|
çalakên
mafên jinan û alîgirên mafê mirovan.
Di çend rojên borî
de, nameyeke nerazîbûnê bi îmzaya 2000 kes ji çalakvanên mafê Jinan û alîgirên
parastina mafê mirovan di Îranê de pêşkêşî Meclîsê hatiye kirin û daxwaz kirine
ku ew gelaleya bi tu terzekê nehê pejirandin.
Di bendeke vê
gelaleyê de pirsa zewicîna dubare bê wergirtina îzna hevjîna yekem û bi
berhevdana dadwer yê hatiye pêşniyarkirin û daxwaz hatiye kirin ku tevî
pejirandina wê di Meclîsê de, bi awayekî fermî di dadgehan dan de birêve here.
Di vê bendê de hatiye ku mêr bi 2 mercan dikare bê wergirtina îznê ji hevjîna
yekem, jina duyem bîne. Yekemîn merc birêvebirina edaletê di navbera her 2 jinan
de ye, merca duyem jî ev e ku divêt mêr xwediyê şiyan û îmkanatên aborî be!
Li gor bendeke vê
gelaleyê, dema ku mêr van du mercan li ber çav bigire, dadgeh dikarin bê
wergirtina îcazeya hevsera yekem û bi terzeke fermî zewaca duyem a mêr
bipejirîne.
Ev gelaleya weke
piraniya yasa û zagonên din ên rejîma Komara Îslamî a Îranê bi merema
binpêkirina mafê jinan hatiye holê û di warê yasayî, civaknasî û Pîskolojî ve
gellek arîşe û pirsgirêkan ji bo takekes, malbat û civakê diafirîne.
Piraniaya mafnas,
çalakvanên mafê jinan û parêzvanên mafê mirovan ew gelaleya paremayî û
kevnperestane bi gelaleya têkdana bingehên malbatê bi nav dikin û danîna navê
piştevanîkirin ji malbatê li ser vê gelaleyê bê mane dizanin, ji ber ku ew bawer
in ku piştevanîkirin ji malbatê demekê ye ku yasayên ferq û cudahîdananê ên li
dijî jinan bikevine ber lêkolînê û were rakirin, nek pejirandina yasayeke nû li
dijî jinan û têkdana jiyana wan. |