û xebatkarên rêya azadî û aştiyê dikim û bi hinceta sedsaliya avabûna saziya “IUSY”yê, pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hemû ciwanên cîhanê û hemû endamên xebatkar di vê saziyê de dikim.

Sed salan berî niha em bona gihîştin bi wan armancan dixebitîn ku îro rojê em jê re xebatê dikin. Demokrasî, wekhevî, mafê giştî û aştî. Îro rojê pitir ji her demeke din em bawerin ku tenê piştevaniya navneteweyî ye ku dikare me bi mafê xwe nêzîk bike.

Em li vir weke dost bi yekdengî bona van daxwazên jêr dora hev kom bûne:

Aştî:

Yekîtiya Ciwanên Sosyalîst a Navneteweyî berî wê çendê ku cîhan du şerên cîhanî biceribîne, hatiye damezirandin. Xebat bona bidestveanîna aştiyê, piştî derbazbûna sed salan jî her xwediyê zêdetirîn girîngiyê ye.

 Armanc ji aştiyê tenê nebûna şer nine, belku ji afirandina hindek zirûfên girîng bona gihîştin bi armancên me pêk tê: pêşkevtin, wekhevî, dad û azadî. Şer û pevçûn gefek e li ser bingehên dad û edaletê û herwiha dibe sebebê xurtkirin û berfirehkirna bê edaletî û şer û pevçûnê di cîhanê de.

Bidestveanîna aştiyê, di nava bernameyên me yên siyasî de ye û yek ji armancên xebata me ye. Em daxwaza aştî û edaletê dikin, ev daxwaza me jî bo nifşa îro ye!

 Demokrasî:

Me bi dirêjahiya sed salan, xebata xwe li dijî dîktatorî û zordariyê dom kiriye. Me gellek heval di rêya aştî, azadiya gotin, azadiya kar û xebata rêxistinî û çalakiyên siyasî ji dest daye, lê heya niha jî em di vê xebatê de serneketine.  

Piraniya me di bin sîbera rejîmên bi rûyekî demokrat û di bingeh de dîktator, jiyana xwe dom dikin. Niha jî cîhana me tejî ye ji wan rêveberên siyasî ku bi gef û hêza leşkerî desthilatdariyê dikin. Tenê ew kesên azad ku hewcehiyên xwendinê, mafê raderbirînê û mafên wan yên dinê hatibe parastin, dikarin birêveberiya xwe bikin.  

Demokrasî hem armanc û hem çawaniya karkirina me ye, rê û armanca me ye, alav û armanc jî tê hesibandin. Di gişt kar û barên siyasî de, pirensîpên beşdarîkirin bi awayekî demokratîk, rûrastî û berpirsiyariyê li ber çav digirin.

 Em daxwazê ji hêzên siyasî dikin ku rêya me bigirin pêşberî xwe.

 

 Dadperweriya Civakî:

 Civakeke dadperwer, civakeke wekhev e. Emegdariya me bo civakeke dadperwer li ser xebata me bona dada aborî xwedî bandor e. Alev û amûrên me yên herdemî di dewleta alîgirê asûdeyiyê de, parêzvanî ji bêkaran û piştevanîkirin ji kesên kal û temenjor, çawaniya xizmetkirinên giştî û hebûna sendîkayên bihêz e ku bûye sebebê parvebûna desthilatê di civakê de. Lê rêyeke pir dirêj pêşberî me ye.

 88 milyon ji ciwanan bêkar in. Pitir ji sedan milyon ciwan kar dikin, lê her di xizaniyê de dijîn. Li Afrîqayê pitir ji 300 milyon kes di bin hêla hejariyê de ne. Em careke din piştevaniya xwe ji pêşkevtina rewşa aborî ya welatên Afrîqayî eyan dikin. Em daxwaza dadperweriya civakî ji bo gişt xelkê cîhanê dikin, ne tenê ji bo çîn û qateke taybet.

 

 Wekhevî

 Me di doma sed sal li xebata xwe ji bo wekheviyê de, gellek destkevt hebûne, lê dîsan jî bona gihîştin bi civakeke wekhev, rêyeke pir dirêj pêşberî me ye. Îro em ji bo xebat li dijî, mêrserdetî û regezperestiyê di gişt cîhanê de peymanê nû dikin. Nabe ol û kultur weke hêcetekê bo paşdekişandina me ji armancên me bona wekheviyê were bikaranîn. Wekhevî ne bi wê wateyê ye ku cudahî nebin. Em dikarin di çand, hilbijartinên takekesî û armancên siyasî de bi ferq bibin, lê divêt  ji wan ferq û cudahiyan bo çêkirina pirekê bona rêzgirtin ji hev mifah were standin.

 Di vê sedsalê de, me bi hev re cudahî hebûne û di pêşerojê de jî ferqa me dê bi yek qasî be. Lê ferq û cudahî tenê ji rêya hurmetgirtin  bi ferq û cudahiyên xelkê din tê parastin.

 

 Pêşeroja Sosyalîzmê:

 Di doma van çend salan de, em şahidê gellek guhertinên civakî û aborî bûne. Bingeha me di bizava Sosyalîzma Demokratîk de ye. Lê em di bin bandora xebat bona azadiya jinan, aştî û wekheviya neteweyî, çalakiyên xwe didomînin. Her wiha hewce ye basê xurtbûna bizavên xelkê li hember sîstemên bêdad yên navneteweyî bikin.

 Di pêşerojê de divê sosyalîzm ew xebatê di her du astên neteweyî û navneteweyî de bidomîne.

 Em niha û di pêşerojê de jî dê rêbaza xelkê xwe nû bikin û bona berevanîkirin li hember bêedaletî û ew gefên ku em xistine dorpêça xwe de, dê ber bi pêş bibin. Lê serbarê hemû wana jî em baweriya xwe ji dest nadin ku di cîhaneke çêtir de bidest bixin.

 Em serbilind in ku Sosyalîzm û Sosyal Demokrat in. Rûmet û şanaziyê bi destkevtên xwe dikin, lê em bi vê yekê razî ninin. Gellek şer hene ku divêt werin sekinandin, pir netewe hene ku divê serbest bin, divêt sîstemên nû werin afirandin, desthilat û aborî jî divê were parvekirin.

 Em emegdariya xwe ji bo wan kesan eyan dikin ku berî me di vê saziyê de xebat kirine û rêya wan dê bidomînin, bona gihîştin bi cîhaneke azad û dadperwer.

 Yekîtiya Ciwanên Sosyalîst ên Navneteweyî

 26.08.2007 

 

.:: wê rûpelê ji hevalek xwe re bişînin ::.

 

Emaila xwe:

 

Emaila hevalê/a we: 

 

 

Destpêk  |  Nûçe  |  Siyasî  |  Raman  |  Hevpeyvîn  |  Belge  |  Civakî  |  Çand  |  Têkilî

Malpera navendî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê

 Şemî, 15’ê Pûşpera 1387’ê Rojî